ERZÎROM - Leşkeran avêtin ser gundê Elûcar a navçeya Qereyaziyê.
Li Erziromê, leşkeran serê sibehê bi ser gundê Elûcar (Ulucans) ê navçeya Qereyaziyê de girt û gund dorpêç kir. Leşkeran piştre bi ser gelek malan de girtin. Hate ragihandin ku leşkeran li mal, axur û derdorê lêgerîn kirine û piştre ji gund derketine.
Di serdagirtina malan de leşkeran tu kesî binçav nekirin û sedema dorpêç û lêgerîna wan a li gund nehat zanîn.