STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Maltyepeyê, di qawîşa 28 girtî lê dimînin de, 3 girtî bi şewba vîrûsa koronayê ketin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Maltepeyê ya Stenbolê, 3 girtî bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketin. Di qawişa 28 girtî lê dimînin de, Kenan Altûn, Huseyîn Surgeç û Yûsûf Çeîçek, di encama testa wan vîrûsa koronayê hatin kirin de, testên wan pozîtîf derketin. 8 girtiyên ku tê texmînkirin ku bi 3 girtiyan re di têkiliyê de bûn jî, xistin karantînayê.
MALBAT BI FIKARAIN
Malbatên ku me xwe bi telefonê gihand wan, diyar kirin ku di girtîgehê de, şert û mercên paqijiyê pir xirabin û girtîgeh nayê dezenfekte kirin. Malbatên ku rêveberiya girtîgehê ji vê rewşê berpirsiyar dibînin, fikarên xwe yên derbarê rewşa girtiyan de anîn ziman.