Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê

  • rojane
  • 10:58 18 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nîhat Kaya diyar kir ku operasyonek gengaz a Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne mumkun e û Tirkiyeyê di berdêla Idlibê de herêmên Til Rifat û Şehbayê kiriye mijara danûstandinan. Kaya got konjonktura li herêmê ne wekî berê ye û QSD bêyî DYA'yê xwe ji bo şer amade dike.

Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, di peyamên xwe yên piştî serdana xwe ya Amerîka û Rûsyayê de, daxuyaniyên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire da. Tam beriya serdana Erdogan a Rûsyayê, ji ber ku balafirên Rûs konvoya leşkerên Tirkiyeyê û komên ku bi ser wê ve  li Idlibê tevdigerin bombebaran kirin, Erdogan der barê operasyoneke muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da. Erdogan ji bo pirsa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniya, "Sebra me ji êrişên terorê yên ji Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê re nemaye” da û di 15’ê cotmehê de jî daxuyanî da û got: “Têkoşîna me wê di heyama pêş da bi awayekî pir cuda dewam bike. "
Rojnamevan Nîhat Kaya ku ev demeke dirêj e geşedanên li herêmê dişopîne, metirsiya operasyonek gengaz a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyên Erdogan, siyaseta Amerîka-Rûsya-Rejîma Şamê ya li ser herêmê û hêza leşkerî û geşedanên dîplomatîk ên li herêmê ji ajansa me re nirxand. 
 
Kaya da zanîn êrişek şênber di demên dawî de çênebûye, berevajî vê di paralelî van daxuyaniyan de di tevgera leşkerî ya TSK’ê ya li herêmê de pêvajoyek sekinandî ketiye dewrê û sedema girîng a daxuyaniyên hatiye dayîn çi ye. Kaya destnîşan kir ku kevir li tevahiya Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Sûriye û Tirkiyeyê dihejin û zehmet e ku bê gotin ka îhtîmala êrişek wê hebe an na.
 
SEDEMA TERCÎHKIRINA ŞER 
 
Kaya diyar kir ku sedema ewil a arezûya operasyoneke muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîna Amerîka ya ji Afganistanê û ketina welêt bin kontrola Talîbanê ye û destkeftiyên Talîbanê ji bo Amerîkayê şikestinek mezin e. Kaya wiha got: "Ew vê yekê ne tenê serketina Talîbanê, lê belê serketina hemû Îslama radîkal dibînin. Ew coş û heyecana wê dijîn. Têkçûna DAIŞ’ê ya sala 2019’an ku li Baxozê pêk hat bandora xwe li ser hemû îslamîstên radîkal kir. Ji bo wan niha li Afganistanê, serketinê bandor li her kesî kir. Vê rewşê bandor li îqtidara AKP-MHP’ê jî kir. Ji ber ku AKP di warê kokên îdeolojîk de ji wan ne dûr e.” 
 
Kaya destnîşan kir ku sedema duyemîn a ku Tirkiye xist nav operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî, siyasî û civakî ye û ew dixwazin pêşî li nerazîbûnên di civakê de derketine holê bigirin. Kaya diyar kir ku AKP ji ber ku têkçûna xwe dibîne, niha jî li dijî kurdan dijminatiyê dike û dixwaze têkoşîna kurdan bitepisîne. Kaya da zanîn ku AKP rêya derketina ji krîzê di operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibîne û ne mimkûn e ku AKP-MHP bi rengekî din ji vê krîzê derkevin. 
 
ABORIYA ŞER Û HEVDÎTINÊN TALÎBANÊ 
 
Kaya destnîşan kir ku ev hesabên AKP’ê di dema êrişên li ser Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê de kiriye îro li ber çavan girtiye û got: "Lê belê rewşa konjonkturel pir cuda bû. Destê Tirkiyê bihêztir bû. Divê ku meriv wê bipîve gelo ew niha di heman rewşê de ye. Tirkiyê wê di warê aborî de dikaribe vê yekê birêve bibe?" Kaya destnîşan kir ku yek ji sedemên bingehîn ên ku Tirkiye dixwest bi Talîbanê re bi Afganistanê re peyman çêke ev bû ku stûna aborî ya şer ava bike mebesta Balafirgeha Kabulê ew e ku ji bo dermanan rêyek derbasbûnê bide çêkirin û ji Venezuela anîna madeyên hişbirê ava bike. 
 
Kaya anî ziman ku Tirkiyeyê bi riya SADAT û MÎT’ê pîvana leşkerî ya şer ava kiriye û stûna dîplomatîk jî bikaranîna penaberan wekî tehdît hatiye çêkirin. Kaya da zanîn ku Tirkiye nikare stûna aborî ya şer ava bike, lê belê eger stûna aborî neyê avakirin, amadekariyên din wê hilweşin û ji ber vê yekê ew xwe nêzî Talîbanê dike. Kaya got: "Heke ku Balafirgeha Kabulê were sitendin, Tirkiye dê lingê aboriya şer bi hişbirê dabîn bike. Heya niha astengiya herî mezin a ku Tirkiye nikare şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş bixe jî lingê aboriyê pêk bîne. Ji ber vê yekê, rewşek xwe paş ve bikişîne heye.” 
 
KONJONKTUR NE GUNCN E 
 
Kaya bal kişand ku têkiliyên DYA-Tirkiyeyê wek ên berê nîn in û got: "Di serdema Donald Trump da Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê James Jeffrey û siyaseta DYA’yê ji bo ku xwe nêzî Tirkiyeyê bikin gelek tiştan kirin. Êrişên li dijî Girêspî û Serêkaniyê di encama vê de derketine holê. DYA bi serdema Biden re ji siyaseta James Jeffrey a li herêmê xwe dûr kiriye. Rûsyayê ji bi heman rengî bawer nebû û ew baweriya wan şikest. Piştî Trump, îqtidara AKP-MHP vegeriya DYA. Tirkiyê berê xwe da têgihîştina ku ew dikare karsaziyê bi Amerîkayê re bike. Ev rewşek bû ku Rûsya aciz kir; Hêza ku li Lîbyayê bi Rûsyayê re şer kir, NATO bû û li ser navê Tirkiyê kir. Ji ber vê yekê Rûsya bawerî bi Tirkiyê nayine. Tirkiye di navbera Rûsya û komên çete yên li Idlibê de sekiniye û sozên xwe bicih neaniye. Îqtidara AKP-MHP’ê di hundir de pir asê maye, ji bo ku vê yekê derbas bike pêwîstî bi êrişek derve dibîne. Lê konjonkturel ji bo vê ne guncan e. Dibe ku pirsgirêkên cidî hebin ku dikarin li dijî Tirkiyê jî bizivirin.” 
 
BÊ AMERÎKAYÊ PLAN TÊ KIRIN 
 
Kaya anî ziman ku daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Biden ên li ser gefên Tirkiyeyê yên li herêmê girîng in û wiha got: “Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî trafîkeke dîplomatîk li pêş xistiye. Şandeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demên dawî de bi taybetî serdana DYA-Rûsya û Fransayê kirin û hevdîtinên girîng pêk anîne. Niha tê xwestin ku planek bê Amerîkayê were kirin. Amerîka nebe wê şerek çawa were kirin. Di vê çarçoveyê de taktîkek şer tê birêvebirin. Em dikarin bêjin ku QSD xwe ji bo şerekî amade dike.” 
 
DI BERDÊLA IDLIBÊ DE TIL RIFAT Û ŞEHBA 
 
Li gorî Kaya; Tirkiye bêtir di berdêla Idlibê de herêma Til Rifat an jî Şehbayê dixwaze. Kaya destnîşan kir di bin sedema xwestina Tirkiyê ku van herêman dixwaze fobiya kurdan heye û wiha dewam kir: “Ev herêm ji aliyê stratejîk ve girîng in. Bi destxistina Til Rifat û Şehbayê tê wateya bidestxistina bakurê Helebê. Wekî din, bidestxistina wê herêmê tê wateya dorpêçkirina devera pîşesaziyê ya bi navê Nubl Zehra û devera pîşesaziyê li bakurê Helebê. Ew herêm di bin destê Îranê de ye. Di hevsengiyek wiha de pirsgirêk ne Rûsya ye. Îran dikeve dewrê. Ew ê bibe tiştek ku armanca wê şikandina bandora Îranê ye. Îran vê yekê qebûl nake. Ji ber ku ew bixwe jî dê were dorpêçkirin. Ji aliyekî ve Îsraîl bombebaran dike, lê dorpêça Tirkiyê ya vê herêmê dê Îranê bêzar bike. Ew ne rewşek e ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de were çareserkirin. Tirkiye li hember Riya M4 kete nav bazariyek wiha. Di vê rewşê de, ew nikarin encamek cidî bigirin, ji ber ku faktora Îranê dikeve dewrê.” 
 
PEYAM DIDE TIRKIYÊ 
 
Kaya anî ziman ku leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar di nava hev de ne û beriya hevdîtinên soçî Rûsya bi lêdana leşkerên Tirkiyê dixwaze peyam bide Erdogan. 
 
‘DIBE KU LI DIJÎ TIRKIYÊ BIZIVIRE’ 
 
Kaya destnîşan kir ku tê payîn di rojên pêş de amadekariyên leşkerî çêbibin lê belê niha rewşek sekinî tê xuyakirin û axaftina xwe bi dawî kir: “Demek pir bi rîsk e. Dikare her kêliyê li dijî Tirkiyeyê derkeve û ev rîsk li Tirkiyê bizivire. Ger rejîma Sûriyê êriş bike, dibe. Divê ku ev têkiliyên dîplomatîk hinekî din jî werin rûniştandin. Wê demek wiha biçe. Lê di dawiyê de dê şer derkeve. Lê hîn zû ye ku meriv viya bibêje. Erdogan ji bo blof bike û ji bo berjewendiya xwe bizivirîne gotinên wiha bikar tîne. Dikare êrişên hewayî bike, lê belê êrişên mîna yên sala 2019’an  ji bo Tirkiyeyê wê dijwar bin. Lê berevajî, dibe ku av ji bo Idlibê germ bibe ji ber ku aloziyek cidî heye. Sozên ku Tirkiyeyê bi cih neaniye hene. Ez difikirim ku pevçûnên li Idlibê dê germ bibin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal 
 

Sernavên din

20/10/2021
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome
17:38 'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye'
17:37 Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin
17:09 'Talankirina daran rawestînin'
16:05 Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin
15:45 Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin
15:34 Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin
15:14 Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin
15:06 Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin
14:00 Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne
13:45 Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin
13:24 Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin
12:41 Malbata Şenyaşar: Dê sûcdar rojekê hesab bidin