Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?

  • rojane
  • 16:48 18 Cotmeh 2021
  • |
img

AGIRÎ - Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Agiriyê di mitîngê de axivî û got: “Ma hûnê bi desteserkirina vîna gelekî û danîna qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin? Hûnê bi girtina Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş pirsgirêkê çareser bikin? Gelo hûnê bi pelçiqandina zarokên kurd a di bin panzêran de pirsgirêkê çareser bikin?” 

 
Mîtînga "Banga Demokrasiyê" ya ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Agiriyê hat organîzekirin bi beşdariyek girseyî dest pê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, ku danê sibehê li Balafirgeha Agiriyê bi def û zirnê hatin pêşwazîkirin, pişt re bi karwanekî qelebalix ber bi Panosê û ji wir jî derbasî navenda bajêr bû. Qada hevdîtinê ya li Qada Newrozê pêk hat tijî bû. 
 
‘NIKARIN ÇONGA ME DEYNIN ERDÊ’ 
 
Ewilî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku sîstema li Tirkiyeyê li ser xerabiyê hatiye avakirin û got: "Ermenî, Suryanî û netewên din ên li ser van axê dijîn hatin qetilkirin. Tenê wan nikaribû kurdan biqedînin. Wan çiqas êrişî me kirin jî, em sax man. Dema ku asê dimînin tim ji me re dibêjin 'bira', lê dema ku hewcedariya wan bi me namîne vê biratiyê ji bîra dikin. Îro yên ku xirabiyê dikin Erdogan û Bahçelî ne. Wan digot qey ew ê di demeke kin de di şerê ku wan li dijî Kurdan daye destpêkirin de encam bigirin, lê wan nekarî. Ger hûn hewl bidin pirsgirêkê sed carî bi heman rêbazê çareser bikin, hûn ê t u encamê negirin. Hûn sed sal in bi heman awayî nêzî pirsgirêkê dibin, lê Kurd çong daneni. Kurd dev ji parastina ziman û çanda xwe bernadin." 
 
TECRÎD Û PIRSGIRÊKA KURD 
 
Ozturk bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her tim banga çareseriya pirsgirêka Kurd kiriye û wiha got: "Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojhilata Navîn û hemû mafên bindestan bang dike. Gelê me ji bo daxwazên hatine ziman bedelên mezin dan. Em gelê Kurd jiyaneke bi rûmet û azad dixwazin. Heta ku aştiyek bi rûmet neyê vî welatî bila kes qala azadiyê neke. Em dizanin ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, li vî welatî tu pirsgirêk çareser nabe. Dema ku me van daxwazan bilêv kir, îqtidara AKP-MHP'ê hewl da Kurdan bîne ser çokan. Lê bi xêra gelê me, îro derket holê ku kî çongê daniye. Ev serkeftin a gelê me ye. Em careke din tînin bîra we; Hizra xwe bikin û dev ji vê pergala ku li ser xirabiyê hatiye avakirin berdin. Ev bi kêrî gel nayê. Vê îqtidarê di 5'ê Nîsana 2015'an de tecrîd da destpêkirin û maseya li Dolmabahçeyê rûxand û şer da destpêkirin. Li vî welatî, kes diguherin, partî diguherin, lê ya ku bi Kurdan dikin naguhere. Hewce ye ku pergala li vî welatî biguhere. Tecrîdê hemû pirsgirêkên li vî welatî girantir kir. Li vî welatî êdî hilberîn tune ye, çandinî û xwedîkirina sewalan qediyaye. Dolar her roj rekorek nû dişkîne. Nirxê pereyê tirkî êdî nemaye. Tevî van hemûyan jî 6 sal in şerekî tê meşandin. Hûn vî şerî ne ji bo azadkirina gelan, lê ji bo berjewendiyên malbatê dikin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji sala 1993'an û vir ve her tim destê xwe ji bo aştiyê dirêj kiriye. Ocalan digot, 'Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd pirsgirêk çareser nabe'. Lê ev yek nehat hesabê wan.” 
 
‘RÊYA ÎMRALIYÊ NÊZ E’ 
 
Ozturk destnîşan kir ku ew Kurdistanek azad û Tirkiyeyek demokratîk dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me ji bo vê yekê bedelên giran dan û em ê bidin jî. Lê bila bê zanîn ku baweriya kesî bi te (Erdogan) nayê. Tu niha qediyayî. Gelê Kurd hûn anîne vê rewşê. Em bi xwe û gelê xwe bawer in. Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em banga xurtkirina tifaqa xwe ya li pêşberî vê tifaqa faşîstan dikin. Werin em bi peymana civakî re destûrek nû çêkin. Wekî din çare nîne. Dev ji Putin û Biden berdin riya Îmraliyê vekin û rêya wê nêztir e. Ev derfetek e û wê ji dest bernedin.” 
 
‘EM WEK LEHIYA BIHARÊ TÊN’ 
 
Piştî Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku wan piştî danezana xwe ya 27'ê îlonê yekem car hevdîtina gel ango mitînga ewil li Agiriyê li dar dixin û wiha got: "Yên ku naxwazin hêvî û cesareta ku HDP'ê afirandiye bibînin, yên hewl didin pêşî lê bigire, divê werin li van meydanan binêrin û biryara xwe bidin. HDP wê bi gelê xwe re berxwedan û têkoşîna xwe mezin bike û bidomîne. HDP dê xwe li her deverê berifireh bike û bibe partiya milyonan û teşe bide siyaseta demokratîk. Hewl didin me bidin sekinandin. Ew hewl didin me asteng bikin ji ber ku riya em têde dimeşin rast e. Em ê tu carî serî netewînin, em ê ranewestin û em ê biryardariya xwe winda nekin. Bila ew ji wan re bibe derd. HDP îsal kete sala 9’emîn. Em partiyek in ku ji roja damezrandina xwe û vir ve her roj bi astengî, zordarî û pêkanînên dij-demokratîk re rûbirû ne, lê em tu carî têk neçûne û teslîm nebûne. Ji vir pê de em ê tu carî çongê daneynin. HDP bi bi lez û bez û wek lehiya ava biharê tê.” 
 
‘EM Ê HESABÊ HER TIŞTÎ JI WE BIPIRSIN’ 
 
Buldan diyar kir ku HDP niha mûxalefeteke demokratîk dimeşîne, lê di pêşerojê de wê bibe perçeyek îqtidara demokratîk û wiha berdewam kir: “Em bi bedel û hewldanên mezin hatin vê qonaxê. Jinên me, dayikên me û gelê me ked dane û bedel dane. Em ê teqez berdêla ked û berxwedana me daye bi dest bixin. HDP dê bibe partiya ku dê di hilbijartinan de vî welatî birêve bibe. Rêvebirên vî welatî hovîtiyên mezin kirine. Ji pencereya qesrê, her tişt xweş û aram tê dîtin, yên ku ji pencereya wê qesrê dinihêrin jî bextreşî û bêkariyê nabînin. Ew tu carî nikarin bibînin an bizanibin ku gelê Agiriyê di çi zehmetiyan de derbas dibe. Yên ku karker mecbûrî birçîbûnê, xizanî û belengaziyê dikin, bêguman wê hesab bidin. Gelê me dê li ser sindoqan vî hesabî bipirse. Wan binpêkirina mafan, revandin û girtin ji xwe re kirine amûra siyasetê. Li vî welatî edalet û demokrasî nemaye, wan pêşeroja ciwanan diziye, wan kolan ji jinan re ne ewle kirine. Ji ber vê sedemê wê hemû gelê me ji îqtidara AKP’ê hesab bipirse.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER XISTINE PÊŞIYA AŞTIYÊ 
 
Buldan diyar kir ku îqtidar polîtîkayên şer dide pêşiya aştiyê û wiha pêde çû: “Niha krîzên aborî, civakî û siyasî hene. Gelên Tirkiyeyê şer naxwaze, ew dixwazin ku çavkaniyên wan ji bo aştiyê bêne razandin. Gel naxwaze Ew napejirîne ku polîtîkayên şer bikevin pêşiya polîtîkayên aşitiyê. Niha wan dest bi lêgerîna rêyekê kir ku biçin Sûriyê. Bi polîtîkayên şer hûn nikarin vî welatî biqelînin. Ji bo ku krîz bi dawî bibin, divê hûn polîtîkayên şer biqedînin. Ji bilî vê tu alternatîf nîne. Ew difikirin ku ew dikarin gel bi xapandina her roj derkevin kanalên televîzyonan û derewan bikin. Zikê gel êdî ji derewên we têr bûye. Gel dizane wateya derewên we çi ye. Dibêjin, 'Me pirsgirêka Kurd çareser kir, li welêt pirsgirêk nîne'. Gelo we pirsgirêka Kurd bi desteserkirina vîna gel û tayînkirina qeyûman li şûna wan çareser kir? Ma gelo hûn ê bi girtina Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş pirsgirêka Kurd çareser dikin? Gelo ma hûn ê vê pirsgirêkê bi pelçiqandina zarokên Kurd a di bin panzêran de çareser bikin? An hûnê bi qedexekirina ziman, çand û nasnameya wan çareser bikin?” 
 
DANEZANA HDP’Ê 
 
Buldan diyar kir ku danezana ku wan eşkere kiriye bersivek baş wergirtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me deklerasyonek, helwestek weşand û bersivek baş girt. Ji gelek derdoran daxuyanî hatin ku ev belge nexşerêya Tirkiyeyê ye. Ev belge belgeyek e ku dê pêşî li hemû qeyran û kaosên li Tirkiyeyê bigire. Banga me ji her kesê ku xwe wekî mirov, ji hemî muxalîfên xwedî wijdan, pêşengên raya giştî, rêxistinên sivîl, tevgerên jinan, ciwan û hemî beşên civakê re ye: Werin em bi hev re, mil bidin milê hev û li ber xwe bidin. Hewcedariya Tirkiyeyê bi demokrasî, aştî û azadiyê heye. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Deriyên me ji hemû partiyên muxalefetê re vekirî ne. Ger mûxalefet bibe yek, em dikarin pêşî li desthilatdariya AKP'ê bigirin. HDP di rêyeke wiha de ye. Îro HDP bi hemû pêkhateyên xwe ve, wê hê mezintir bibe û rê û rêbazên berfirehkirin û çûyîna ser desthilatdariyek demokratîk bibîne. Ew nexşerêya HDP'ê ye ku dê vî welatî rizgar bike.” 
 
Mitîng bi guhdariya stranan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

20/10/2021
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome
17:38 'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye'
17:37 Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin
17:09 'Talankirina daran rawestînin'
16:05 Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin
15:45 Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin
15:34 Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin
15:14 Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin
15:06 Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin
14:00 Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne
13:45 Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin
13:24 Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin
12:41 Malbata Şenyaşar: Dê sûcdar rojekê hesab bidin