Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'

  • rojane
  • 09:13 6 Mijdar 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Têkildarî Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê biryar hatibû dayîn ku dozgerê wê demê wekî şahid bê guhdarkirin, lê belê çendî dozger di girtîgehê de bûye jî hatiye gotin ku xwe negihandine wî. Parêzer Erdal Kûzû, diyar kir ku ya hatiye kirin mudaxileyeke li dozê ye. 

Di 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê Davût Altûnkaynak (12), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdûrrahman Olcay (20), Abdûrrahman Coşkûn (21), Hîkmet Kaya (24) û Suleyman Seyhan (57) û çawîşê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Doza têkildarî vê ku wekî Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê tê binavkirin, niha li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Semsûrê didome. Di çarçoveya dozê de Fermandarê Tabûra Komando ya Cendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Cendirmeyan ê Navenda Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawîşê Pispor Kerîm Şahîn ên wê demê jî di nav de 18 kes tên darizandin. Ji 30'yê Cotmeha 2014'an heya niha gelek kes wekî şahid hatine guhdarkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Semsûrê, di 5'ê Kanûna 2016'an de biryar da ku Dozgerê Komarê yê Kerboranê yê wê demê Adem Kûl jî bê guhdarkirin, lê belê hê jî Kûl nehatiye guhdarkirin. 
 
DI GIRTÎGEHÊ DE BÛ, LÊ XWE NEGIHANDINÊ! 
 
Çendî ku di Adara 2017'an de hatibe angaştkirin ku xwe negihandine Kûl jî, lê belê derket holê ku Kûl di 21'ê Tîrmeha 2016'an de di çarçoveya lêpirsîna Cemaeta Fethullah Gulen de li Samsûnê hatiye girtin. Kûl, heya 18'ê Çileya 2018'an de girtîgehê maye û sûd ji "qanûna poşmaniyê" wergirtiye û paşê cezayê hepsa malê li Adem Kûl hatiye birîn. 
 
Lê belê muzakereyên ku ji bo Kûl wekî şahidê dosyeya JÎTEM'ê ya KErboranê bê guhdarkirin, bi "me xwe negihandiye wî" hatin bersivandin. Dadgehê di 22'yê Cotmeha 2018'an de biryar da ku Kûl bi "darê zorê bînin" danişînê, lê dîsa jî hat gotin ku xwe negihandine Kûl. 
 
Kûl, di danişîna 21'ê Cotmeha 2021'ê de jî nehat guhdarkirin. Lê vê carê derbarê Kûl de agahîne nû derketin holê. Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Samsûnê ji ber 2 sal û 6 meh cezayê Kûl û sûcê "peywira xwe bi xirabî kiriye" di sala 2021'ê de cardin lêpirsîn daye destpêkirin. Lê belê nehatiye diyarkirin ku bê Kûl hatiye girtin an na yan jî di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya wî hatiye girtin yan na. 
 
Ji parêzerên dozê Erdal Kûzû, anî ziman ku 5 salên wan ji bo tespîtkirina vî kesî derbas bûne û wan bi derfetên xwe lêkolîn kirine û piştî van lêkolînan pê hesiyane ku Kûl hatiye girtin û piştî hatiye berdan derbarê wî de biryara kontrola edlî hatiye dayîn. Kûzû, destnîşan kir ku ev tişt ragihandine dadgehê, lê dîsa jî dozger lêgerîna xwe ya ji bo dozger dewam kiriye. 
 
MUDAXILE
 
Kûzû, destnîşan kir ku dadgehê bi rihetî aqûbeta Kûl hîn bibe, lê belê ji bo vê tiştek nekiriye û got: "Lewma em vê wekî mudaxileyeke li dosyeyê fêm dikin. Wer xuya ye ku nehatiye xwestin ku ev kes bê guhdarkirin." 
 
Kûzû, bal kişand ser girîngiya Adem Kûl a ji bo dosyeyê û got: "Girngiya wî ew e ku dema ev 7 kes bi awayekî netomarkirî hatine binçavkirin, ev kes li Kerboranê bû. Her wiha li bin biryara binçavkirina 2 kesên bi awayekî fermî hatine binçavkirin jî îmzeya wî heye. Heger ev bên eşkerekirin dê rastî eyantir bibe." 
 
'DIXWAZIN DOSYEYÊ BIGIRIN' 
 
Kûzû, bilêv kir ku ne mumkun e ku dewlet nizanibe dozger li ku derê ye. Kûzû, destnîşan kir ku dozger kesên bi vî awayî vedişêre û diparêzer ji bo dosyeyên bi vî rengî zelal nebin û got: "Em wisa fêm dikin ku dixwazin dozê bi temamî biqedînin. Jixwe tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê dizane ku bê di dozên bi vî rengî de biryarine çawa tên dayîn. Ji bo heman biryarê bidin, ji bo devjêberdana lêgerîna li vî kesî hincetan çêdikin û ev yek di zabitnameya danişînê de jî heye. Ev mudaxileyeke eşkere ye. Ev delîl e ku di 5 salên borî de bê heyeta dadgehê çawa nêzî dozê bûye. Pir eşkere ye, li hevkirinek heye. Dixwazin ser rastiyên dozên binpêkêrinên mafan ên salên 90'an bigirin. Ev biryareke dewletê ye." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

06/11/2021
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin