Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne

  • rojane
  • 09:10 14 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku hilbijartinên ku di 10'ê Cotmehê de li Iraqê çêbûn nirxandin, got: "Encamên hilbijartinê ne rewa ne û ev hilbijartin komployeke bû, li dijî civaka Êzidî."

Li Iraqê, di 10’ê Cotmehê de, ji sedî 41'ê hilbijêran çûne ser sindoqan û dengê xwe dan. Piştî sala 2003’yan, yekemîn car hilbijartina pêşwxt hat lidarxistin. Li gorî salên berê, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê dawî pir kêm bû. Li gorî encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê PDK'ê 32 parlementer û YNK'ê jî 15 parlementer bi dest xistin. Her wiha li gorî encamên dawî rayên PDK'ê li gor ên sala 2018'an kêm bûne. PDK'ê di hilbijartina di 2018'an de 724 hezar û 727 deng wergirtibûn, lê di hilbijartina dawî de PDK'ê 420 hezar û 430 deng bi dest xistin. PDK'ê di vê hilbijartinê de 304 hezar û 297 deng wenda kirin. 
 
Ji xeynî vê, roja hilbijartinê li Şengalê, dengdana Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi qasî saetekê dereng dest pê kir û li 21 navendan bi hinceta ku "amûrên dengdanê naxebitin" dengdayîn hat rawestandin. Di heman demê de li bajarên wekî Hewlêrê li ber avahiyên hilbijartinan hêzên Zêrevanî hatin bicihkirin. Lewma li herêmê hilbijêr di bin gef û zextên PDK'ê de çûn ser sindoqan. 
 
Rojnamevan Îbrahîm Êzidî ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, derbarê encamên hilbijartinê û bûyerên di hilbijartinê de çêbûn de axivî.
 
'HEGER HÎLE NEKIRINA DÊ BI SER NEKETANA'
 
Rojnameger Îbrahîm Êzidî, diyar kir ku tiliya Amerîka û Tirkiyeyê jî di vê hilbijartina peşwext de heye û wiha axivî: "Ev hilbijartin di demekê guncav de pêk hat. Li Şengalê li gel destpêkirina xebatên hilbijartinê êrişên dewleta Tirk çêbûn. Tenê di pêvajoya hilbijartinê de civaka êzidî 10 şehîd dan. Ji bilî êrişên hewayî gefên dijmin ên li ser Şengalê jî dewam dikirin. Rexmî vê yekê bi saya hêzên parastina cewherî ku Şengalê diparêzin, pêvajo bi awayekî ewle bi rê ve çû. Di vir de xuya dibe ku li Şengalê pirsgerêkên ewlekariyê tune ne. Iraq, Amrîka û PDK’ê pêşengtiya hilbijartinê kirin. Balkêş e ku ev hilbijartin di salvegera yekemîn a peymana 9’ê Cotmehê de hat kirin. Û her ev hêz û alî bûn ku peymana 9'ê Cotmehê  îmzakirin. Loma ne pêkane bû ku ev hêz li Şengalê bê hîle bi ser bikevin." 
 
'PDK BI DENGÊ ÊZIDIYAN BI SER NEKET'
 
Êzidî, bal kişand ser rêjeya tevlîbûna hilbijartinê û bilêv kir ku PDK bi hîleyan li Şengalê bi ser ket û axaftina xwe wiha dom kir: "Li Şengalê ji 83 hezar dengan tenê 13 hezar kesî dengê xwe bi kar anî. Her kes dizane ku cîhazên dengdanê li Şengalê dereng kar kirin û gelek hîle hatinkirin. Ev jî bû sedem ku dengên êzidiyan li Şengalê kêm bibin. PADÊ li Şengalê 2 hezar û 612 deng girtin. Lê belê ev deng û hilbijartin ji aliyê PADÊ ve hatin redkirin û nehat qebûlkirin. Di Şengalê de PDK’ê 3 namzetên xwe derxistin û bû partiya yekemîn. Lê PDK’ê bi dengê Êzidiyan  nbû yekemîn. Dibe ku ev deng ê êzidiyên ku ji dema fermana li ser Şengalê ve di wargehên PDK'ê de dil tên girtin be. Em nikarin bêjin ku ev kesên ku hilbijartin temsîliyeta gel dikin. Tişteke wisa tune ye û tu mafê wan jî nîne ku xwe weke temsîlên civaka êzidî bidin nîşandin. Tu rewabûna vê hilbijartinê tune ye. Ji ber ku ji sedî 41 tenê dengê xwe bi kar aniye. Ev hejmar jî nîşan dide ku hêviya gel a li hemberî Hikûmeta Iraqê nemaye." 
 
'JI BO KU PADÊ BI SER NEKEVE SERÎ HER TIŞTEKÎ DAN'
 
Êzidî, da zanîn ku li herêmên ku êzidî lê diman, zext û gefên gelek cidî li ser êzidîyan hebûn û axaftina xwe wiha domand: "Tu ferqa vê hilbijartinê û 9’ê Cotmehê ji hev tune ye. Civaka êzidî xwedî baweriyeke mezin e û heya niha jî bi xwe bawer e. Lê êzidî ji hikûmetê bawer nakin. Ji ber ku ji Bexdayê heta navendên dengadayînê, kesên 
ku bi karên hilbijartin re eleqedar dibûn, hemû jî dijberê civaka êzidî ne û tiliya wan di hemû planên li ser Şengalê de heye. Ji bo ku PADÊ bi ser nekeve serî li her tiştî dan. Eger PADÊ bi ser biketa wê peymana 9’ê Cotmehê ji holê bihata rakirin. PDK’ê bi zext û zordariyê bi ser ket. Ji xwe re zemîn çêkir ku di demê pêş de bêje 'Gelê Şengalê me dixwaze û em ê vegerin Şengalê.' Lê ev yek nayê qebûlkirin. Êzidiyên Şengalê li dijî PDK’ê ne. Êzidiyên ku di wargehan de dimînin jî PDK’ê naxwazin. Lê ji ber gef li wan tên xwarin ji bêgavî qebûl dikin.  
 
Encamên hilbijartina di aliyê rêvebirinê de û bi taybet jî li ser rêveberiya Xweser a Şengalê wê tu bandorekê neke. Tenê bandora hilbijartinê wê ew be ku kesên ku li ser Şengalê plan dikirin wê carekî din zimanê xwe dirêj bikin. Lê êzidiyên ku ji dema fermanê heta niha li ber xwe didin, wê weke her carê ziman dirêjiyên wan qebûl nekin." 
 
'EV HILBIJARTIN NE REWA YE' 
 
Rojnameger Îbrahîm Êzidî, anî ziman ku wê civaka êzidî hebûna PDK'ê ya li Şengalê qebûl neke û di dawiya axaftina xwe de got: "PDK dixwaze ku derbasî Şengalê bibe û ji dewleta tirk re sîxûrtiyê bike. Ciwanên êzidî qetil bike û wan biavêje girtîgehan. Lê Êzidî wan li ser axa xwe ya pîroz qebûl nakin. Êzidî baş dizanin ku PDK kî ye û ji bo çi kar dike. PDK dixwaze xwe wekî kurd bide nîşandan. Lê gelê Şengalê dizane ew ji bo xîzmeta kurdîtiyê kar nakin. Gelê êzidî pêwîste xwe ji tekoşîn û berxwedaneke 
mezin re amade bike. Encamên hilbijatinê ne rewa ne, û ev hilbijartin komployek bû li dijî civaka Êzidî."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

15/10/2021
09:04 Zabitayan li zaroka kaxezan berhev dike, xistin
09:04 Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
09:04 3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?
09:04 Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn
09:04 Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'AN
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir