Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî

  • rojane
  • 10:04 14 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdehiyê yê HDP’e Salîm Kaplan, bal kişand ser perwerdehiya zimanê kurdî û ev tişt got: "Hewceye her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî. Ji bo ku em encam bigirin tu sedem nîne."

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), di 12 cotmeh’ê de sertîfîkayên xwe pêşkêşî rêveber, parlamenter û xebatkarên HDP'ê yên ku ji qursên zimanê kurdî mezûn bûne kir. Perwedehiya zimanê kurdî bi polen ku hîn neqediyane li HDP’ê didome. Perwerdehî bi awayek online tê meşandin. Heta niha herî kêm 400 kes beşdarî perwerdehiyê bûne. Hevserokê MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdehiyê yê HDP’e Salîm Kaplan, derbarê perwerdehiyê û tekoşîna ziman de axivîn.
 
Di destpêka axaftina xwe de Hevserokê MED-DER’ê Şîlan Elmas, kampanya ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê dabûn destpêkirin bi bîr xist û diyar kir ku HDP’Ê berpirsariya xwe ya kampanyayê bi cih aniye û wiha got: “Parlamenter, endamên MYK û PM’ê jî di nav de nêzî 450 xebetkarên HDP’ê dest bi fêrbûna zimanê kurdî kirin. Hewldan û xwedî derketina HDP’ê ya kampanyayê xurt bû. Hê jî em kampanyayê bi hev re didomînin û pewerdekirina HDP’iyan berdewam dikin.”
 
‘JI BO MAFÊN GELAN NEYÊN BINPÊKIRIN PIR ZIMANÎ’ 
 
Di berdewamê de Elmas, bal kişand ser damezirandina Komara Tirkiyeyê û destnîşan kir ku komarê yek zimaniyê esas girtiye û ji ber vê zimanê bi milyonan kurd, ermen, ereb û suryaniyan tune hesibandiye û ev tişt anîn ziman: “Li welatên ku demokrasî li wan pêş e, ji bo ku mafên gelan bin pê nebin di perwedehiya xwe de pirzimaniyê esas digirin. Lê li Tirkiyê, gelek parlamenterên ku partiyên dinê de cih digirin ji bo zimanê xwe tu tekoşînek nameşînin. Kurdewariya xwe jî ji bîr dikin û tim xwe di bandora desthilatdaran de dibînin.”
 
ARMANCA FERMÎKIRINA ZIMANÊ KURDÎ YE
 
Herî dawî Elmas qala armanca MED-DER’ê kir û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Armanca MED-DER’e ew e ku kurdî bike zimanê fermî. Bi xebatên MED-DER’ê xwedîderketina li kurdî zêde dibe lê ev tenê ne bes e. Kijan partî were serî dibêje em dê Pirsgirêka Kurd çareser bikin. Vê rewşê qebûl dikin. Pirsgireka çand û ziman heye. Ji ber vê em dibêjin zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Hewceye dewlet êdî dev ji hişmendiya nijadperestiyê ya li dijî zimanê kurdî berde.”
 
OTOASÎMÎLASYON        
 
Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdehiyê yê HDP’e Salîm Kaplan jî bi bîr xist ku di bernameya HDP’ê de pir zimanî heye û wiha got: “Politikayek pişaftinê ya taybet li ser kurdan û zimanê kurdî heye. Ji damezirandina Komara Tirkiyê heta îro bi aweyekî sîstematîk li ser kurdan êrîşek mezin heye.  Kesên ku li ziman xwedî derketin hatin girtin û gelek caran hatin qetilkirin. Lê em çiqas behsa van polîtîqayan bikin jî otoasîmîlasyonek jî di nav gelê kurd de heye. Kurdên temenê wan di bin 18 salan de yên li metrepolan dijîn êdî bi zimanê xwe naaxivin. Vê yekê bandora xwe dabû nava HDP’ê jî. Di nav HDP’ê de tirkî bûbû zimanê sereke.”
 
‘PARTIYA ME LI HEMBER POLÎTÎQAYÊN PIŞAFTINÊ YE’
 
Di berdewamê de Kaplan, bi van gotinan bal kişand ser serweriya zimanê tirkî ya di nav HDP’ê de: “Xebatên dihatin meşandin zêdetir bi tirkî bûn. Encamname, giştîname bi zimanê tirkî dihatin nivîsandin. Ji tirkî wergera wan a kurdî dihat kirin.  Ev bi xwe hiyerarşiyek dixist nava zimanan. Partiya me ji berk u li dijî polîtîqayên pişaftinê ye, hewl da ku zimanê kurdî bibe zimanê bingehîn ê partiyê. Ji bo vê pêdivî bi perwedehiyê hebû. Me bi 7 polan xebatên xwe da destpekirin. Xwedîderketinek mezin hebû û gelek kesan belgeyên xwe wergirtin. Perwedihiyên me berdewam dikin. Wê êdî ji nava HDP’ê mamosteyên zimanê kurdî jî derkevin. Em ji bo vê dixebitin.”
 
TEKOŞÎN 
 
Kaplan, bi lêv kir ku xebatên wan ji bo gelê kurd xwe rexnekirine û ev tişt anîn ziman: “Piştî v^’e xebatê piranî afîş, pankart û belavokên me bi du zimanan tên amadekirin. Êdî peyam an jî giştînameyên ku tên parvekirin jî bi kurdî tên amadekirin. Hevalên me jî hê bêtir li parlamentoyê axaftina xwe bi kurdî dikin. Heta sala çuyî jî dema ku li meclisê bi kurdî dihate axaftin digotin ‘xxx’ niha dibêjin ‘zimanek ku me jê fêm nekiriye’ ev rureşiyek meclisê ye. Lê bi vê tekoşînê êdî neçar man ku navek din lê bikin. Bi vê helwest û têkoşînê em bawerin ku wê êdî li meclisê jî di girtekan de bibêjin bi zimanê kurdî hate axaftin. Bi vê tekoşînê wê politiqayên pişaftina sedsale wê vala derkeve.”  
 
‘HEWCEYE KURD MALA XWE BIKIN CIHÊ PERWEREDHIYÊ’
 
Herî dawî Kaplan, ev bang li gelê kurd kir: “Hewceye her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî. Têkiliya cîrantiyê, dan û stendina bazirganiyê, hemû tişt dibê bi zimanê kurdî be. Ji wewn û xeyalên me hetanî îbadeta ku em dikin divê bi zimanê kurdî be. Her çiqas kêmasiyên me hebin jî em wek HDP di nav vê hewlêdanê de ne. Ger ku em tekoşîna ziman bi hevre bimeşînin bi rastî ji bo ku em encam negirin tu sedem namîne.”
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

14/10/2021
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne
09:05 NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
09:05 50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê
09:05 Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin
09:05 Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin
09:05 18 sal in pêlavan boyax dike
09:04 Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN
11/10/2021
16:57 ‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’
16:16 Îdîanameya derbarê qatilê Denîz Poyraz de hat qebûlkirin
16:15 Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye
15:54 Li du bajaran tundî li jinan kirin
15:53 Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê
15:46 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
15:09 Ahmet Turk emeliyat bû
14:49 Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê
14:27 LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
14:27 ‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’
14:02 ‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
14:01 Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
13:42 Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin
13:33 Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê
13:19 Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin
13:12 Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze
13:08 Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn
12:46 Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn
12:34 Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:16 AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da
11:54 Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin