Li Îmraliyê cezayê voltaavêtinê

  • rojane
  • 09:03 23 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYÊ - Derket holê ku di Îlona 2018'an de bi hinceta "voltaavêtinê" cezayê dîsîplînê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Qedexeya ji bo hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27'ê Tîrhema 2011'an ve bi hincetên wekî "rewşa hewayê" an jî "koster xerabe ye" dest pê kir û ev yek di navbera 2013-2015'an de di dema hevdîtinên di bin navê "çareseriyê" de bi Heyeta Îmraliyê hatin kirin de jî dewam kirin. Piştî vê pêvajoyê serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin û di çarçoveya Rewşa Awarte de ya di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hat îlankirin, 4 caran, her carê 6 meh, hevdîtin hatin qedexekirin. 
 
Paşê bi biryara Dadgeriya Înfazê ya 1'ê ya Bûrsayê, di 13'ê Adara 2019'an de di çaroveya "Astengiyên Derbarê Tevdîrên Înfazê yên Ceza û Ewlehiyê" de li Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 6 meh cezayê hevdîtinê yê bi parêzeran re hat birîn. 
 
SÛCÊ DÎSÎPLÎNÊ! 
 
Di 20'ê Adara 2019'an de, di dema çalakiya greva birçîbûnê ya ku Heveroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê di 8'ê Mijdara 2018'an de dabû destpêkirin, Dadgeriya Cezayê Giran a 1'ê ya Bûrsayê ji bo serlêdana parêzeran ya derbarê qedexeya hevdîtînê de biryar da. Dadgeriyê biryar da ku qedexeya bi hinceta "cezayê dîsîplînê" hatiye danîn, bê rakirin. Piştî vê, parêzeran di 2 û 22'yê Gulan, 12-18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de 5 caran hevdîtin pêk anîn. Lê serlêdanên parêzeran ên piştî vê hevdîtina dawî hemû ya hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin. 
 
NEXŞERÊ
 
Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta "Nexşerê" ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî pêveka parastina xwe ya di 2009'an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, di 23'yê Îlona 2020'î de 6 mehan cezayê hevdîtinê biriye. Ev ceza, di 23'yê Adara 2021'ê de temam bû, lê belê astengkirina hevdîtinan dewam kir. Piştî vî cezayê dîsîplînê, vê carê derket holê ku di meha Çileyê de 3 meh cezayê dîsîplînê li Ocalan hatiye birîn. Lê belê ev ceza teblîxî parêzerên Ocalan nehat kirin. 
 
DI 7 SALAN DE 5 HEVDÎTINÊN BI MALBATÊ RE
 
Her wiha ji xeynî astengkirina hevdîtina bi parêzeran, ya bi malbatê û wasî re jî tên astengkirin. Piştî 5'ê Nîsana 2015'an hevdîtina bi malbatê re jî hat astengkirin. Lê piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê şik û gumanên di vî warî de zêde bûn û ji ber vê 50 siyasetmedarên kurd di 5'ê Îlona 2016'an de bi daxwaza ku hevdîtin bi Ocalan re bê çêkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di 11'ê Îlona 2016'an de di dema grevê de Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkir. Lê serlêdanên malbatê û wasî yên piştî vê hevdîtinê yan bê bersiv hatin hiştin an jî hatin redkirin. 
 
Di 12'ê Çileya 2019'an de Mehmet Ocalan hevdîtin bi birayê xwe re kir. Piştî vê di 27'ê Sibata 2020'î de li Girava Îmraliyê şewatek çêbû û ev şewat jî bû cihê fikaran. Ji ber vê Mehmet Ocalan di 3'yê Adara 2020'î de carek din hevdîtin bi Ocalan re kir. Ji ber şewba Covîd-19'ê fikarên raya giştî zêde bûn û piştî van fikaran Ocalan cara ewil bi telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir. Ocalan, di 27'ê Nîsana 2020'î de bi telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir. Piştî di 27'ê Mijdara 2020'î de li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dest pê kir, Ocalan di 25'ê Adarê de cardin bi telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir. Mehmet Ocalan, ragihand ku ev hevdîtin tenê 4 deqe û nîvan dewam kiriye û di nîvî de hatiye qutkirin. 
 
CEZAYÊ VOLATAVÊTIN!
 
Qedexeyên ku bi hincetên wekî "rewşa hewayê" û "keştî xerabe ye" dest pê kirin, paşê di çarçoveya Rewşa Awarte de bi hincetên wekî "cezayê dîsîplînê" dewam kirin. 
 
Derket holê ku di 6'ê Îlona 2018'an de bi hinceta ku Ocalan di dema "sporê" de "volta avêtiye" 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê re lê hatiye birîn. Her wiha di 14'ê Îlonê de heman ceza ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê jî hatiye birîn. 
 
OCALAN ÎTÎRAZ KIR
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji ber vî cezayî serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê daye û îtiraz kiriye. Ocalan, di îtiraza xwe de diyar kiriye ku volta tekane tevgera herî standard a girtîgehan e û ev mafê wî hatiye astengkirin û divê ev şaşî bê rastkirin. 
 
Ev cezayê dîsîplînê, di rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya derbarê serdanên wê yên di 6-17'ê Gulana 2019'an de jî cih girtiye. CPT'î di vê rapora xwe ya ku di 6'ê Tebaxa 2020'î de weşand, diyar kir ku hincetên ji bo astengkirina serdanên malbatan hatine nîşandan, hincetine xapînok in û divê ji bo hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re pergaleke berdewamiyî bê çêkirin. 
 
MA / Ozgur Paksoy

Sernavên din

31/10/2021
09:12 Îdianameya Onûr Gencer: Hêza siyasî ya li pişta wî tê veşartin
09:06 Rûviyên wê 450 rojan li derve man, cardin kîst çêbû
09:05 Li Sîlîvriyê girtî li ser kartonan radizên
09:04 Girtiyên li ber jimariya li ser pêyan rabûn bi erdê ve hatin kaşkirin
09:03 Berteka ji bo tezkereyê: Divê em di heman eniyê de têbikoşin
09:01 Destdirêjiya lê hatiye kirin di rojnivîska xwe de nivîsiye: Kiryar serbest e
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'AN
30/10/2021
17:24 Girtiyên ku gardiyanan êrişî wan kiribûn hatin sewqkirin
17:09 Hunermendê NÇM’ê Karakaş hat berdan
16:36 ‘Berxwedana Kobanê remza vîna azad a gelê kurd e’
16:28 Di 'Rûniştina F' de ji bo Tûglûk bang kirin
16:16 Xizmên Windayan aqûbeta Gumuş û Bayram pirsîn
15:34 ‘Divê cezayê girtiya nexweş a giran Ozdogan were taloqkirin’
15:33 Aqûbeta Huseyîn Toroman pirsîn
14:51 Aydenîz: Plana Çokşikandinê ew anîn ber hilweşînê
Ozturk: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
14:47 ‘Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne’
14:34 Li Tarsûsê çeteya fihûşê: Dest dirêjî zaroka 15 salî kirin
13:49 Li Wanê mal di bin avê de man
13:48 Daxwaza taloqkirina cezayê girtiyê nexweş berasteng Kaytan hat kirin
12:49 Baroya Mêrdînê: Gotina ‘Ev der Kurdistan e’ rexneyeke li polîtîkaya dewletê
12:05 Nobeta Şenyaşaran di roja 236'an de ye
11:53 Prz. Aktar: Divê her tim li her derê bê gotin ku ‘Ev der Kurdistan e’
11:44 Li Girtîgeha Dîlokê gefa kuştinê li girtiyan xwarin
11:41 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek
11:40 Li du bajaran tundî li jinan hat kirin
11:06 Zêbarî: PDK ji bo berjewendiyên xwe bû hevkarê Tirkiyeyê
10:57 Makîneya 'sûcan' a 36 salan
10:43 ‘Em destûr nadin ku tiryak belav bibe’
10:22 Ji 174 weşanxaneyên tev li fûara pirtûkan bûn tenê 1 jê ya Kurdî bû
09:53 'Di bûyerên destdirêjiyê de ne zarok, kiryar tê parastin'
09:52 Zarokê penaber ê winda kuştî hat dîtin
09:26 Banga ji bo berdana rojnamevanê girtî Ayik
09:26 Piştî Heskîfa nû li gundê wan hat çêkirin li warê xwe bûn kirêvan
09:24 Hilberînerên silqokê ji ber kotayê dixisirin
09:23 Yolerî: Armanca tezkereyê têkoşîna gelê kurd e
09:23 Polîsan hewl da çawîşê pispor ê dest dirêjî du zarokan kir biparêzin
09:22 Sekretera Jin a KESK'ê: Em budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2021'Ê
29/10/2021
18:45 PZK'ê 3 sal li dû xwe hiştin: Zimanê kurdî hebûna me ye
16:53 Aydenîz: Binçavkirina li Sêrtê delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye
16:46 Başaran: Armanca şewatan bêmirovkirina herêmê ye
15:44 Ji bo sersaxiyê serdana malbata Ozgun kirin
15:27 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e
15:13 Ji TJA'yê daxuyaniya Gezer: Em polîtîkaya tepisandina qebûl nakin
14:02 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
12:47 Dikandarê ku ji Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
12:36 Kedkarê çapemeniya kurd Mamoste hat bibîranîn
11:58 Malbata Şenyaşar: Bila rêgezên komarê bên pêkanîn
11:48 Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne
11:33 Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng
10:22 Ciwanan bi pêgermokiyê tecrîd şermezar kirin
10:22 Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin
09:06 Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!
09:06 Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin
09:06 Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin
09:06 Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî
09:06 ‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'
09:06 Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe
09:06 Zumrut: Ji ber bêcezatiyê mirinên ji ber wesayîtên zirxî zêde dibin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2021'Ê
28/10/2021
17:06 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî’
16:17 Li Metînayê birîna daran a bi destê cerdevanan didome
16:09 Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin
16:01 Sal û 8 meh ceza li hevserokên HDP'ê yên Êlihê birîn
15:44 HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê
14:57 Guven ji girtiyên filistînî re name şand
14:35 Zibinci yê Şebnem Şirîn qetil kir hat girtin
14:22 Rojnamevan Turfent: Bergirî vegeriyan tecrîdê
13:54 Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe
13:49 Çîn: Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike
13:35 Malbata Şenyaşar: Bila kes qala dewleta hiqûqê neke
13:17 Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin
13:04 Yureklî: Cezayê voltayê rêbaza şantajê ye
12:47 MÎT'ê li Efrînê parêzereke jin revand
12:22 Berdana girtiyan bi hêcetên beredayî tê astengkirin
12:16 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:16 Ji Rejîma Sûriyeyê planek bi kemîn
10:07 Maşîneya leşkerî qeza kir: Leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn
10:06 Cilên girtiyên hatin sewqkirin nehatin dayîn
09:10 DAIŞ’ê êrişî eskerên Iraqê kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 Hejmartina ser piya li girtiyê milekî û lingekî wî tune ye ferz kirin
09:08 Kedkarê nejibîr ê çapemeniya kurdî: Mamoste Kadrî
09:07 'Deklerasyon reçeteya çareserkirina pirsgirêkan e'
09:06 Dadgehê biryar da: Di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye
09:06 Koç: Li dijî binpêkirinên mafan serî li Wezareta Dadê û komîsyonê bidin
09:05 'Rejîma otorîter bi girtina çapemeniyê re hat avakirin'
09:04 Komeleya Hunerê ya Dîcleyê dê ji bo zarokan qursên nû çêbike
09:04 Li Rihayê fiyetên avahiyan du qat biha bûne
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê
27/10/2021
16:52 Ji ber nûçeya destdirêjiyê parve kir gef lê hat xwarin
16:46 Malbatên Pirsûsê: Ji ber ku komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hat girtin
16:04 Êrîşa li ser girtiyan şermezar kirin: Divê demildest lêpirsîn bê vekirin
15:48 Parazvanê şaredara ku HDP’ê wê îxrac kiribû ji xwestina bertîlê hat girtin
15:44 Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir
15:33 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
15:32 Ji ÎHD'ê rapora girtîgehê Marmarayê: Pêkanînên tecrîdê zêde bûn
15:17 Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê
14:59 Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:41 Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin
14:36 Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin