Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir

  • jin
  • 14:01 22 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - 65 jinên ku di nav de rewşenbîr, nivîskar û hiqûqnas jî hene ji OPCW'ê re name nivîsandin, jê xwest ku bikevin nava tevgerê û diyar kirin ku Tirkiyeyê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer kiriye. 

65 jinên ku di nav wan de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, aktîvîst û hiqûqnasên navdar ên cîhanê jî hene, xwestin ku bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeye ya di operasyona derveyî sînor de bikaranîne were lêkolînkirin û ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons-OPCW) re nameyeke vekirî nivîsandin.
 
Bi hewldana Navenda Têkiliyên Jinan a Kurdistanê (REPAK), di nava wan de jinên weke Silvia Federici, Nancy Fraser ve Sylvia Marcos bi navûdeng jî hene, gelek jinan bang li OPCW'ê kirin ku li dijî êrişên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî bikeve nava hewldanan.
 
Nameya jinan wiha ye:
 
''Dîrektorê Giştî Rêzdar Fernando Arîas,
 
Em jinên ji welatên cuda, tekildarî mijara metirsîdar serî li we didin. Îdîa hene ku artêşa tirk çekên ku li qada navneteweyî qedexe ne bi kar tîne. Dewleta tirk ji 23'ê Nîsana 2021'ê ve li Bakurê Iraqê li dijî gerîla û gelê kurd operasyona leşkerî dimeşîne. Ev operasyona leşkerî hem binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û hem jî sûcê şer e. Ji ber ku çekên ku li qada navneteweyî qedexe ne têne bikaranîn.
 
Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) parve kir, artêşa tirk 5 mehên dawî 138 caran bi çekên kîmyewî êriş kir û ji ber vê yekê gelek şervanên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Mînak 3'ê Îlonê li qada Avaşînê li Girê Sor sê şervan bi çekên kimyewî hatine qetilkirin. Artêşa tirk bi van êrişên hovane ne tenê gerîla dike hedef. 4'ê Îlonê di êrişa kimyewî de ya li ser gundê Hirorê ziyaneke mezin gihaştiye malbatekê. Şaxê Iraqê ya Tîma Levanînê ya Xiristiyan jî diyar kir nexweşiyên tenduristiyê yên malbatê ji ber êrişa çekên kîmyewî ye.
 
Îdîaya ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne ne nû ye. Salên 2010, 2013 û 2019'an jî îdîayên navborî bi belgeyên dîtbar û raporên pisporan li çapemeniya navneteweyî hatin weşandin. Tirkiyeyê 17'ê Cotmeha 2019'an li dijî bajarê kurdan li bajarê Serêkaniyê yê Bakurê Sûriyeyê di erişa hewayî de fosfora spî bi kar anî. Ji ber vê êrişê jin û zarok jî di nav de bi dehan kes bi giranî birîndar bûn. Mixabin wê demê saziyên navneteweyî û dewlet li hemberî sûcên Tirkiyeyê bêdeng man.
 
TIRKIYE HOVITIYÊ DIKE
 
Dîrok bi hovîtiyên dewletan tije ye, ku li kes û gelên bêparastin kirine. Ji bo ku pêşî li vê were girtin qanûnên navneteweyî, mekanîzma û rêxistin hatine avakirin. Ev, destketiya tevahiya mirovahiyê ye. Lê mixabin ji ber ku ev mekanîzma û berpirsyarî bi rengekî hevgirtinî nayê bicihanîn, em dibînin ku hê jî ev êriş didomin.Mixabin dema ku mijar kurd bin, hiqûqa neteweyî û navneteweyî sazkar nabe. Tirkiye li gel ku peymana Qedexeya Çekên Kimyewî îmze kiriye jî bi salan e li ber çavê raya giştî ya cîhanê û rêxistinên navneteweyî bêyî ku hesab jê were pirsîn hovîtiyê dike.
 
Sala 1988'an êrîşa gaza jehrî ku rejîma Seddam Hisên li Bakurê Iraqê avêt ser gelê kurd, heke di dema xwe de li dijî kirinên rejîma Iraqê ya wê demê bihata sekinandin, dikarîbû ku pêşî lê bihata girtin. Piştî komkujiya Helebçeyê bi 15 salan ku ji 5 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest dan, ev êriş kirin hinceta destwerdana li Iraqê. Lê belê ev yek nêzîkatiyeke tinazî bû.
Bi bê helwest manê em naxwazin bibin hevkarê vî sûcî. Ji we serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî daxwaza me ew e ku hûn bi berpirsyariya xwe rabin. Ji ber vê jî ya ku li we dikeve, ku hûn li van îdîayên giran bipirsin, ser mijarê ronî bikin û ji ber sûcên Tirkiyeyê hesab bipirsin.
 
Bi rêzdarî”
 
JINÊN KU ÎMZE AVÊTINE
 
Lîsteya jinên ku îmze avêtine wiha ye:
 
* Silvia Federici, nivîskar-teorîsyen û profesora zanistên sosyal- DYE
* Nancy Fraser, teorîsyen, feslefevan û profesyona siyasetê -DYE
* Gloria Steinem, niviskar, Damezirandêra Ms. Magazine Û Navenda Medyaya Jinê - DYE
* Debra Winger, lîstikvan - DYE
* Charlotte Bunch, profesyona ordinaryûs,  dîrektora Navenda Lîdertiya Global a Jinê - DYE
* Marina Sitrin, doçent doktor sosyolog - DYE
* Joy James, profesora zanistên civakî - DYE
* Joya Misra, Profesora Sosyolojiyê ya Zanîngeha Massachusetts  Seroka Beşa Zayendiya Civakî ya Civaka Sosyolojîk a Emerîkayê  - DYE
* Debbie Bookchin, Rojnamevan û Nivîskar - DYE
* Meredith Tax, Nivîskar- DYE
* Miriam Miranda, Koordînatora OFRANEHê - Honduras
* Claudia Korol, Femînîstên ABYA YALA - Arjantîn
* Margara Millan, akademisyen - Meksîka
* Sylvia Marcos, niviskar- Meksîka
* Cheryl Hayles, Seroka Tifaqa Navnetewî ya Jinan (IAW) Başkanı - Kanada  
* Navenda Karên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) – Başûrê Kurdistanê
* Platforma Demokratîk a Jinan a Pirnetewî - Îran
* Bese Şamari, Endama Rêveberiya Platforma Demokratîk a Îranê Demokratik -Îran
* Eniya Demokratîk a Jinan - Pakistan
* Rêxistina Şoreşger a Jinan a Efganîstanê (RAWA) – Efganistan
* Selay Ghaffar,  Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efganistanê(Hambastagi) -Efganistan
* Belqis Roshen, Wekîl - Efganistan
* Gita Sahgal, nivîskar û derhêner, damezirandêra Southall Black Sisters û Women Against Fundamentalism - Hindistan
* Helda Khasmy, Seroka Rêxistina Jinan SERUNI - Endonezya
* Maat Barış, Rêxistina Rabûnê û Mafê Mirovan - Mısır
* Dr. Angela Al-Maamari, Seroka Navenda Lêkolînên Stratejîk a Parastina Zarokan û Jinan
* Fathia Hezem, Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê - Tûnis
* Bushra Al-Tai, Navenda Lêkolînê û Pêşkeftina mirovî ya Sebayê - Iraq
* Şirin Kerim Murad, Seroka Komîteya Jinan a Eniya Demokratîk a Gel Demokratik - Iraq
* Dr. Maha Al-Sakban, akademisyen - Iraq
* Insaf Abdullah, aktivîst- Sûdan
* Dr. Heba Haddadini, feminist aktivist - Ordin
* Kanir Abdullah Hama Aziz, nivîskar, Walitiya Silêmanî- Başûrê Kurdistanê
* Remziye Muhammed, Berdevka Kongra Star -Rojava  
* Rima Barakat, Hevseroka Konseya Edaletê - Bakurê Sûriyê
* Eman Fetaih, Seroka Forûma Aştiyê ya Jinên Sûriyê - Libnan
* Dr. Sophia Zaza,Seroka Komeleya Tendiristiyê- Libnan
* Mona Yaya, SahrawÎ Civaka Parastvanên Mafê Mirovan  - Sahraya Rojava
* Rahila Gupta, Southall Black Sisters, rojnamevan- Ingilistan
* Koordînasyona Meşa Jinên Cîhanê ya Welatê Baskê - Welatê Baskê
* Jule Goikoetxea Mentxaka, Hîndekara Zanîngeha Bilbao Üniversitesi - Welatê Baskê
* Oihana Etxebarrieta, Wekîl Sekretera EH Bildu Partisi Feminism - Welatê Baskê  
* Eider Azkunaga Hernández, sendîkaya Euskal Sindikatua  - Welatê Baskê
* Women Defend Rojava Madrid - Spanya
* Rojava Azadî Madrid - Spanya
* Weqfa Komunan (Fundación de los Comunes) – Spanya
* Ann-Margarethe Liv, Damezirandêra Solidaritet med Kurdistan - Swêd
* Lorena Delgado Waras, Wekîl - Swêd
* Amineh Kakabaveh, Wekîl – Swêd
* Parvin Ardalan, nivîskar, rojnamevan- Swêd
* Seher Aydar, Wekîl - Norwêç
* Sofie Marhaug, Wekîl - Norwêç
* Hege Bae Nyholt, Wekîl - Norwêç
* Anina Jendreyko, hunermend - Swîsre  
* Maja Hess, doktor – Swîsre
* Mitra Darvishian, nivîskar- Elmanya
* Women Defend Rojava - Elmanya
* Cansu Ozdemir, Wekîl - Elmanya
* Şeyda Kurt, rojnamevan û nivîskar - Elmanya
* Elif Kuçuk, hunermend - Elmanya
* Antonella Valenti, Profesora Zanîngeha Calabria - Îtalya
* Îtalya Koordînasyoan Desteka Jinên Efgan  (CISDA) - Îtalya  
* Dr. Palmira Tavolaro, akademisyen - Îtalya
* Donata Chirico, Hîndekara Zanîngeha Calabria- Îtalya
* Maria Laura Corradi, Lêkol - Îtalya.
 

Sernavên din

27/10/2021
15:44 Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir
15:33 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
15:32 Ji ÎHD'ê rapora girtîgehê Marmarayê: Pêkanînên tecrîdê zêde bûn
15:17 Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê
14:59 Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:41 Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin
14:36 Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin
13:37 HDP: Bila îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar hat kirin bê lêkolînkirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Di bingeha vê rewşa nebaş de bêedaletî heye
12:31 Li Şêladizê PDK’ê êriş kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:30 Qeyûm tabeleya kreşa Zarokistanê guherand
12:15 Mehmet Ocalan bertek nîşanî cezayê "avêtina voltayê" da: Ji bo qedexeyê hincet çêdikin
11:47 Tundiya li mamoste hatibû kirin hat şermezarkirin
11:19 Devecîoglû: Bi tezkereyê çavkaniyan ji sermayeya şer re vediqetînin
10:47 Derket holê ku Dînler ên agahî ji wan nedihat girtin hatine binçavkirin
10:06 Rûspiyan bang li Barzanî kir: Roj roja yekitiyê ye
09:39 ‘Em ê xweparastinê birêxistin bikin'
09:13 ‘Kiryarên sereke yên Komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin'
09:13 Girtiya nexweş Erdînç ji ber nerihetiya nigê xwe nikare biçe tuwaletê'
09:13 Hewildanên ji bo helalkirina failê tecawizê: Hevdîtin bi hin AKP'iyan re hat kirin
09:13 Li Girtîgeha Wanê îşkence!
09:13 Li Heskîfê av kêm bû, dêra dîrokî xuyanî kir
09:13 Parêzer Aydin: Rejîmeke înfazê ya despotîk hat afirandin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:40 DAIŞ’ê li Iraqê êriş kir: 12 kes mirin 15 kes jî birîndar bûn
26/10/2021
19:53 Li Cizîrê ciwanekî hewl da xwe bikuje
16:32 Li meclisê hevdîtinên tezkerê dest pê kirin
16:13 HDP li Meclîsê tezkereyê protesto dike: Tezkere şer e
15:40 EŞÎK’ê serdana HDP’ê kir
15:27 'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:17 Bûldan: Tezkereya şer dijminatiya kurdan e
15:17 Wê CHP ji tezkereya Iraq û Sûriyeyê re bibêje 'na'
15:00 Doza Kobanê: Serdana Ozgur Gundemê kirin hêceta girtinê
13:59 Êrişa li ser girtîgehê şermezar kirin: Bertekên xwe nîşan bidin
13:36 Doza rojnamevan Akin û ve Sarisozen hat taloqkirin
13:24 Li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrişî girtiyan kirin
13:23 Doza Kobanê: Daxuyaniya Demîrtaş bi şahidan dane jiberkirin
12:25 Serlêdana Ocalan di rojeva KE'yê de ye: Dibe ku mafê 'daxwaza berdana bi şert' derkeve holê
12:07 Malbata Şenyaşar: Ev 3 sal û nîv e çima lêpirsîn nayê destpêkirin?
12:06 Parêzer ji bo Ocalan bibînin carek din serî li dozgeriyê dan
11:28 Daxwaza girtina yek ji gumanbarê komkujiya malbata Dedeogullari hat redkirin
10:26 'DAIŞ'iyan dixin nav girtiyên siyasî'
09:20 'Heta ku em cenazeyan wernegirin, em ê li ber xwe bidin'
09:07 ‘Heya meseleya kurdî çareser nebe dê yên din jî çareser nebin'
09:07 Komeleya Lêkolînên Kurdî dersa onlayn da 3 hezar kesî
09:07 Li Yazixanê dibistan heye, lê rê tune!
09:07 Gozelîya ku avê dide Amedê 51 sal in bêav e!
09:06 Piştî ava bendavê kêm bû, doza heqê îstimlaqê li gundiyan kirin
09:06 Dibistan bûn qadên berbelavbûna şewbê
09:06 17 sal in avê venaxwe!
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2021'AN
25/10/2021
17:54 Girtiyên ku Sîrûda Îstîklalê nexwendin hatin derbkirin
17:13 Li Wanê îstîmara zayendî: Çawişê pispor ê faîl hat girtin
16:54 Olûç: Divê şerê Sûriyeyê bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, ji tezkereyê re na
16:29 16 rêxistinan banga tezkerê kirin: Nebin hevparê sûc
16:19 DEDAŞ’ê dîsa li gundên Hezoyê ceyrana dînamoyên avê birî
16:00 Budçeya Gel: Em ê dawî li şatafata Qesrê bînin
15:34 Gulnaz Karataş hat bibîranîn
15:33 Bertek nîşanî qedexeyên şahiyên NÇM’ê dan
14:40 Dema xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
14:27 Daxwaznameya girtiyê ku xwest tevlî Doza Kobanê bibe hat astengkirin
14:24 Parêzerên doza Denîz Poyraz: Kujer 27 caran li Miduriyeta Polîsan geriyaye
14:09 Hevdîtina Erdogan û Bahçelî: Wê operasyon bê axaftin
13:55 Li Idlibê êrişî noxteyên hêzên girêdayî Tirkiyeyê hat kirin
13:49 Ji girtiyan re gotin ‘karê we li vir qediyaye’ û sewq kirin
13:26 Serokê Baroya Wanê Ûçar: Li girtîgehan binpêkirinên mafan bi hêsanî pêk tên
13:13 22 parlamenterên HDP'ê êrişa zayendî ya li girtîgehê ji Wezîrê Dadê pirsîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Ji qêrîna dayikê re bêdeng nemînin
12:37 Dolar derket 9,85 TL'yan û rekoreke din şikand
12:24 HDP: Li şûna gefan bila biryara DMME'yê pêk bînin
12:02 'Kurdistana Biçûk’ a Kazakistanê: Kaskabûlak
11:35 Yilmaz: Divê muxalefet di tezkereyê de nebe hevkarê sûc
11:29 'PDK’ê nexweşxaneyek taybet ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor dibin vekiriye'
10:15 Tê payîn di rojeva kabîneyê de destwerdana li dijî Rojava hebe
09:06 Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir
09:06 Pîşeya ku ji bêderfetî dijî!
09:06 Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê
09:06 Girtî Yildiz: Zext veguherîne êrişên fizîkî
09:06 Malbatan piştgirî da têkoşîna li dijî fihûş û hişbirê
09:06 Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'AN
24/10/2021
18:08 Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin
17:04 Dest danîn ser arşîva muzîkê ya hunermend Karakaş ê hat binçavkirin
17:00 Panela Ciwanan: Tûrnûvaya Fûtbolê îtîraza desthilatê ye
15:07 Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî
14:49 Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
14:48 Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn
14:26 7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
13:03 Karabûlak, sirgunî girtîgeheke din hat kirin
13:01 Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
12:36 Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin
12:06 Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn
11:57 QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da
11:35 Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû
11:15 Malbata Şenyaşar: Em bi serdema herî bêedalet re rûbirû ne
10:57 Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
09:07 Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir
09:06 Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
09:05 Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
09:04 Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin