Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin

  • rojane
  • 17:37 17 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Hunermendên kurd li Amedê bertek nîşanî qedexekirina konsera NÇM’ê ya li Stenbolê dan û gotin wê tu kes nikaribe hişmendiya qirker îro jî li dijî çand û hunera kurdî rûreşiyê dike û wê tu hişmendî nikaribe xebatên çand, huner û zimanê kurdî rawestîne. 

Hunermendên li Amedê yên di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dixebitin, li dijî qedexekirina konsera salvegera 30’yemîn a NÇM’ê ku dê li Stenbolê bihata lidarxistin, daxuyanî dan û şermezar kirin. Daxuyanî li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîle Firatê ya li Sûra Amedê pêk hat û gelek hunermend beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hunermend Devrîm Demîr daxuyanî xwend. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Ev 30 sale ku em wekî Navendên Çandê yên Mezopotamyayê, ji bo  Çand û Hunereke azad û bi zimanê Kurdî, li ber xwe didin.
 
ZEXTÊN LI SER SAZIYÊ
 
Ji destpêka salên 90’î û vir ve gelek caran saziyên me hatin girtin, hevrê û hevalên me hatin binçavkirin, girtin û cezakirin. Berdêlên mezin hem ji hêla xebatkarên NÇM’yan ve û hem jî ji hêla gelê me yê berxwedêr ve hatin dayîn û hîn jî tê dayîn. 
 
Çewisandin, gefxwarin, qedexekirin, pişaftin û pê re jî qirkirina çandî kêlîyekê  jî nesekinî. Hişmendiya ku kurdan înkar dike,  çand û hunera kurdî ya azad tune dihesibîne îro jî li ser kar e. 
 
Hîn çend roj berê cil û bergên me yên gelêrî hatin qedexekirin. Dîsa çend roj berê straneke me hat qedexekirin û doh jî  konser û bernameya çand û hunera kurdî ya NÇM'ê ji hêla hişmendiya qirker vê hate qedexekirin.
 
HIŞMENDIYA QIRKER 
 
Bi hincetên sosret yên wekî ev konser û bername  “dê ewlehiya civakê bixe xeterîyê û îhtîmala ku dê li wê derê sûc bê kirin û hwd” bernameya pîrozbahiyê ya 30’emîn damezrandina NÇM’ê ya ku dê li Stenbolê bihata li darxistin hat qedexekirin. Hişmendiya qirker qey nizane ku, Çand, Huner û Zimanê gelekî bi qedexekirinê nayê rawestandin. 
 
ÎRO JÎ RÛREŞIYÊ DIKIN 
 
Ji bo ku hûn dibêjin Neteweyek tune ye û hebûna wî înkar  dikin ew netewe ji holê ranabe. Gelê kurd di her şert û mercî de xwedî li çand û hunera xwe derketiye. Heger hûn vê rastiyê nizanin herin rûpelên dîroka berxwedana gelê kurd vekin. Yên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye û me ev pirsgirêk çareser kiriye, îro jî li rûreşî û derewên xwe diqelibin. Ew careke din li hemberî dîrokê tewanbar û sûcdar in. 
 
Em jî ji her demê zêdetir, xweşiktir, bi serbilindî û bi rihekî berxwedêr li hemberî polîtîkayên pişaftinê û qedexeyan li berxwe didin. 
 
RÊWÎTIYA ÇANDA KURDÎ NAYÊ RAWESTANDIN
 
Em xwedî wê soz û biryarê ne ku em gelê xwe bê Ziman, bê Çand û bê Hunera Kurdî nahêlin. Em wekî xebatkar, hunermend û dildarên Çand û Hunera gelê xwe vê biryara sosret bi tundî şermezar dikin û ji bo me her der û her qad cihê çand û hunera kurdî ye. Rêwîtîya Çand û Hunera azad ya Kurdî nayê rawestandin.  
 
Bijî çand, huner û zimanê kurdî û bijî huner û hunermendiya azad.” 
 
 

Sernavên din

20/10/2021
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome
17:38 'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye'
17:37 Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin
17:09 'Talankirina daran rawestînin'
16:05 Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin
15:45 Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin
15:34 Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin
15:14 Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin
15:06 Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin
14:00 Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne
13:45 Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin
13:24 Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin
12:41 Malbata Şenyaşar: Dê sûcdar rojekê hesab bidin