Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda

  • rojane
  • 09:10 19 Cotmeh 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Dozgeriya ku derbarê polîs Savaş G. de ku li Kerboranê wesayîta zirxî li Suphiye Yakût qeliband, ceza xwestibû, piştî dadgerê dosyeyê guherî dev ji daxwaza xwe ya ceza berda. Dadgehê jî bi hinceta ku qeymeqamtiyê destûr nedaye darizandina ku 12 danişînê wê hatin lidarxistin da sekinandin û qeymeqamtiyê jî destûr neda derbarê polîs de lêpirsîn bê destpêkirin. 

Di 22'yê Nîsana 2012'an de li Taxa Bahçebaşi ya navçeya Kerboran a Mêrdînê wesayîta zirxî ya paşpaşkî diçû li Suphiye Yakût a 51 salî qelibandibû. Yakût ji ber vê seqet bûbû û ji ber vê derbarê polîsê ajovanê wesayîta zirxî Savaş G. de bi sûcê "birîndarkirina biqisûr" doz hatibû vekirin. Di doza ku 12 danişînê wê hatin lidarxistin de, pêzaniyê derbarê Savaş G. de raporek amade kiribû û di raporê de hatibû diyarkirin ku Savaş G. "bitemamî qisûrdar" e û "manwerayeke bêbaldar kiriye." 
 
DOZGER DEV JI DAXWAZA XWE YA JI BO CEZA BERDA
 
Di çarçoveya rapora pêzaniyê de dozgeriyê mutalaa dabû û xwestibû Savaş G. bê cezakirin. Lê di danişîna 12'an a de dadgerê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 12'an a Kerboranê guherî û ji bo vekolandina dosyeyê danişîn taloq kir. Di danişîna 21'ê Nîsana 2021'ê de, meqama îdiayê ku berê xwestibû polîs Savaş G. bê cezakirin, piştî guherandina dadger dev ji vê daxwaza xwe berda. Dozgeriyê bi hinceta ku destûra darizandina polîs Savaş G. girêdayî destûra Qeymeqamtiya Kerboranê ye, xwest ji bo lêpirsînê destûr ji qeymeqamtiyê bê xwestin. 
 
DARIZANDIN SEKINÎ
 
Dadgerê tayinî dadgehê hat kirin jî, bi hinceta ku Qeymeqamtiya Kerboranê derbarê Savaş G. de destûr alêpirsînê nedaye, darizandinê da sekinandin û ji bo qeymeqamtî destûrê bide muzakere nivîsî. Qeymeqamtiyê jî di bersiva xwe de ragihand ku destûra lêpirsînê nade. Piştî vê nivîsa qeymeqamtiyê darizandin hat sekinandin. 
 
Qeymeqamtiyê di nivîsa xwe de rapora pêşvekolînê ya ji hêla cîgirê komîser M.D.D. ve hatiye nivîsîn ji xwe re kir hincet. Qeymeqamtiyê di nivîsa xwe de bal kişand ser vê rapora ku tê de hatiye gotin di vê bûyerê de tu qesdeke polîs Savaş G. tune ye. 
 
BERSÛC TEVLI DANIŞÎNAN NEBÛ 
 
Parêzerê malbatê Tahîr Demîr, diyar kir ku ji roja ku wesayîta zirxî li muwekîla wê qelibiye heya niha di warê hiqûqê de têdikoşin û got: "Di sala 2018'an de wesayîta zirxî li muwekîla min qelibî û muwekîla min birîndar bû. Piştî qezayê me pêwendî bi dozgeriyê re danî û me gilî kir. Dozger biryar da ku polîs bê cezakirin û îdianame ji Dadgeha Ceza ya Asliye ya Kerboranê r eşand. 12 danişîn hatin lidarxistin, lê bersûc tevli yekê jî nebû. Tim hicetan berpêş kirin." 
 
RAPOR
 
Demîr, destnîşan kir ku daxwaza wan a ji bo rapora derbarê qezayê de hatiye qebûlkirin û got: "Di rapora ku pêzaniya trafîkê ya pispor a Mêrdînê de polîsê ku wesayîta zirxî dajot ji sedî sed biqisûr hat nîşandan. Serokatiya Saziya Tiba Edlî jî biryareke bi vî rengî da. Muwekîla min jî bêqisûr hat nîşandan. Lê di danişîna 12'an a dozê de dozgerê ku berê xwest polîs Savaş G. bê cezakirin, vê carê bi hinceta ku qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê nedaye, xwest destûra lêpirsînê bê stendinç Dadgerê nû jî bi hinceta ku qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê nedaye, darizandinê da sekinandin û ji bo destûra lêpirsînê bê dayîn ji qeymeqamtiyê re muzakere nivîsî. Qeymeqamtiyê jî di bersiva xwe de ragihand ku destûra lêpirsînê nade. Niha doz hatiye sekinandin." 
 
DOSYE DADGEHA ÎDARE YA HERÊMÊ YE
 
Demîr, anî ziman ku ji ber vê serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê dane û ger Dadgeha Îdareyê îtirazê qebûl neke, dê polîsê bersûc bi xelasê bikeve. 
 
BIRYAREKE TALÛKE
 
Demîr, destnîşan kir ku nedayîna destûra lêpirsînê ji bo gelê herêmê talûkeyeke mezin e û got: "Li herêmê liv û tevgereke zêde ya wesayîtên zirxî heye. Ev liv û tevger li rêyan, li taxan, hema bibêje li her derî heye. Gava wesayîta zirxî bi awayekî bêkontrol bi rê dikeve û dibe sedema qezayan, ew jî bi rewaheta 'jixwe dê amîrê min destûra lêpirsînê nede' tevdigerin. Ji ber ku dizanin dê neyên cezakirin wisa rihet tevdigerin. Di demên dawî de gelek bûyerên bi vî rengî çêbûn. Gava destûra lêpirsînê nayê dayîn, ser bûyerê tê girtin." 
 
MA / Ahmet Kanbal - Fethî Balaman

Sernavên din

20/10/2021
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome
17:38 'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye'
17:37 Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin
17:09 'Talankirina daran rawestînin'
16:05 Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin
15:45 Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin
15:34 Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin
15:14 Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin
15:06 Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin
14:00 Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne
13:45 Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin
13:24 Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin
12:41 Malbata Şenyaşar: Dê sûcdar rojekê hesab bidin