Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir

  • rojane
  • 09:11 29 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Dadgehê ji bo kuştina Ceylan Onkol a 12 salî, biryar dabû ku ji sedî 90'ê qisûrê ya Wezareta Karên Navxweyî ye. Piştî vê biryarê wezaretê jî di serlêdana ji bo temyizê ya li Şûraya Dewletê de xwe avêt dexla parastina ku "qisûr tune" ye. 

Di 28'ê Îlona 2009'an de li gundê Kanîsipiyê yê navçeya Licê ya Amedê Ceylan Onkol a 12 salî gava heywanên xwe diçêrand, guleya hawina qereqolê lê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Di doza derbarê kuştina Onkulê de dadgehê Wezareta Karên Navxweyî mehkûmî tezmînatê kir.
 
Dadgeha Îdare ya 1'ê ya Amedê di 8'ê Adara 2021'ê de biryara xwe ragihand. Dadgehê di biryara xwe de ji sedî 10'ê qisûrê xist stuyê Onkolê û ji sedî 90'ê qisûrê jî xist stuyê Wezareta Karên Navxweyî û biryar da ku wezaret 283 hezar TL tazmînata maddî û manewî bide malbata Onkolê. 
 
Piştî biryarê parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku di warê hiqûqî de alîkariya malbata Onkolê dikin û parêzerên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ji bo temyîzê serî li Şûraya Dewletê dan. 
 
JI SEDÎ 10 QISÛR
 
Parêzerên malbata Onkolê di serlêdana xwe de diyar kirin ku dadgeha xwecihî biryara xwe bi vekolîn û nirxandineke kêm ragihandiye. Parêzeran di serlêdana xwe de got: "Kuştî bi teqemeniya hatiye avêtin ku li canê wê ketiye jiyana xwe ji dest daye. Ev yek bi dîtina pispor a berpêşî dosyeyê hatiye kirin jî hatiye îspatkirin." 
 
Ji ber hindê parêzeran ji bo ji sedî 10 qisûra ku li Onkolê hatiye barkirin îtiraz kirin û di serlêdanê de gotin: "Gava tespîtên di mutalaaya pispor aji aliyê Prof. Umît Bîçer ve hatiye amadekirin tên nirxandin de, tê fêmkirin ku kuştî ji ber teqîna muhîmata hatiye avêtin jiyana xwe ji dest daye. Lewma ne pêkan e ku qisûr li malbatê û kuştî bê barkirin." 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku miqdara tazmînatê ya hatiye diyarkirin jî nayê qebûlkirin.
 
CENDIRME: NE HIQÛQÎ YE
 
Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a girêdayî Wezareta Karên Navxweyî jî di serlêdana xwe ya temyîzê de derpêş kir ku kuştî bi muhîmata li erdê lîstiye û  bi tişta hesinî ya di dest xwe de li muhîmatê xistiye û muhîmat teqiyaye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Fermandariyê di serlêdana xwe de derpêş kir ku lewma biryara ji sedî 90 qisûrdarî ne biryareke hiqûqî ye. 
 
DERBARÊ DOZÊ DE
 
Di 28'ê Îlona 2009'an de li mezrika Xanbaz a gundê Kanîsipî yê navçeya Licê ya Amedê, Ceylan Onkol a 12 salî gava heywanên xwe diçêrand, bi guleya hawinê ya ku hat diyarkirin ji qereqolê hatiye avêtin jiyana xwe ji dest dan. Laşê Onkolê yê parçebûyî 6 saetan li cihê bûyerê hat sekinandin û dozger jî bi hinceta "ewlehiyê" 3 roj bi şûn de çû cihê bûyerê. Dayik Salîha Onkol, perçeyên laşê keça xwe xistin dawa xwe û delîlên li cihê bûyerê hemû radestî Serdozgeriya Komarê ya Licê kirin. 
 
Di raporên ji aliyê cendirmeyan û midûriyeta polîsan ve hatin amadekirin de hat îdiakirin ku Onkol bi şiva hesinî ya di destê xwe de li teqemeniyê xistiye. Rayeddarê cendirmeyan Yuksel Şanliturk di rapora ku amade kir de got, "Malbata Onkol sirf ji bo tazmînatê ji dewletê bistîne xwe wekî mexdûran nîşan dide." 
 
Parêzerên malbata Onkolê di sala 2010'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME'yê jî di 17'ê Çileya 2017'an de serlêdana malbata Onkulê bi dawî kir û biryar da ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Licê jî di 30'yê Nîsana 2014'an de derbarê lêpirsîna ceza ya derbarê mirina Onkolê de "biryara lêgerîna daîmî" da. 
 
Her wiha parêzerên malbata Onkolê ji bo tazmînata maddî û manewî li Dadgeha Îdare ya 2'yan a Amedê giliyê Wezareta Karên Navxweyî kirin. Dadgehê biryar da ku wezaret 28 hezar û 208 TL tazmînatê bide malbatê û tazmînata manewî jî red kir û vê birya xwe jî spart "Qanûna Derbarê Têkoşîna Li Dijî Terorê." 
 
Piştî vê biryar çû ber destê Şûraya Dewletê. Şûraya Dewletê jî di 16'ê Gulana 2019'an de biryara dayîna tazmînatê xera kir. PIştî vê Dadgeha Îdareyê jî di 8'ê Adara 2021'ê de biryar da ku bi giştî maddî û manewî 283 TL tazmînat bê dayîn. Hem parêzerên malbata Onkolê hem jî parêzerên wezaretê careke din ji bo temyîzê serî li Şûraya Dewletê dan. 
 
MA / Gokhan Altay

Sernavên din

29/09/2021
10:24 Girtiyê ji sedî 98 astengdar ji bo raporê şandin Stenbolê
10:21 ‘Deklerasyona HDP derketina ji gêdûka tarî ye'
09:35 Rêveberiya Xweser, wê giliyê Tirkiyê li NY û YE bike
09:32 Li cihê ku neft lê hatibû dîtin, dar tên birîn
09:11 Dadgehê têkildarî damezrandina PÎA'yê, peywira Wezareta Karên Navxweyî bibîra wê xist
09:11 Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da
09:11 Înfaza girtiyê ku du gurçikên wî xera bûne nehat betalkirin
09:11 Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir
09:11 Derbarê dosyeya kolberên hatin kuştin de biryara 'veşarî'
09:11 Dadgehê plana avadaniyê ya qeyûm a li dijî rêgezên bajarsaziyê da sekinandin
09:01 Firotina wesayîtên kevn kêm dibe, fiyet biha dibin
09:01 Agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin: Li ser jinan şerek taybet tê meşandin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'AN
28/09/2021
16:43 Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ber bi rektoriyê ve meşiyan
16:37 Li Cizîr û Hezexê jinan vexwendin şahiyê
16:12 Ji bo Tuzel heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
16:01 Jina ku hat angaştkirin ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da
15:53 Li Edenê bertek nîşanî hewldana êrişa li dijî Hatîmogûllari dan
15:51 Polîsan wî revandiye û sîxuriyê lê ferz kirine
15:26 Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di roja 179’emîn de ye
15:11 Ji bo Roboskiyê ‘edalet’ hat xwestin
14:52 Pankarta malbata Şenyaşar hat binçavkirin!
14:39 Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin
14:10 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:55 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha cotmehê aşkere kir
13:05 Hatimogullari: Du kesên çekdar ku gotin ‘em polîs in’ xwestin bi ser mala min ve bigirin
12:47 Ji DEVA û CHP'ê daxuyaniya deklerasyona HDP'ê: Em pêşniyarên çareseriyê girîng dibînin
12:34 41 xwendekarên ku nikarin bi cih bibin hatin berdan
12:05 Talîbanê çûyîna zanîngehê li jinan qedexe kir
11:35 Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin
11:35 Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe
11:28 'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’
11:25 Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin
11:04 Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe
10:34 Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike
09:52 Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne
09:05 Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn
09:05 Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin
09:04 Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin