Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin

  • rojane
  • 15:38 5 Mijdar 2021
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran gotina “Kurd serî li ber we natewînin” a Edîbe Babûr a dema li Wanê hatibû binçavkirin bi bîr xist û wiha got: “Kurd serî li ber we natewînin, jin serî li ber we natewînin, ev yek wê ji bo we her tim bibe derd.”
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, di civîna çapemeniyê ku li avahiya giştî ya partiya xwe li dar xist de li ser mijarên di rojevê de nirxandin kir. Başaran a bi pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Jinan bi berxwedan û têkoşîneke mezin Kobanê azad kirin û niha jî li Kobanê modeleke nû ya jiyanê didome û ji hemû cîhanê re bûye mînak. Em ji vê derê di serî de jinên Kobanê hemû gelê Kobanê bi hezkirin û rêzdarî careke din silav dikin.”
 
Başaran, bal kişand ser 5’emîn salvegera  darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ku li hemberî partiya wan hat kirin û wiha got: “Di şevek nîvê şevê de, di nav wan de Hevserokên Giştî yên Partiya me Fîgen Yuksekdag û Selahatîn Demîrtaş jî heyî bi ser mala gelek hevalên me de hat girtin û piştî wê jî di encama vê darbeyê de hevalên me hatin binçavkirin.  Darbeya 4'ê Mijdarê wekî lekeyeke siyasî cihê xwe di dîroka Tirkiyeyê de  girt. Wê rojê tenê siyaseta demokratîk nehat rehîn girtin. Di heman demê de êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan û li hemberî têkoşîna wan jî hatin pêşxistin. Hevalên me hîna jî di encama wê darbeyê de rehîn tên girtin û wekî ku tolê hilînin hevala me Aysel Tûglûk a ku di nav girtiyên nexweş de cih digire hîna di girtîgehê de tê girtin.”
 
 
‘JIN Û KURD WÊ LI HEMBERÎ WE SERÎ NETEWÎNIN’
 
Başaran, çalakiya duh a li Wanê ku li hemberî darbeyê hat kirin jî bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Wêneyê duh ê berxwedan û têkoşînê bû. Duh hewldana polîsan ku wekî li hevalê me Îdrîs Baluken kirin, xwestin bi hevala me serî bidin tewandin, bersîva hevala me di eslê xwe de bersîva hemû jin, kurd, HDP'iyan ku dan îqtîdarê bû. Hevala me got 'Hûn nikarin bi me jinan serî bidin tewandin’. Em van bersîvan ji dema ku Denîz Poyraz hat qetilkirin ji bersîva dayika wê Fehîme Poyraz dizanin. Em jî careke din dibêjin wê kurd li hemberî we serî netewînin, jinan li hemberî we serî netewand û wê netewînin. Bila ev jî ji wer re bibe dert.”
 
‘PAKET DARAZÊ LI GORÎ MÊRAN HAT AMADEKIRIN’
 
Başaran, di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina Şebnem Şîrîn, Pinar Gultekin û ceza dayîna Çîlem Dogan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî daneyên ku medyayê parvekirine di meha cotmehê de 22 jin hatin kuştin, 53 jin bi şîdetê re rûbirû ma, herî kem 2 zarok hatin kuştin, 49 zarok bi êrişa zayendî re rûbirû ma û 280 jin hatin tacîzkirin. Di rewşa îro de şîdeta li hemberî jinê derketiye asta herî jor û carek din pakêta darazê hat derxistin. Bi pakêta darazê dixwazin reformê bikin, lê belê derbare mafên mirovan de heta niha tiştek nehatiye kirin û tenê destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Em carek din li hemberî pakêta darazê ya 5'emîn matmayî neman. Ji ber ku ne li gorî jinan li gorî mêran ev pakêt hat amadekirin."
 
‘DESTHILAT ÊRIŞÎ BEDENA JINÊN KURD DIKE’
 
Başaran, diyar kir ku kesên ku parastina jinê dikin bi van qanûnan hedef tên nîşandan û wiha pê de çû: “Haydar Can Kiliçdogan ê 28 salî ji ber ku 2 zarokên ku bi tacizê re rûbirû man rizgar kirin hat qetilkirin. Li Wanê jî 2 zarokên ku diçin lîsê ji hêla çawîşê pispor Talîp K. ve bi êrişa zayendî re rûbirû ma. Talîp hat girtin, lê polîs ji bo paşvekişandina îfadeyên zarokan ket nav hewldanan. Dema faîl bi unîformayî be dixwazin bûyerê veşêrin. Mijara Îpek Er, Gulistan Doku, li Kurdistanê bi polîtîkayên şer ên taybet re rûbirû man. Em dizanin ku li Kurdistanê taciz û tecawiz wek amûreke şer tê bikaranîn. Herî dawiyê jî Colemêrg bû rojev. Dewlet û îqtîdar êrişê bedena jinên kurd dike û polîtîkayên têkbirinê li herêmê pêş dixe.”
 
‘DESTHILAT XEBATÊN CIWANAN RANAGIRE’
 
Başaran, da zanîn ku Emîne Şenyaşar bi serûma milê xwe ve çalakiya xwe ya edaletê didomîne lê polîsan mudaxaleyê wê kirin û wiha bi lêv kir: “Li vir armanc û polîtîka diyar e. Raste rast dijminatiya kurd û jinên kurd dikin. Li herêmê Meclîsa Ciwanan a partiya me li dijî hişbirê kampanyayek da destpêkirin. Ev kampanya li gelek navçe û bajaran bi çalakiyên cuda tê birêvebirin. Dixwazin civak û ciwanan agahdar bikin. Ev kampanya dê di 7'ê mijdarê de li Êlihê ji bo jinên ciwan pêşbirka hunerê li dar dixe û ciwanan dine cem hemdû. Desthilat xebatên ciwanan hezm nake û êrişê ciwanan dike. Lê divê bê zanîn ku ciwan bêdeng nabin.”
 
 
Başaran, wiha bal kişand ser mijara ekolojiyê: “Hefteya borî li Dêrsîmê me bi navê 'Jin û Ekolojî' hevdîtinek organîze kir û me bal kişand ser texrîbatên ekolojiyê. Îro daristan dişewitin, lê kesên ku şewatê ditemîrinin tên sûcdarkirin. Lê di dema pêvajoya sûcdarkirinê de jî ev qadên ku şewitin ji îmarê re tên vekirin. Li Dêrsimê daristan naşewitin tên şewidandin, hem jî bi destê şewidandin. Li vir bi şewitandina daristanan êrişê li nasnameya gelan û çanda gelan dikin.”
 
‘EM Ê HER TIM LI QADAN BIN’
 
Başaran, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nîqaşên ser budçeyê û got: “Di hevdîtinên budçeyê de parlamenterên me li ser budçeya jinan disekinin. Desthilat ji sedî 86 budçe ji şer re vediqetîne. Lê belê ji bo gelan çi dikin? Welatiyên ku bi destheqê asgarî hewl didin ku bijîn êdî nikarin fatureyên xwe bidin. Rojên borî me li Stenbolê derbarê budçeya jinê de komxebatek pêk anî. Me daxwaz û pêşniyarên xwe kir yek û em ê wan pêşniyaran bibin meclîsê. Her wiha Meclîsa Jinan a partiya me dê bi mijara 25'ê Mijdarê civînek li dar bixe. Plansaziya xwe pêk bîne. Her wiha em ê her tim li qadan bi jinan re bên cem hev.”
 

Sernavên din

06/11/2021
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin