HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne

img

ENQERE -  HDP bi beşdariya endam, rêveberên û pekhateyên xwe “Deklarasyona Banga Edalet, Aştî û Demokrasiyê” eşkere kir. Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku HDP ji bo têkoşîn û rêveberiyek hevpar amade ye. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) “Deklarasyona Banga Edalet, Aştî û Demokrasiyê” ku têkildarî pirsgirêk, çareserî û muxatabên wan ên Tirkiyeyê amade kiriye, eşkere dike. Ji bo deklarasyonê hemû pekhate, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK), parlementer û şaredarên HDP’ê li oteleke navçeya Çankaya ya Enqereyê kom bûn. Di deklarasyona ku HDP wê bi tevlêbûna tevahiya pêkhateyên xwe ragihîne de, siyaseta ku dê di dema pêş de bişopînin cih girtin.
 
Li eywana ku deklarasyon were eşkerekirin de gotinên ku bingeha deklarasyonê pêk tînin ên weke “Banga Edaletê” , “Banga Demokrasiyê” û “Banga Aştiyê” bi kurdî û tirkî hatin nîşandan. 
 
HEMÛ PEKHATE LI EYWANÊ NE
 
 
Hevberdevkên Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Partiya Ji Nû Ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ûgûr, Hevserokên Partiya Bindest a Sosyalîstan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk (YSP) Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin û Hevberdevka SODAP’ê Sevtap Karadag Karahali jî wê civînê bibin. 
 
Bername bi pêşandana sînevîzyonê ya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hatiye amadekirin dest pê kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, deklarasyona ku ji 11 xalan pêk tê eşkere kirin. 
 
Deklarasyona ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve xal bi xal hat eşkerekirin wiha ye:
 
"EM BI HEV RE BI SER BIKEVIN…
 
Ji bo ku pirsgirêkên Tirkiyeyê yên siyasî, aborî û civakî bên çareserkirin, ji bo ku welatekî demokratîk bê avakirin, wek HDP, bi mehan e em li bajar, navçe, gund û kolanan bi gel re, bi rêxistinên civaka sivîl re, bi partî û sazî û dezgehan re, bi kesayet û rûspiyan re, bi kedkar û esnafan re, bi jinan û ciwanan re diaxivin, danûstandinên gelek kêrhatî dikin. 
 
Di hevdîtin û serdanan de me hem ji gel guhdar kir û hem jî bi xwe dît ku pirsgirêkên pandemî, lehî, hişkesalî, bêkarî, aborî, xizanî, gendelî, nijadperestî, zayendparêzî, qedexe, zordestî û tundiya desthilatiyê, xisareke mezin li ser civakê çêkiriye û ev pirsgirêk îro encameke nebaş a piralî derxistiye meydanê. 
 
Dîsa me dît ku ligel her tiştî gelê me bi hêvî û baweriyeke mezin li ber zilmê serî natewîne û hewl dide ku vê qeyrana piralî bike fersendekê bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî û riya demokrasiyê veke. 
 
Di van demên dawî de desthilatiyê civak bi her awayî dorpêç kiriye û ji aboriyê heta siyasetê di gelek warên jiyanê de xisareke mezin derxistiye meydanê. Di serdan û hevdîtinan de me dît ku gel hêvî dike ku demildest guherîneke demokratîk pêk bê. 
 
Di serdan û hevdîtinan de me dît ku gel, di avakirina komareke demokratîk û siberojeke aram de, roleke giring li hilbijartinan bar dike. Lewre gel hêvî dike ku bila hilbijartin bibe wesîleya destpêkeke nû û ji bo çareserkirina pirsgirêkan û vekirina riyên demokratîk derfeteke giring e. 
 
Partiya me wek aktorekî damezirîner ê siyasî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan giringiyê dide rê û rêbazên gotûbêjan û ji bo destpêkeke demokratîk, roleke sereke dilîze. Di serdan û hevdîtinan de me dît ku gelê me jî ev rol li me bar kiriye, lewma berpirsyariya me gelek zêde ye. 
 
* Em ji bo hilbijartinên parlemanê, dixwazin ku bi dirûşmeya “tifaqa demokratîk” meşa xwe ya tifaqa gelan û tifaqa aştiyê û tifaq û piştevaniya jinan bidomînin, bi hişmendiya tifaqa ekolojiyê, muxalefeta civakî û siyasî bi hêz bikin, bi tevgerên kedê, jinan û ciwanan, yekîtiya xwe xurt û berfireh bikin û têkoşîna hevpar bi pêş bixin. Ji bilî vê çarçoveyê em bi tu aliyan re tifaqê nakin. 
 
Em dixwazin ku Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê û hemû sazûmaniya ku li dor wê hatiye avakirin biguherînin ku îro bi wê pergalê dixwazin zordestî û neheqiyê li ser gelê me ferz bikin û wê mayînde bikin. Em dixwazin li ku şûna pergala yekparêz û otorîter a ku hemû rayeyan radestî kesekî dike, demokrasiyeke bihêz û pergaleke pirreng-pirdeng û demokratîk ava bikin. 
 
* Lewre di Hilbijartinên Serokkomariyê de ji bo pêkanîna tifaqeke li ser prensîban avabûyî û ji bo siberojeke demokratîk, hilbijêrên HDP’ê roleke sereke dilîzin. Namzetê Serokkomariyê çi ji HDP’ê dibe çi ji partiyeke din dibe, em dixwazin ku li şûna namzetan rêbaz û prensîban nîqaş bikin. Ji ber ku veguherîneke demokratîk, bi rêbaz û prensîban û bi gotûbêj û rêkeftinê tê avakirin, ne bi kes û namzetan. Serokkomarê ku dê bê hilbijartin jî, rol û erk û mîsyona xwe, dikare li ser van esasan pêk bîne. 
 
Ji ber berpirsyariya xwe ya siyasî, em di vê qonaxê de van tesbît, nêrîn, rêbaz û prensîbên xwe bi hemû aktorên siyasî û raya giştî re parve dikin: 
 
1. DEMOKRASIYEKE BIHÊZ: Demokrasiyeke bihêz a li ser esasên lihevkirineke demokratîk avabûyî, gotûbêj û danûstandinên bi gelek aliyan re û misogerkirina maf û azadiyên gerdûnî, bi baweriya me îro pêdiviya sereke ya Tirkiyeyê ye. Ji bo wê jî pergala parlamenterîzmeke demokratîk û avakirina Mecliseke pirreng-pirdeng, rayeyên ku radestî kesekî nehatiye kirin û mekanîzmayeke hevseng û kontrolê îro bûye pêdiviyeke sereke.  
 
Demokrasiyeke bihêz, her wekî din xwe dispêre hişmendiya rêvebiriyeke herêmî û xwecihî. Lewre heta ku rayeyên navendî bi herêman re neyên parvekirin, desthilatî û çavkanî bi rêvebiriyên herêmî re neyên parvekirin, mekanîzmayên beşdariya herêmî neyên misogerkirin û demokrasiyeke herêmî neyê avakirin, demokrasiyeke bihêz jî nayê avakirin. 
 
2. DARAZEKE BÊALÎ Û SERBIXWE: Îro li Tirkiyeyê daraz di bin hikmê Rêvebiriyê de ye. Hişmendiya desthilatiyê ew e ku bi hêza darazê civak û siyasetê dîzayn bike, muxalefetê tasfiye bike, lewre îro bêedaletî li her derê hatiye serwerkirin. Ji bo pêkanîna edalet û aştiya civakî divê hemû dozên siyasî û mehkûmiyetên ku ji aliyê vê darazê ve hatine dayîn bên betalkirin. Divê di serî de biryar û pêşniyazên derbarê binpêkariyên mafên mirovî, bêhiqûqiya li zindanan û tecrîdê ya Meclisa Parlementeriyê ya Konseya Ewropayê (MPKE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Şopandin û Bergiriya Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û sazî û dezgehên navneteweyî di vê pêvajoyê de neyên piştguhkirin. 
 
3. ÎRADEYA GEL, NE REJÎMA QEYÛMAN: Rejîma qeyûman, ji şaredariyan heta zanîngeh û sazî û dezgehên civaka sivîl, mafê bijartin û hilbijartinê tune kiriye, îradeya gel û edaleta hilbijartinê desteser kiriye. Ji bo bidawîkirina pergala qeyûman, ji bo tezmînkirina ziyanên ku bi destê qeyûman hatine pêkanîn û ji bo îadekirina hemû mafên ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin, divê demildest gav bên avêtin û guherînên yasayî bên kirin.  
 
4. ÇARESERIYA DEMOKRATÎK JI BO PIRSGIRÊKA KURDAN: Îro li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin û dîrokî ya ku divê bê çareserkirin, pirsgirêka Kurdan e. HDP, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan û aştiyê û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên pêkhateyên civakê amade ye ku rola xwe bilîze. Gelek wecheyên pirsgirêka Kurdan hene, lê çareserkirina wan rasterast bi demokratîzekirina Komarê re têkildar e. Ji bo çareseriyeke demokratîk, divê riyên diyalogê bi muxataban re bên avakirin, li şûna înkar û zextê, çareseriyeke demokratîk û aştiyane bê gotûbêjkirin. Divê Meclis bibe bingeha diyalog û çareseriyê û bi rêbazên demokratîk ên danûstandinê ji bo temamî civakê zemîneya siberojekê ava bike. Di vê çarçoveyê de divê di serî de mafê perwerdehiya zimanê dayikê û hemû mafên nasnameyî yên gerdûnî bên misogerkirin û ji bo çareserkirina wan guherînên yasayî bên kirin. 
 
Îro em di qonaxeke wisa de ne ku ew qonax ne polîtîkayên şer û rêbazên pevçûn û berberiyê, lê riyên diyalog û danûstandinê li ser me ferz dike. Lewre divê her kes ji bo meslehet û mifa û siberoja hemû gelên Tirkiyeyê fedakariyê bike û wisa gavan biavêje. Divê em pirsgirêkên xwe ne bi rêbazên tundiyê, lê bi axaftin, danûstandin û diyalogê çareser bikin. 
 
5. DÎPLOMASIYEKE AŞTIYANE: Li welêt, li herêmê û li cîhanê, polîtîkayeke aştiyane û stratejiyên ku xwe dispêre hevkariyeke mayînde, bingeha hişmendiya dîplomasiya nû ye. Terikandina polîtîkaya maceraperestiyê ya li ser esasên şer û pevçûnê û nîşandana hêza leşkerî bi welatên cîran û yên din re û li şûna wê dîplomasiyeke bihêz û xwedî prensîb, diyalog û peywendiyên aştiyanê, ji bo meselehet û mifaya me hemûyan riya herî rast û pêwîst e. 
 
6. AZADÎ Û WEKHEVIYA JINAN: Ji bo misogerkirina jiyanake azad û wekhev û ji bo avakirin û pêkanîna yeksaniya temsîliyeta jinan, divê beriya her tiştî pergala hevserokatiyê bê belavkirin û bicihkirin. Her wekî din, têkoşîna li dijî qetilkirina jinan û bidawîkirina tundiya mêran a li ser jinan pêdiviyeke sereke ye. Serwerkirin û pêkanîna Peymana Stenbolê û rakirina hemû astengiyên siyasî, îdarî, aborî û çandî yên li ber wekheviya zayendiya civakî, îro gaveke pêwîst û pêdiviyeke lezgîn e. 
 
7. DI ABORIYÊ DE EDALET: Qeyrana aborî, ewlehî û siberoja her kesî tarî kiriye, ji bo wê jî divê polîtîyeke bingehîn bê avakirin. Divê îstîhdam bê zêdekirin û dahateke adilane bê belavkirin û ji bo bidawîkirina bêkarî û xizaniyê “Bernameya Belavkirina Heqane” bê amadekirin. Divê çavkaniyên budceyê ne ji bo seray, şer û alîgirên serayê, lê ji bo ewlehiya aborî ya gel bê terxankirin. Divê pêdiviyên bingehîn ên wek av, elektrîk, erdgaz, înternet ên gel di çarçoveya “Bernameya Mafên Civakî” de li gorî rêjeya pêdiviyê bêpere be. Divê demildest pirsgirêkên (Kesên ku ji ber temen nikarin teqawid bibin) EYT’yî, (Saziya Kredî û Wargehan) KYK’yî û mamosteyên ku tayîna wan nayê kirin, bê çareserkirin. Divê şert û mercên jiyanî yên teqawidan bê başkirin, deynê cotkaran ên ku ji ber polîtîkayên xelet derketiye holê bê betalkirin. Divê esnafên ku di şertên pandemiyê de hatine şerpezekirin bên destekkirin. Divê polîtîkayên bingehîn ên ku xizaniya jinan bi dawî bike û wan di jiyana aborî de bihêz bike bên avakirin. Divê mafê rêxistinê yê sendîkal mafê grev û peymana komî ya kedkaran, li gorî pîvanên mafên gerdûnî bê misogerkirin. 
 
8. DI RÊVEBIRIYA GIŞTÎ DE LIYAQET: Divê rêvebiriya giştî, nekeve bin hikmê bloka desthilatiyê û tenê alîgirên wan neyên bicihkirin. Divê ziyanên kesên ku ji ber sedemên siyasî û bi (Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de) KHK’yan hatine bidûrxistin, bên tezmînkirin û di rêvebiriya giştî û erkdarkirinê de cudakarî neyên kirin û liyaqet bibe pîvana bingehîn. 
 
9. PARASTINA XWEZAYÊ: Divê li dijî qeyrana avûhewayê, rewşa lezgîn bê ragihandin û di serî de Kanalİstanbul û hemû projeyên ku xisarê didin xwezayê û hawirdorê talan dikin û daristan, erdên cotkariyê û robarên ku ji bo rantê tên talankirin, bên sekinandin. Divê di polîtîkayên enerjî, veguhastin, bajarsazî û cotkariyê de faktora xwezayê bi tu awayî neyê piştguhkirin. Mafê her zîndewerekî heye ku di nav ekosîstemê de bi awayekî siruştî bijî, lewma jî divê mafê jiyînê yê hemû zîndeweran di yasayan de bê misogerkirin û rê li ber şewitandina daristanan, lehî û texrîbata ekolojîk bê girtin. 
 
10. JIYANEKE AZAD JI BO CIWANAN: Divê rêz li daxwaz û şêwaza jiyanê ya ciwanan bê girtin û ji bo ku ew bikaribin xwe bi awayekî azad îfade bikin û bijîn divê di perwerdehî, çand, aborî û qadên civakî û siyasî de hemû astengiyên li ber wan bên rakirin. Divê pergala perwerdehiyê li gorî pîvanên azadî û ewlehiyê bên vesazkirin. Divê ciwan di warê aboriyê de bên destekkirin û beşdarî mekanîzmayên rêvebiriyê bibin û fikr û nêrînên afirîner û pêşketî yên wan di nav civakê de bên belavkirin. 
 
11. MAKEQANÛNEKE DEMOKRATÎK: Makeqanûneke nû ya sivîl û azadîxwaz û peymaneke civakî ya rasteqînî, dê li Tirkiyeyê destpêkeke nû û demokrasiyê bi xwe re bîne. Ev makeqanûn, divê rêzê li çand, nasname, bawerî û zimanên dayikê yên cuda bigire, xwe bispêre wekheviyê û cudahiya terz û şêwazan jiyînê misoger bike. Divê ew makeqanûn, bi beşdarkirina hemû pêkhateyên civakê û bi danûstandin û gotûbêjan bê amadekirin.  
 
BANGA DEMOKRASÎ, EDALET Û AŞTIYÊ...
 
Em di çarçoveya van rêbaz û prensîban de, serdema nû dinirxînin û fikr û nêrînên xwe yên derbarê rêvebiriyê de bi raya giştî re parve dikin. 
 
* Armanca sereke ya bernameya HDP’ê ya di vê qonaxa derbasbûyînê de li dor van prensîban hatiye diyarkirin û ew jî xwe dispêre demokrasiyeke bihêz, pergaleke edaletê ya li gorî pîvanên gerdûnî û aştiyeke civakî ya mayînde. Em dikarin demokrasî û aştiyê ji xwe re bikin bername û armanceke stratejîk û komareke demokratîk û civakî ava bikin. 
 
* Prensîb û rêbaza HDP’ê wek li jor hatiye diyarkirin. Kîjan aliyên civakî û aktorên siyasî li dor van rêbaz û prensîban bixwaze bi me re danûstandin û gotûbêjan bike, em amade ne ku bi wan re bimeşin û têkoşîneke hevpar û rêveberiyeke hevpar ava bikin.  
 
Banga me li hemû sazî û dezgeh û partî û her welatiyekî Tirkiyeyê ye ku siberojeke ronak dixwaze: Berpirsyarî ya me hemûyan e. Em li şûna hesabên şexsî û berjewendiyên partîzaniyê, bi aqilekî hevpar û bi hev re siberojê ava bikin. Gelên Tirkiyeyê ne mecbûr û mehkûmî polîtîka û rêvebiriyên ku neçareseriyê dixwazin û ji aqilê hevpar dûr ketine û cudakarî, heqaret û berberiya civakî dikin. 
 
BI HEV RE DEMOKRASÎ
BI HEV RE EDALET
BI HEV RE AŞTÎ"
 
 
 
 

Sernavên din

29/09/2021
10:24 Girtiyê ji sedî 98 astengdar ji bo raporê şandin Stenbolê
10:21 ‘Deklerasyona HDP derketina ji gêdûka tarî ye'
09:35 Rêveberiya Xweser, wê giliyê Tirkiyê li NY û YE bike
09:32 Li cihê ku neft lê hatibû dîtin, dar tên birîn
09:11 Dadgehê têkildarî damezrandina PÎA'yê, peywira Wezareta Karên Navxweyî bibîra wê xist
09:11 Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da
09:11 Înfaza girtiyê ku du gurçikên wî xera bûne nehat betalkirin
09:11 Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir
09:11 Derbarê dosyeya kolberên hatin kuştin de biryara 'veşarî'
09:11 Dadgehê plana avadaniyê ya qeyûm a li dijî rêgezên bajarsaziyê da sekinandin
09:01 Firotina wesayîtên kevn kêm dibe, fiyet biha dibin
09:01 Agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin: Li ser jinan şerek taybet tê meşandin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'AN
28/09/2021
16:43 Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ber bi rektoriyê ve meşiyan
16:37 Li Cizîr û Hezexê jinan vexwendin şahiyê
16:12 Ji bo Tuzel heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
16:01 Jina ku hat angaştkirin ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da
15:53 Li Edenê bertek nîşanî hewldana êrişa li dijî Hatîmogûllari dan
15:51 Polîsan wî revandiye û sîxuriyê lê ferz kirine
15:26 Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di roja 179’emîn de ye
15:11 Ji bo Roboskiyê ‘edalet’ hat xwestin
14:52 Pankarta malbata Şenyaşar hat binçavkirin!
14:39 Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin
14:10 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:55 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha cotmehê aşkere kir
13:05 Hatimogullari: Du kesên çekdar ku gotin ‘em polîs in’ xwestin bi ser mala min ve bigirin
12:47 Ji DEVA û CHP'ê daxuyaniya deklerasyona HDP'ê: Em pêşniyarên çareseriyê girîng dibînin
12:34 41 xwendekarên ku nikarin bi cih bibin hatin berdan
12:05 Talîbanê çûyîna zanîngehê li jinan qedexe kir
11:35 Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin
11:35 Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe
11:28 'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’
11:25 Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin
11:04 Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe
10:34 Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike
09:52 Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne
09:05 Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn
09:05 Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin
09:04 Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin