Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene

  • rojane
  • 09:16 6 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag, anî ziman ku li benda encama DNA'ya HPG'iyên jiyana xwe ji dest didin nayê sekinandin û li goristanên "bêkesan" di ser hezarî re cenaze hene. 
 
Cenazeyên endamên HPG'ê yên di şerên dîrokê cuda de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên endamên YPS/YPS-JIN'ê yên ku di dema qedexeyên derketina derve yên 2015-2016'an de jiyana xwe ji dest dane bi salan e di goristanên "bêkesan" de tên sekinandin. Çendî ku nasnameyên wan hatine eşkerekirin jî serlêdanên malbatan ên ji bo wergirtina cenazeyan an tên redkirin an jî bê bersiv tên hiştin. 
 
BÊYÎ HAYA MALBATAN 
 
Hevserokê Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag, da zanîn ku li Meletî, Wan, Sêrt, Xarpêt, Semsûr, Çewlig, Riha, Mêrdîn, Edene, Şirnex, Amed û Êlihê û li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê herî kêm hezar cenaze di goristanên "bêkesan" de ne. Karadag, diuar kir ku malbat ji bo wergirtina cenazeyan gelek caran serlêdan kirine û got: "Lê guh li serlêdanên malbatan nakin. Cenaze bêyî malbatan tên definkirin û ji van goristanan re dibêjin goristanên 'bêkesan'. Halbûkî tu cenaze ne bêxwedî ye û her cenazeyek malbatek wan heye." 
 
LI BENDA ENCAMA DNA'YÊ NASEKININ
 
Karadag, diyar kir ku encama DNA'yan di 24 saetan de tê eşkerekirin, lê belê ji bo van cenazeyan bi mehan, tew car heye bi salan nayên eşkerekirin û bêyî ku encamên DNA'yê diyar bibin cenazeyan defin dikin. Karadag, destnîşan kir ku ya tê kirin neheqî ye. 
 
CENAZEYAN NADIN
 
Karadag, diyar kir ku malbata Şoret Nûrîzade ya HPG'î ku di 2'yê Îlona 2020'î de li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest daye, bi rêya parêzerên xwe 3 caran serlêdan kiriye û got: "Parêzer gotiye nizanin cenaze li ku derê ye. Dozger, parêzer li dû xwe dibe û tîne. Pêşî gotin navê wê biguherînin, bikin tirkî. Nav guherandin, lê navê hat guherandin qebûl nekir. Cardin ji malbatê re got nav biguherînin. Ji ber ku dozger nav qebûl nake, cenaze nadin malbatê." 
 
CENAZEYÊN LI MORGAN
 
Karadag, da zanîn ku li Amed, Sêrt û Êlihê gelek cenaze li morgan e û got: "Cenaze tên perçekirin. Hûn doza çi li cenazeyan dikin, hûn ji çi ditirsin? Kesên behsa dîn û îmanê dikin, gava mesele dibe cenaze hewlesta wan helwesteke kîn û nefretê ye." 
 
SÊ CENAZE DI GOREKÊ DE NE
 
Karadag, diyar kir ku cenazeyê Mercan Erol jî di nav de 3 cenazeyên endamên HPG'ê yên di sala 2017'an de li navçeya Pasûr a Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dane li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê di gorekê de hatine veşartin û got: "Malbatê ji bo DNA'yê xwîn da, encam eşkere bû. Cihê gorê diyar e, lê malbat ji bo cenaze wergire deh caran serlêdan kir. Lê daxwaz malbatê hat redkirin. 4 sal derbas bûne, lê hê jî cenaze nedane malbatan." 
 
DIJMINATÎ
 
Karadag, destnîşan kir ku malbat bi salan e ji bo hestiyên zarokên xwe bibînin û defin bikin têdikoşin, lê belê serlêdanên malbatan nayên qebûlkirin û got: "Ji lew re dixwazin cenazeyan winda bikin. Hem li hemberî malbatan hem jî li hemberî cenazeyan polîtîkayeke dijminatiyê heye." 
 
Karadag, bal kişand ser mafê definkirinê û got: "Tişta tê kirin di tu hiqûqê de tune ye. Demildest divê dawî li van polîtîkayên sîstematîk bên."
 
Karadag, destnîşan kir ku dê MEBYA-DER ji bo wergirtina cenazeyan tim alîkariya malbatan bike. 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

06/11/2021
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin