ŞIRNEX- Dayika Rahîme Înal ku çû hevdîtina zarokên xwe yên girtî Veysî û Zekî Înal ên di Girtîgeha Wanê de, li ser rêya Bedlîs- Wanê qeza kir û jiyana xwe ji dest da.
Dayika Rahîme Înal (50) ku ji bo hevdîtina zarokên xwe yên girtî Veysî û Zekî Înal ên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de girtî ji bajaroka Gundikêmelê ya Şirnexê çû Wanê, li ser rêya Bedlîs û Wanê qeza kir. Di qezayê de dayik Înal jiyana xwe ji dest da û keça wê û ajokarê wê wesayitê jî bi giranî birîndar bûn. Cenazeyê Înal rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê û keça wê û ajokar jî ji bo dermankirinê rakirin heman nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku wê cenazeyê dayika Înal sibê li goristana Gundikêmelê bê definkirin.