Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP

  • rojane
  • 09:14 13 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Dayikên cizîrî ku bi salan e li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne, bertek nîşanî polîtîkayên PDK'ê yên li hemberî cenazeyan dan û xwestin cenazeyên malbatên li Sêmalkayê bên dayîn. 

Li herêma Xelîfan a Herêma Federal a Kurdistanê, di 29’ê Tebaxê de 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn 2 HPG'iyên birîndar bûbûn jî paşê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên wan ku 2 meh in di destê PDK'ê de ne, radestî malbatên wan nayên kirin. Dayikên Aştiyê yên Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo cenazeyên gerîlayên HPG’ê Nesrîn Temir û Yusif Îbrahîm bigirin, li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dayikên ku bi salan e li benda cenazeyên zarokên xwe ne bertek nîşanî vê helwesta PDK'ê dan.
 
 
7 SALIN BENDA CENAZEYÊ KEÇA XWE YE 
 
Hiznê Aslan ku keça wê Hacer Aslan di dema qedexeya derketina derve de di jêrzêmînên Cizîrê de hat kuştin û cenazeyê winda ye, anî ziman ku ew bi salan e li benda cenazeyê keça xwe ye û wiha axivî: "Di jêrzemînên Cizîrê de li ber çavên dinyayê zarokên me bi kîmyasalê qetil kirin. Dinyayê hemû çavên xwe û guhên xwe li me girtin. Her kesî xwe ker kir. Lê em li pey hestiyên zarokên xwe ne. Heta ku ez sax bim, ez ê ji bo cenazeyê Hacerê bitêkoşim. Ez ê doza cenazeyê keça xwe bikim. Ev 7 sal in cenazeyê keça min wenda ye. Me 2 caran ji bo cenaze xwîn daye. Lê dibêjin cenaze ne di destê me de ye. Dewletê ew bi kimyasalê kuştin. Piştî ew kuştin cenazeyên wan jî avêtine."
 
'JI NEYARÊ ME BÊTIR TÎNE SERÊ ME' 
 
Aslan, ji bo cenazeyên endamên HPG'ê yên di destê PDK'ê de ne û PDK'ê wan nade malbatên wan jî anî ziman ku Barzanî bi vê pêkanînê careke din dijminahiya xwe ya li hemberî gelê xwe îlan kiriye û wiha dom kir: "Ji bo me çi ferq û cudahiya Barzanî û dewleta tirk nema ye. Zilma ku Barzanî li gelê xwe dike, ji ya AKP'ê bêtir e. Em wî şermezar dikin. Ew navê kurdatiye heq nake. Ew ji neyarê me bêtir tîne serê me. Ev bi rojan e, mehan e dayik li ber deriyê sînor di çalakiyê de ne. Tenê daxwaziyeke wan heye, ew jî teslîmgirtina cenazeyan e. Cenazeyê wan bide wê çi ji wan bibe? Em piştgiriyê didin wan dayikan. Êşa me û wan hevpar e. Em hisret in ku goreke ji zarokên xwe re çêbikin. Çi bibe bila bibe, tu tişt ji zarokên me ne girîngtir e. Piştî ku zarokê me çûn me bikujin çi ye. "
 
'BILA HIŞÊ XWE BÎNE SERÊ XWE' 
 
Yek ji cenazeyê wenda jî cenazeyê  Mehmet Halîl Dûrmûş e. Cenazeyê Dûrmûş ji sala 2016'an vir ve wenda ye. 
 
Dayika Dûrmûş, Hatîce Dûrmûş jî bertek nîşanî vê helwesta Barzanî da û got: "Kurê min li Şingalê jiyana xwe ji dest da. Dewleta tirk û Barzanî destûr nedan ku em biçin cenazeyê xwe bînin. Dewlet 50'î caran bêtir hat ji me pirsa kurê min kirin. Ji min re digotin, me bihistiye ku hatiye malê. Her carê diavêjin li ser malê û li kurê min dipirsin. Min ji wan re got, 'Hestiyê kurê min bûn ax.' Ji min re gotin, 'Ne rast e agahî ji me re hatiye û li malê ye.' Piştre dîsa li ser mala me de girtin. Ji bo ku birîna me kûr bikin wiha dikin. Ji me re gotin, 'Heta ku hûn cenaze neynin em ê we wiha aciz bikin.' Min ji wan re got, 'Destûr bidin ez ê sibê biçim cenazeyê xwe bînim.' Lê destûr nadin. Erdogan niha hemû Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Barzanî rê da Erdogan. Îro dora me ye, sibê dora Barzanî ye. Ew tişta ku îro tîne serê kurdan wê sibê bê serê wî jî. Bavê Barzanî jî ji Kurdistanê re rast nebû. Ev heta îro jî didome. Wê kurê wî jî û neviyên wî jî wisa xwedî vê zilmê bin. Îro Barzanî pey PKK'ê ketiye. PKK kî ye û Barzanî kî ye? Em hemû birayên hev in. Em dibêjin biratî ew dibêje birakujî. Em dibêjin aşitî û ew dibêje neyartî. Bila hişê xwe bîne serê xwe û bes vê zilmê bike. Hê heta îro jî gerîlayan xeletiyek li Barzanî nekiriye. Li hemberî wan nesekînî ye. Wê heta kengî wisa bidomîne. Êdî bes e. " 
 
'HEGER WIJDANA WAN HEBE WÊ BIDIN' 
 
Dayika Aşitiyê Fatma Elîş jî got: "Divê PDK wan cenazeyan bide. Ew zarok zarokên me ne. Mala Barzanî tu caran girîngî nedaye gelê xwe. Heger qedir û qîmet bida kurdan wê cenazeyên wan radestî malbatên wan bikira. Heger wijdana wan hebe wê bidin. Bi daxwaza Tirkiyeyê Barzanî cenazeyan nade. Tirk dikare her tiştî bike, çimkî neyarê me ye. Lê tişta ku Tirkiye dike Barzanî nikare bike. Em heta dawiyê piştgiriyê didin dayikên ku di çalakiyê de ne. Bila cenazeyan bidin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

19/11/2021
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir