Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e

  • rojane
  • 09:04 28 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Amediyan anî ziman kir ku Erdogan ê ku meseleya kurdî înkar dike, li derveyî Amedê dibe dijminê kurdan. Amediyar diyar kir ku meseleya kurdî rastiyek e û muxatabê sereke yê çareseriyê jî Ocalan e. 

Piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ku gotibû "Em tevî HDP'ê dikarin meseleya kurdî çareser bikin", derbarê muxatabê meseleyê de bû cihê nîqaşê. Amediyan bal kişandin ser hebûn meseleyê û destnîşan kir ku muxatabê wê jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
 
 
MESELEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ
 
Selçûk Mete, diyar kir ku li Tirkiyeyê meseleya kurdî heye û mînaka vê ya herî berbiçav jî nikarin bi awayekî azad bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin bi xwe ye. Mete got: "Divê her kes bi awayekî azad karibe bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive. Li Komara Tirkiyeyê tîma Neteweyî ya Tirk heye, lê ez ranabim ez wê tîmê naparêzim. Ev meseleyek e. Heger tu rabî wê bi navê 'tirk' pênase bikî, û tu di çalakiyeke kurdekî de tirkan berz bikî, nexwe ev tê wê wateyê tu li ser pişta kurdan debara xwe dikî. Beriya her tiştî divê hemû mirov li ser vê pirsê hûr bibin." 
 
Mete, ji bo muxatabê meseleyê jî got: "Helbet muxatabê meseleya kurdî diyar e, Birêz Ocalan e. Parlementerên li meclîsê me temsîl dikin, zimanê me diparêzin, lê em gel divê tiştina bikin. Em dikarin bi awayekî aram bijîn. Li seranserê cîhanê hemû nijad serxwebûna xwe radigihînin. Em jî dikarin xwe bi xwe serxwebûna xwe ragihînin. Heger ew me esas negirin, em qet û qet wan esas nagirin. Tu qîmeteke qanûnan tune ye." 
 
DAXUYANIYÊN KILIÇDAROGLÛ
 
Mete, diyar kir ku divê Kiliçdaroglû di gotinên xwe de jidil be û got: "Her kes dixwaze di ser kurdan re tiştina bike. Bi kurdan dibin îqtidar. Bi kurdan dibin xwedî aborî. Mesele di me de ye, divê em xwe azad bikin. Divê em vê li bara civakê bidin der. Bê şik û guman muxatabê me Ocalan e. Ji lew re gava ewil ji wî dest pê kir. Ê ku ewilî em serwext kirin ew e. Peyrewên wî jî, em ciwan in. Ev kar dê bi ciwanan çareser bibe." 
 
Fatîh Sîpçîk jî got: "Em xwe bi xwe ketine nav lîstikekê, lê heya em hay ji vê çênebin, dê ev mesele çareser nebe. Li welatekî ku em bi rihetî niakrin bi zimanê xwe biaxivinî dê mirov çi qasî rihet be? Em ê qet rehet nebin. Gava tu fikira xwe bilêv dikî, a din a rojê tu tê binçavkirin. Paşê nîviyê temenê te di girtîgehan de derbas dibe. Girtî hemû ji ber ziman û çanda xwe di girtîgehan de ne. Kes şer naxwaze. Me çi qas got aştî, wan em kuştin. Ji bo me bitepisînin, em xistin girtîgehan. Ji lew re hêzeke wan î ku karibin bitepisînin tune ye." 
 
‘MUXATABÊ HERÎ MEZIN OCALAN E' 
 
Sîpçîl, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî divê girtiyên siyasî hemû bên berdan û got: "Erdogan ji bo hîmê xwe tekûz bike, siyasetmedarên me girtin. Lê bi ser neket. Her diçe welat bêtir dikeve nav çiravê. Muxatabê sereke yê meseleya kurdî Birêz Abdullah Ocalan e. Muxatabê herî mezin ew e. Lê mixabin bi salan e girtî ye, dîl hatiye girtin. Heger ew azad bibe, em ê rojên xweştir bibînin. Azadiya wî di dest me de ye. Em dixwazin di nêz de Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Girtiyên siyasî rûmeta me ne. Ne ji wan bûna, me yê ev roj nedîtana." 
 
DIJMINÊ KURDAN
 
Diyar Baran jî bal kişand ser girtina siyasetmedaran û got: "Belesebeb gelek siyasetmedar girtin. Bila wan berdin, dê meseleya kurdî çareser bibe. AKP, ji roja roj de bela xwe di kurdan dide. Tu lê dinerî dibêje 'meseleya kurdî tune ye', tu lê mêze dikî tê Amedê dibêje 'canê min fidayî we be.' Gava ji Amedê diçe dibe dijminê kurdan. Meseleya kurdî dê bi gel çareser bibe, bila gel bibin meclîsê, dê ev mesele di pênc deqeyan de çareser bibe." 
 
Azîz Avşar jî bertek nîşanî daxuyaniyên dawî yên Erdogan dan ên derbarê meseleya kurdî de û got: "Li Tirkiyeyê meseleya kurdî heye û ev rastiyek e. Muxatabê meseleya kurdî, kurd in." 
 
GOTINA GEL
 
Huseyîn Abbasî jî bawer nake ku Kiliçdaroglû meseleya kurdî çareser bike û got: "Ji bo mirovan ber bi xwe ve bikişîne, mexsûs wiha dike. Em bi feraseta berê ya CHP'ê dizanin. CHP'ê tu carî piştgirî li kurdan nekiriye. Ji roja komar hatiye avakirin heya nih tahde li kurdan kiriye. Muxatabê meseleya kurdî kurd in. Bawer nakim ku CHP meseleya kurdî çareser bike. Navnîşana çareseriyê gel e. Heger feraseta nijadperestiyê biguhere, dê mesele çareser bibe." 
 
‘DÊ BI EMPATIYÊ ÇARESER BIBE' 
 
Salîha Gaylan jî bertek nîşanî nijadperestiyê da û got: "Em hemû xwişk û bira ne. Divê cihêkariyeke wekî kurd û tirkan tune be. Lê rabûne tiştekî wiha dikin, dikim nakim fêm nakim. Înşelleh dê çareser bibe. Nijadperestiyek mezin li kurdan tê kirin. Divê her kes bi zimanê xwe biaxive, divê azadiya tu kesî neyê binpêkirin. Heger em mil bidin milê hev, dê ev mesele çareser bibe." 
 
MA / Eylem Akdag -  Ceylan Şahînlî

Sernavên din

29/09/2021
10:24 Girtiyê ji sedî 98 astengdar ji bo raporê şandin Stenbolê
10:21 ‘Deklerasyona HDP derketina ji gêdûka tarî ye'
09:35 Rêveberiya Xweser, wê giliyê Tirkiyê li NY û YE bike
09:32 Li cihê ku neft lê hatibû dîtin, dar tên birîn
09:11 Dadgehê têkildarî damezrandina PÎA'yê, peywira Wezareta Karên Navxweyî bibîra wê xist
09:11 Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da
09:11 Înfaza girtiyê ku du gurçikên wî xera bûne nehat betalkirin
09:11 Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir
09:11 Derbarê dosyeya kolberên hatin kuştin de biryara 'veşarî'
09:11 Dadgehê plana avadaniyê ya qeyûm a li dijî rêgezên bajarsaziyê da sekinandin
09:01 Firotina wesayîtên kevn kêm dibe, fiyet biha dibin
09:01 Agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin: Li ser jinan şerek taybet tê meşandin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'AN
28/09/2021
16:43 Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ber bi rektoriyê ve meşiyan
16:37 Li Cizîr û Hezexê jinan vexwendin şahiyê
16:12 Ji bo Tuzel heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
16:01 Jina ku hat angaştkirin ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da
15:53 Li Edenê bertek nîşanî hewldana êrişa li dijî Hatîmogûllari dan
15:51 Polîsan wî revandiye û sîxuriyê lê ferz kirine
15:26 Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di roja 179’emîn de ye
15:11 Ji bo Roboskiyê ‘edalet’ hat xwestin
14:52 Pankarta malbata Şenyaşar hat binçavkirin!
14:39 Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin
14:10 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:55 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha cotmehê aşkere kir
13:05 Hatimogullari: Du kesên çekdar ku gotin ‘em polîs in’ xwestin bi ser mala min ve bigirin
12:47 Ji DEVA û CHP'ê daxuyaniya deklerasyona HDP'ê: Em pêşniyarên çareseriyê girîng dibînin
12:34 41 xwendekarên ku nikarin bi cih bibin hatin berdan
12:05 Talîbanê çûyîna zanîngehê li jinan qedexe kir
11:35 Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin
11:35 Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe
11:28 'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’
11:25 Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin
11:04 Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe
10:34 Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike
09:52 Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne
09:05 Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn
09:05 Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin
09:04 Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin