Encamnameya Konferansa Jinan: Rejîma qeyûm a zayendperest dê hilweşe

  • jin
  • 11:20 29 Îlon 2021
  • |
img
ENQERE - Di encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê de, ev nirxandin hat kirin: “Rejîma qeyûm a zayendperest wê hilweşe, em ê jiyana nû bi hev re ava bikin.”
 
Encamnameya bi şîara “Parastina Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaziya Jinê, Dema Hilweşandina Rejîma Qayûm” ku ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve, di 25’ê Îlonê de, li Enqerê hatibû lidarxistin, hat aşkerekirin. Jinan, konferansa xwe di şexsê Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirinde, diyarî hemû jinên jiyana xwe ji dest dayîn kir.  
 
Di encamnameyê de, hat destnîşankirin ku xebatên xwe di konferansê de nirxandine û nîqaşên li ser xeta têkoşînê ya serdema nû hatin kirin. Careke din hat tekezkirin ku di pergala rêveberiyên herêmî de ku nûnertiya jinan nebe, pêkanîna demokratîk ne gengaz e. 
 
Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê wiha ye:
 
"Di konferansê de hemû xebatên me hatin nirxandin, xeta têkoşîna me ya serdema nû hat nirxandin û careke din hat diyarkirin ku di pergala rêveberiya herêmî de ger temsiliyeta jinan tune be pêşketineke demokratîk pêk dê neyê. Dîsa hat diyarkirin ku rêya herî girîng a li hember êrişên li ser gelê me û destkeftiyên me sekinîn, mezinkirina têkoşîna azadiya jinan e. Di vê wateyê de, em ê li dijî pergala zilamê serwer ê  zayendperest, mîlîtarîst, dijminê kurd û jinan li her derê pergala xwe ya azadixwaziya jinan bi rêxistin bikin.
 
EMÊ JI NÛ VE AVA BIKIN  
 
Em ê bi mîrateya ku me ji paşerojê girtiye, ji nû ve û li şûna xwe avakirinê di pêşengiya jinê de pêk bînin! Li hember polîtîkayên desthilatdariya zilamê serwer ku li tu qadeke jiyanê tehemula dîtina jinan nake, me got “em li her derê ne.” Li dijî êrîşên Peymana Stenbolê ku ewlehiya jiyana me ye, me tev bi hev re li qadan û meydanan têkoşînê meşand. Li şaredariyên ku me bi dest xistin, me rêgezên xwe yên hevserokatî û nunertiya wekhev xist meriyetê. Di tevahiya mekanîzmayên me yên rêveberiyê de, bi avakirina koordinasyonên me yên jinan re, me gotina xwe di her mekanîzmayê de bi cih kir. Me navendên jinan, stargehên jinan vekir. Li hember tundiya li ser jinan em tev bi hev re têkoşiyan. Me li hember rejîma zilam a ku jinan ji qadên rayagiştî dûr dixe, li qadên hilberînê zilaman bi cih dike, me li hilberîna li şûna xwe esas girt. Me got “em di hilberînê de hene” û me koperatîfên jinan û qadên îstîhdamê yên jinan vekir.
 
HEVSEROKATÎ XETA ME YA MOR E!
 
Li dijî siyaseta mêr me tu carî dev jê gotina ‘hevserokatî xeta me ya mor e’ berneda. Me ew kesên ku xwestin pergala me krîmînalîze bikin û hewl dan wekî sûc tev li dosyayên dozan bikin, di eywanên dadgehan de darizandin. Em ê dîsa bi têkoşîna xwe ya hevpar bersiva herî xurt bidin kesên ku pergala me ya hevserokatiyê hedef nîşan dan û qeyûm tayînê îradeya jinan kirin.
Pergala me ya hevserokatî ji hemû cîhanê re bû model. Herî dawî stendina xelata şaredariya herî baş a seroka Şaredariya Reqqayê Leyla Mustafa mînaka herî şênber a vê yekê ye. Ev xelat a hemû jinan e ku li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û parastina avakirina jiyaneke nû têkoşiyan. Di vê çarçoveyê de em jinên ku li Rojava û Şengalê pêşengtî ji jiyaneke nû re dikin, silav dikin. Bi heman rengî em têkoşîna jinên Afganistanê ku li dijî her cureyên êrîşên rêxistina mêr a Talîbanê xwe bi rêxistin kirin û têdikoşin, silav dikin û hestên xwe yên piştgiriyê ji wan re dişînin. Dîsa em dibêjin têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar ku ev zêdetirîn 200 roj in li ber Edliyeya Rihayê dide domandin, têkoşîna me ye! Herî dawî em silavên xwe dişînin hevşaredarên jin ên girtî û em soza domandina têkoşînê dikin ku heta digihêjin azadiya xwe.
 
QEYÛM DARBEYEK ZAYENDPEREST E
 
Me li dijî qeyûman ku destkeftî û têkoşîna jinan dikirin hedef, pergala xwe ya rêveberiya herêmî ku xwe dispêre azadiya jinan, berdewam kir û xist meriyetê.  Me li dijî pergala qeyûman ku navendên jinan girtin, mêr tayînê miduriyetên jinan kirin, stargehên jinan girtin û mekanîzmaya ku jin serlêdan bikin nehiştin, têkoşîna xwe mezin kir. Em bi gotina ‘ji bo me rêveberiya herêmî tenê avahiyên şaredariyan nîn in’ di serî de hevserokên me bi hemû jinên hatibûn hilbijartin, li qadan û meydanan bi gotina em dest ji destkeftî û mafên xwe bernadin, têkoşîna xwe mezin kir. Me bi hişmendiya ku bingeha siyaseta giştî rêveberiyên herêmî ye, derketin rê û pêkanîna polîtîkaya xwe ya rêveberiya herêmî ku xwe dispêre azadiya jinan, esas girtin. Li dijî polîtîkayên ku xwezaya me talan dike, qadên xwe yên jiyanê parast û me avakirina jiyaneke ekolojik parçeya herî girîng a xebatên xwe yên rêveberiya herêmî dît. Ji bo avakirina qadên jiyanê ku jin têde bijîn, me herêmên pîlot û bajarên jinan diyar kir. Piştî vê pêvajoyê em soza mezinkirina rêxistinbûn û hêza xwe, bi hev re avakirina bajar, tax û qadên jiyanê ya bi rengê jinan, didin. Em careke din diyar dikin; ne qeyûmên nîşaneyên îktîdarê ne ku têkoşîna jinan hedef digirin û jinan derveyî mekanîzmaya rêveberiyê dihêlin dê têkoşîna yekpare û rêxistinbûna jinan bi ser bikeve.  Em ê rejîma qeyûma zayendperest hilweşînin û bi hev re jiyaneke nû ava bikin.
 
BI REJÎMA QEYÛM WÊ SER NEKEVIN
 
Qeyûmên ku bi destê îtîfaqa mêrane ya AKP-MHP'ê ya ku hemû polîtîkayên xwe li ser dijminantiya jinan û kurdan dide meşandin, li aliyekî destkeftiyên jinan û kurdan tune dike, li aliyê din jî li bajaran tabellayen pir zimanî radikin. Parkên Jinan digirin. Qadên civakî digirin. Bi vê yekê dixwazin civakê bê hafiza bihêlin. 
 
Rejîma  qeyûmê ya ku li Kurdistanê pêş dixin, mirov nikare ji polîtîkayên tecrîda ku li ser hemû civakê ferz dikin û kûr dikin serbixwe bifikire. Hemû girêdayî polîtikayên tecrîdê ne. Em pir baş dizanin ku li dijî êrîşên di serî de li hemberî jinên kurd û hemû jinan, jinên ciwan û polîtikaşên şerê taybet pêwiste em bêtir têbikoşin û pêwiste em bêtir bi hêz tev bigerin. Ji her demê bêtir pêdiviya me bi têkoşînek bi hêz heye. Îro bi sedan rêhevalên me yên jin ên têkoşîna azadiyê didin, li girtîgehan dîl hatine girtin. Li girtîgehan bi hemû cureyên binpêkirina mafan û polîtîkayên tecrîdê re rû bi rû dimînin. Em li vir carek din tînin ziman ku em ê rê û rêbazên şikandina polîtîkayên tecrîda ku îro li girtîgehan dest pê kiriye û li ser hemû civakê belav bûye bi hev re pêş bixin. Em ê bi hevre polîtîkayên tecrîdê bişkînin. Em ê jiyana hevpar bi hevre di pêşengiya têkoşîna jinê de pêş bixin. Em ê li dijî polîtîkayên şer û tundiyê her tim aştiyê biparêzin û parastina aştiyê bidomînin. 
 
SIYASETA XETA SÊYEMÎN
 
Siyaseta xeta Sêyemîn a li dijî rejîma yekperest ku bi rengên xwe, bi baweriyên xwe, bi çanda xwe dibe alternatifa jiyana hevpar, em di milê jinan de wekî bingeha civaka demokratîk dibînin û pênase dikin. Em baş dizanin ku xet û rêya avakirina siyaseta nû di vê siyaseta xeta Sêyemîn re derbas dibe.
 
Siyaseta xeta Sêyemîn ji bo me di avakirina îtîfaqa hevpar a jinan û mezinkirina têkoşîna li dijî rejîma qeyûm, polîtîkayên tecrîdê û pergala mêrê serdest re derbas dibe. Di vê wateyê de sedsala nû êş û jana guhertin û avakirina jiyana nû dijî. Ev sedsala, di nava xwe de têkoşîna hebûna jinan a derketina ser dikê îlan dike. Têkoşîna hebûna xwe ya derxistina ser dikê dide. Dem hatiye ku em destkeftiyên xwe ji dest bernedin. Dem hatiye ku em hemû rejîmên di rêveberiya herêmî û xweser de hewl dide me dîl bigire, xera bikin. Di vê wateyê de em baş dizanin ku pêşxistina demokrakiyê û parastina wekheviya zayendparêziya civakî, di têkoşîna jinan re derbas dibe. Em baş dizanin ku têkoşîna me dê pêş bixe. 
 
Em bi rêya vê konferansa xwe bang li hemû jinan dikin: Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, êrîşên li dijî jinan û destkeftiyên jinan, di heman deme de li dijî me jî pêk hatiye. Em hemû jinan dawet dikin û dixwazin li dijî newekheviya zayendparêziya civakî têbikoşin. Em dixwazin li dijî feraseta zayendperest jiyana demokratîk, azadîparêziya jinê, demokratik, ekolojik ava bikin. Em dizanin ku ji Rojava heta Şengalê û ji Polonyayê Şîllî, Arjantin û Afganistanê jin dê li dijî feraseta şaş li qadan bin. Em dizanin ku li Tirkiyeyê tevgera jinan jî û jinên feminist jî dê bibin dengên jinan û bêtir dengên jinan belav bikin. Wekî Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku li Beyrutê pêk hat, li dijî vê pergalê gotiye fermo kerem bikin. 
 
DI ŞEXSÊ POYRAZ DE DIJARÎ JINAN DIKIN
 
Di encamê de me kongreya xwe di şexsê Deniz Poyraz de diyarî hemû jinên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin dikin. Em hevrêyên xwe yên jin ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Me soz daye wan ku em van xeyalên wan pêk bînin."

Sernavên din

02/10/2021
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê
11:16 Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest
10:13 Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin
10:09 Ji bo axaftina berî 7 salan, doz vekirin
09:51 Walî û midurên polisan ên nû hatin tayînkirin
09:36 Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye
09:10 Hilbijêrên Partiya ÎYÎ û AKP'ê li dijî hevserokatiyê ne
09:09 Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam
09:09 Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin
09:08 Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
09:05 Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk
09:04 Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN
01/10/2021
21:15 Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê
20:59 210 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:56 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em hêzên çekdarî yên PDK'ê qebûl nakin
18:24 Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn
17:02 Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn
16:43 Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû
16:03 Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn
15:48 Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne
15:28 Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan
15:19 Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin
15:19 5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin
15:18 Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin
15:17 ‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’
15:04 36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn
14:17 DÎSK'ê bernameya xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê aşkera kir
14:08 DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir
14:00 Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re hat şandin
13:52 Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan
13:05 Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê serdana HDP’ê kir
12:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgerî û girtîgehê dan
12:07 Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin
11:15 Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê
11:10 Clare Baker: Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê xurtkirin
10:53 Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin
10:14 Amerîkayê li Idlibê rêveberekî El Kaîdeyê kuşt
09:05 Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek
09:04 29 salan ji bo Kûrt ê bi îşkenceyê hat kuştin dan dû edaletê: Encam bêcezatî!
09:04 30 sal in girtiye, cezayê wî qediyaye, nayê berdan!
09:04 'Keç û kurê manewî' yên qeyûmên Mêrdînê hatin terfîkirin
09:00 Yûsûfoglû: Divê CPT ji ber binpêkirinên mafan biçe Îmraliyê
09:00 Rêwîtiyeke talûke: Bi kelekê li pengava bendavê dixin û diçin dibistanê
09:00 Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'AN
30/09/2021
19:15 Cenazeyê Can bi awayekî girseyî hat definkirin
16:55 MSD'ê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re Sûriyeyê axivî
16:04 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin
15:43 Li Botanê HDP'ê lez da xebatên xwe: Em HDP'yî ne û li her derê ne
15:32 Derbarê ciwanê li Êlihê bi çekê birîndar bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:15 Doza qetilkirina Fatma Altinmakas hat taloqkirin
14:38 Başaran: Îqtidar û daraz, bersûcan û kujeran diparêz e
14:29 Fîncanci: Heta ku gotin azad bibe wê têkoşîn bidome
14:13 ESP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:27 Meclis vedibe: Pêşniyarên binîqaş di rojevê de ne
12:22 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
12:01 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:47 HDP: Wê qeyûm biçin û em ê bimînin
11:41 Rojnamevanê Murat Kuseyrî koça dawî kir
11:40 Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya rojnamegerên ku PDK'ê wan girtiye
11:29 Serokê Giştî yê PÎA’yê: Deklarasyon girîng e divê gav were avêtin
11:06 Bavê Sûat Şahîn: Piştî birîndarkirinê bi awayekî kelemçekirî lê dane
10:41 Li Kerkûkê di 6 mehan de 50 jinan xwe kuştiye
10:35 Cenazeyên Oklu û Yildiz li Wanê hatin veşartin
09:54 Li Hatayê dayik û du zarokên xwe mirî hatin dîtin
09:48 Ji welatiyan şîroveya aboriyê: Me berê bi qaseyan dikirî niha em nikarin bi kîloyan bikirin
09:06 Dîlgirtineke 37 salan, bêrîkirina 28 salan
09:06 Di wesayîta şîrketa ku unîformayan ji TSK'ê re peyde dike tiryak hat zevtkirin
09:06 5 sal in du guleyên di milê wî de nehatine derxistin
09:06 Fatûreya ceyrana girtîgehê li girtiyan tê barkirin
09:06 Li Farqînê jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin
09:06 KASED ji bo jin û zarokan dest bi kargehan dike
09:06 Welatiyê ku 21 sal in bê nasname ye, nikare tedawî bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2021'AN
08:32 PDK'ê Hesen piştî 112 rojan serbest berda
29/09/2021
20:16 227 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Malbata Yazan li benda cenazeyê kurê xwe ye
18:57 Malbatan piştî 6 mehan cenazeyên zarokên xwe wergirtin
16:04 CFWIJ: Nûçegihaniya jinan tê terorîzekirin.
15:37 Di doza Komkujiya Pirsûsê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:03 Dadgehê pirsa 'te çima qîr nekir?' ji zaroka hat tecawîzkirin pirsî
14:33 Doza Fîgen Ektî hat paşxistin
14:23 Baroya Amedê: Bila penaberên zarok, astengdar û xetereya wan a mirinê heye neyên dersînorkirin
12:21 Dozger ji rojnameger Yalçin re 20 sal ceza xwest
12:21 Cenazeyê Kahraman Sûnar hat veşartin
12:21 Ayeta kurdî ji tabeleya mizgeftê hat rakirin
12:05 Ava Gola Wanê kêm bû û qirêjî derket holê
11:37 Agahî ji ciwanê ku Talîbanê binçav kiriye nayê girtin
11:20 Encamnameya Konferansa Jinan: Rejîma qeyûm a zayendperest dê hilweşe
10:43 3 demsal derbas bûn: Heta pêkanîna edaletê em veneqetin
10:42 Karkerekî ji Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da
10:41 Li Herêma Bestayê operasyona leşkerî hat destpêkirin