STENBOL - Kekê girtiyê nexweş Abdullah Ongulu ê 27 sal in girtî ye Memet Ongulu ji bo berdana girtiyên nexweş banga hestiyarê li raya civakê kir.
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 605 jê ku rewşa wan giran e bi giştî hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş jî Abdullah Ongulu ye ku ji sala 1994’an ve girtî ye. Niha ew li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T tê girtin. Guhek wî nabihîze, çavek wî nabîne û lingek wî ji sedî 90 astengdar e û gelek nexweşînên kronîk lê peyda bûne.
SERLÊDAN BÊBERSIV DIMÎNIN
Kekê Abdullah Ongulu, Mehmet Ongulu diyar kir ku birayê wî di şerek ku sala 1994’an li Dersimê qewimiye de hatiye girtin û wexta hatiye girtin jî 40 rojan îşkence lê hatiye kirin. Ongulu got birayê wî heta niha li girtîgehên Elbistan, Malatya, Yozgat, Sêrt, Balikesir maye û herî dawî wî sirgûnî Afyonê kirine û gelek caran beşdarî greva birçîbûnê bûye. Ongulu anî ziman ku li girtîgehê gelek nexweşîn bi birayê wî re peyda bûne û li gel ku wan gelek caran serî li îdareya hefsê û Wezareta Dadê daye ku birayê wî sewqî nexweşxaneyek guncav bikin jî lê nehatiye sewqkirin.
REWŞA WÎ GIRAN DIBE
Ongulu destnîşan kir ku roj bi roj rewşa birayê wî giran dibe û got: “Ew gelek nexweş e û ji ber nexweşînên xwe diêşe. Lingê wî gelek diêşin. Rewşa wî nebaş e. Sepanên kêfî li dijî girtiyan pêk tînin. Rewşa girtiyan ne di xema kesî de ye. Wezareta dadê û girtîgeh li gorî yasayên xwe tevnagerin.”
‘LAZIM E HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN BERDAN’
Ongulu diyar kir ku tenê ne birayê wî bi hezaran girtiyên nexweş ku rewşa wan nebaş e hene û got: “Ez naxwazim tenê birayê min were berdan. Heke çaresereyek were dîtin divê ji bo hemû girtiyên nexweş çareserî pêk were. Lazim e hemû girtiyên nexweş werin berdan û li derve werin dermankirin. Ew nikarin di şertên girtîgehan de tedawiyek baş bibînin û baş bibin.”
‘DIVÊ EM LI DIJÎ POLÎTÎKAYA DEWLETÊ BIBIN YEK’
Ongulu destnîşan kir ku ragirtina girtiyên nexweş ku heta mirinê li girtîgehan tên hiştin polîtîkayek cezakirinê ya dewletê ye û piştî girtî dimirin jî dewlet rehetiyê nade wan û malbatên wan û heke ew li dijî vê polîtîkayê nebin yek wê tune bibin. Ongulu ji bo berdana girtiyên nexweş banga berdanê kir û bang li civakê kir ku rabin ser pêya û xwedî li girtiyan derkevin.