NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk, gundê Bole yê bi ser devera Bradost a li Herêma Kurdistana Federe ve bombebaran kir.
Bombebaranên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe didomin. Li gorî nûçeya Rojnewsê, artêşa tirk gundê Bole yê bi ser devera Bradost a li Herêma Kurdistana Federe ve bombebaran kir. Hat diyarkirin ku di bombebarana artêşa tirk de gelek malan zirar dîtiye.