Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe

img

ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, ji bo tezkereya şer ku wê bê meclisê muxalefetê hişyar kir û ev tişt got: "Rêzbûna li dû desthilatê wê bi gelên Tirkiyeyê bide windakirin. Her tezkereya şer kişandina avê ya ji bo aşê desthilatê ye."   

Berdevka HDP'Ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapameniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Gunay, di destpêka axaftina xwe de helbestvanê kurd Cegerxwîn bi bîr anî û ev tişt got: "Hostayê mezin ê helbesta Kurdî, rewşenbîrê hêja yê serê sedsalê, kedkarê ziman, çand û edebiyata kurdî, nivîskar û şair Cegerxwîn 37 sal berê 22'yê cotmehê ji nav me bar kir. Cegerxwîn hem di emrê xwe de hem jî piştî koça xwe ya dawî, di dilê gelê kurd de şexsiyetekî giranbuha bû. Cegerxwîn bi helbestên xwe, bi xebatên xwe yên rewşenbîriyê, li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da. Em di salvegera 37’emîn a koça wî ya dawî de şairê mezin Cegerxwîn û di şexsê wî de hemû xebatkar û kedkarên ziman û çanda kurdî bi rêzdarî, bi rehmet û bi minet bi bîr tînin."
 
CEZAYÊ AYŞE GOKKAN
 
Gunay, di axaftina xwe de bal kişand ser cezayê ku du li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hat birîn û bi van gotinan bertek nîşanî cezayê ku li Gokkan hatiye birîn da: "Cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn, rewşa herî şênber a polîtîkayên dijminatiya AKP-MHP'ê ya li dijî jinan e. Di tevahiya danişînan de mafê parastinê yê Gokkan hatiye astengkirin. Li danişînê êriş li parêzeran hatiye kirin û bi paşguhkirina daxwaza wan a redkirina dadger biryar hatiye dayîn. Ayşe Gokkan li her qadê bêyî rawestan li dijî zihniyeta tekperest û serdestiya zilam têkoşiyaye û di şert û mercî de azadî, jin û jiyanê qêriyaye."
 
QEDEXEYA PÎROZKIRINA SAŞVEGERA NÇM'Ê
 
Di berdewama axaftina xwe de Gunay, bal kişand ser qedexekirina pîrozkirina 30'emîn salvegera damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û wiha pêde çû: "Roj tuneye ku li ser çand û zimanê me zext û zordarî çênebin. Ev desthilat, wek pêşiyên xwe nêzîkatiya xwe ya cudakar û qedexeker, li ser ziman û çanda Kurdî didomîne. Çend roj berê konsera ji bo salvegera 30’yemîn a Navenda Çanda Mezopotamyayê bi awayekî keyfî hat qedexekirin. Walîtiyê destûr da, lê qeymaqamtiyê qedexe kir. Em vê helwestê şermezar dikin.  NÇM ev 30 sal in, ji bo çand û hunereke azad û bi zimanê Kurdî, li ber xwe dide, diafirîne. Gelek saziyên wê hatin girtin, gelek endamên wê hatin binçavkirin û girtin. NÇM’ê heta niha berdêlên mezin dane lê belê wê tu carî meşa xwe nesekinand û hunera xwe ya azad her tim domand. Kesên zext û zordariyê li ziman û çanda Kurdî dikin bila bizanin, tu bend li ber vê lehiyê nikare bisekine. Em bi NÇM’ê serbilind û şanaz in. NÇM bîra hunera Kurdan e û em jî di rêwîtiya wan de bi wan re ne."
 
QRÎZA ABORÎ Û TEZKEREYA ŞER
 
Derbarê qrîza aborî de jî Gunay nirxandin kirin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Ewqas pirsgirêkên Tirkiyeyê hene, gel nikare debara xwe bike, aborî têk çûye, lê belê derdê vê desthilatê şer û pevçûn e. Dîsa tezkereyên şer tînin Meclisê û dixwazin şerê li Rojhilata Navîn kûrtir bikin. Vê desthilatê hebûna xwe li ser polîtîkayên şer ava kiriye û îro jî vê yekê didomîne. Dîsa amadehiya operasyonên leşkerî dikin û berê xwe dane Iraq û Sûriyeyê, Başûr û Rojava. Dijminatiya Kurdan, polîtîkaya wan a esas e. Tirkiye di bin enqazeke aborî de maye lê belê derdê wan ew e ku bila Kurd azad nebin û bi azadî nejîn.   Armanca polîtîkayên ku li Sûriye û Rojava tên meşandin, Tirkkirin û guhertina demografiyê ye. Koçberkirin û derxistina Kurdan e. Li Efrînê çi qewimî em hemû dizanin. Niha jî dixwazin li temamî Rojava heman tiştî pêk bînin. Pêşiyê derewekê dikin û li ser vê jî bi hêza leşkerî dagir dikin û dû re bi riya nexweşxane, dibistan û gelek saziyan armanca xwe tînin cih. Em dek û dolabên wan, niyeta wan baş dizanin.  
 
BANGA LI MUXALEFETÊ
 
Gunay, destnîşan kir ku ji bo tezkereya şer berpirsyariyeke mezin a muxalefetê heye û ev bang kir: "Em bang li hemû gelan dikin; desthilatiya AKP-MHP’ê, ji bo berjewendiyên xwe van lîstikan dilîzin. Em dikarin van polîtîkayên qirêj rawestînin, van dek û dolaban xera bikin. Hêza me heye. Berpisyariyeke mezin li ser muxalefetê heye. Divê muxalefet êdî hişyar bibe û rê li ber van polîtîkayan bigire."
  
 

Sernavên din

27/10/2021
15:44 Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir
15:33 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
15:32 Ji ÎHD'ê rapora girtîgehê Marmarayê: Pêkanînên tecrîdê zêde bûn
15:17 Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê
14:59 Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:41 Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin
14:36 Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin
13:37 HDP: Bila îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar hat kirin bê lêkolînkirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Di bingeha vê rewşa nebaş de bêedaletî heye
12:31 Li Şêladizê PDK’ê êriş kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:30 Qeyûm tabeleya kreşa Zarokistanê guherand
12:15 Mehmet Ocalan bertek nîşanî cezayê "avêtina voltayê" da: Ji bo qedexeyê hincet çêdikin
11:47 Tundiya li mamoste hatibû kirin hat şermezarkirin
11:19 Devecîoglû: Bi tezkereyê çavkaniyan ji sermayeya şer re vediqetînin
10:47 Derket holê ku Dînler ên agahî ji wan nedihat girtin hatine binçavkirin
10:06 Rûspiyan bang li Barzanî kir: Roj roja yekitiyê ye
09:39 ‘Em ê xweparastinê birêxistin bikin'
09:13 ‘Kiryarên sereke yên Komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin'
09:13 Girtiya nexweş Erdînç ji ber nerihetiya nigê xwe nikare biçe tuwaletê'
09:13 Hewildanên ji bo helalkirina failê tecawizê: Hevdîtin bi hin AKP'iyan re hat kirin
09:13 Li Girtîgeha Wanê îşkence!
09:13 Li Heskîfê av kêm bû, dêra dîrokî xuyanî kir
09:13 Parêzer Aydin: Rejîmeke înfazê ya despotîk hat afirandin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:40 DAIŞ’ê li Iraqê êriş kir: 12 kes mirin 15 kes jî birîndar bûn
26/10/2021
19:53 Li Cizîrê ciwanekî hewl da xwe bikuje
16:32 Li meclisê hevdîtinên tezkerê dest pê kirin
16:13 HDP li Meclîsê tezkereyê protesto dike: Tezkere şer e
15:40 EŞÎK’ê serdana HDP’ê kir
15:27 'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:17 Bûldan: Tezkereya şer dijminatiya kurdan e
15:17 Wê CHP ji tezkereya Iraq û Sûriyeyê re bibêje 'na'
15:00 Doza Kobanê: Serdana Ozgur Gundemê kirin hêceta girtinê
13:59 Êrişa li ser girtîgehê şermezar kirin: Bertekên xwe nîşan bidin
13:36 Doza rojnamevan Akin û ve Sarisozen hat taloqkirin
13:24 Li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrişî girtiyan kirin
13:23 Doza Kobanê: Daxuyaniya Demîrtaş bi şahidan dane jiberkirin
12:25 Serlêdana Ocalan di rojeva KE'yê de ye: Dibe ku mafê 'daxwaza berdana bi şert' derkeve holê
12:07 Malbata Şenyaşar: Ev 3 sal û nîv e çima lêpirsîn nayê destpêkirin?
12:06 Parêzer ji bo Ocalan bibînin carek din serî li dozgeriyê dan
11:28 Daxwaza girtina yek ji gumanbarê komkujiya malbata Dedeogullari hat redkirin
10:26 'DAIŞ'iyan dixin nav girtiyên siyasî'
09:20 'Heta ku em cenazeyan wernegirin, em ê li ber xwe bidin'
09:07 ‘Heya meseleya kurdî çareser nebe dê yên din jî çareser nebin'
09:07 Komeleya Lêkolînên Kurdî dersa onlayn da 3 hezar kesî
09:07 Li Yazixanê dibistan heye, lê rê tune!
09:07 Gozelîya ku avê dide Amedê 51 sal in bêav e!
09:06 Piştî ava bendavê kêm bû, doza heqê îstimlaqê li gundiyan kirin
09:06 Dibistan bûn qadên berbelavbûna şewbê
09:06 17 sal in avê venaxwe!
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2021'AN
25/10/2021
17:54 Girtiyên ku Sîrûda Îstîklalê nexwendin hatin derbkirin
17:13 Li Wanê îstîmara zayendî: Çawişê pispor ê faîl hat girtin
16:54 Olûç: Divê şerê Sûriyeyê bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, ji tezkereyê re na
16:29 16 rêxistinan banga tezkerê kirin: Nebin hevparê sûc
16:19 DEDAŞ’ê dîsa li gundên Hezoyê ceyrana dînamoyên avê birî
16:00 Budçeya Gel: Em ê dawî li şatafata Qesrê bînin
15:34 Gulnaz Karataş hat bibîranîn
15:33 Bertek nîşanî qedexeyên şahiyên NÇM’ê dan
14:40 Dema xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
14:27 Daxwaznameya girtiyê ku xwest tevlî Doza Kobanê bibe hat astengkirin
14:24 Parêzerên doza Denîz Poyraz: Kujer 27 caran li Miduriyeta Polîsan geriyaye
14:09 Hevdîtina Erdogan û Bahçelî: Wê operasyon bê axaftin
13:55 Li Idlibê êrişî noxteyên hêzên girêdayî Tirkiyeyê hat kirin
13:49 Ji girtiyan re gotin ‘karê we li vir qediyaye’ û sewq kirin
13:26 Serokê Baroya Wanê Ûçar: Li girtîgehan binpêkirinên mafan bi hêsanî pêk tên
13:13 22 parlamenterên HDP'ê êrişa zayendî ya li girtîgehê ji Wezîrê Dadê pirsîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Ji qêrîna dayikê re bêdeng nemînin
12:37 Dolar derket 9,85 TL'yan û rekoreke din şikand
12:24 HDP: Li şûna gefan bila biryara DMME'yê pêk bînin
12:02 'Kurdistana Biçûk’ a Kazakistanê: Kaskabûlak
11:35 Yilmaz: Divê muxalefet di tezkereyê de nebe hevkarê sûc
11:29 'PDK’ê nexweşxaneyek taybet ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor dibin vekiriye'
10:15 Tê payîn di rojeva kabîneyê de destwerdana li dijî Rojava hebe
09:06 Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir
09:06 Pîşeya ku ji bêderfetî dijî!
09:06 Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê
09:06 Girtî Yildiz: Zext veguherîne êrişên fizîkî
09:06 Malbatan piştgirî da têkoşîna li dijî fihûş û hişbirê
09:06 Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'AN
24/10/2021
18:08 Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin
17:04 Dest danîn ser arşîva muzîkê ya hunermend Karakaş ê hat binçavkirin
17:00 Panela Ciwanan: Tûrnûvaya Fûtbolê îtîraza desthilatê ye
15:07 Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî
14:49 Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
14:48 Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn
14:26 7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
13:03 Karabûlak, sirgunî girtîgeheke din hat kirin
13:01 Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
12:36 Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin
12:06 Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn
11:57 QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da
11:35 Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû
11:15 Malbata Şenyaşar: Em bi serdema herî bêedalet re rûbirû ne
10:57 Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
09:07 Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir
09:06 Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
09:05 Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
09:04 Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin