ŞIRNEX - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cenazeyê 2 endamên HPG'ê tên sekinandin.
Li Herêma Bestayê ya Şirnexê di encama şerekî ku di 29'ê Îlonê de di navbera endamên HPG'ê û leşkeran qewimî de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên van endamên HPG’ê di heman rojê de anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyê ji 3 endamên HPG'ê cenazeyê Mehdî Uysal di 30'yê îlonê de ji aliyê malbata wî ve hatibû teşhîskirin û wergirtin û cenazeyî wî li goristana Şirnexê hatibû veşartin. Cenazeyê her du endamên HPG’ê ku navên wan nehat zanîn hêj li morga nexweşxaneyê tên sekinandin.