Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin

  • rojane
  • 13:30 13 Mijdar 2021
  • |
img

AMED - Xizmên windayan û komeleya mafên mirovan ji bo winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin di hefteya 666’an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu daxuyanî da. Komîsyona  ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Alî Tekdag ê 27 sal berê di 13’ê mijdarê de hat windakirin pirsîn û edalet xwestin.  

 
Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan bi dirûşmeya “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” di hefteya 666’an de li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu daxuyanî da çapemeniyê. Xizmên windayan û endamên Komîsyona Windayan a ÎHD’ê di çalakiyê de amade bûn. Malbatên windayan wekî her carê vê hefteyê jî pankarta  ku wêneyên windayan li ser heye û nivîsa “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” li erdê raxistin. Piştre weneyên windayan ên li ser “Winda” hatiye nivisandin xistin hembêza xwe û daxuyanî dan. Li ser navê Komîsyona Windayan Firat Berkpinar çîroka windayan xwend. Firat Bergpinar, anî ziman ku di hefteya 666’an de ji bo winda bên ditin û faîl bên darizandin çalakiya xwe berdewam dikin û wiha got: “Di hefteya 666’an de ji bo em dîsa aqûbeta windayan bipirsin em li vir bi were ne. Ji bo heqîqet cihê xwe bibîne û edalet pêk bê, ji bo rastî ronî bibe em her hefteyê li vir kom dibin. Em ê vê hefteyê aqûbeta winda Alî Tekdag bipirsin.”  
 
'EV LÊGERÎNEK PIR DEM DIRÊJ E'
 
Berkpinar, anî ziman ku di şexsê Alî Tekdag de aqûbeta kesên di salên 1990’î heta niha winda bûn û hatin qetilkirin dipirsin û wiha got: “Ev lêgerînek pir demdirêj e. Em parazvanên mafên mirovan, xizmên windayan û hêzên têkoşîna demokrasiyê didin demek dirêj e em bang li dewletê dikin. Em dibêjin heqîqetê lêkolîn bikin û ronî bikin. Tişta herî zêde em, dayikan û  xizmên windayan dixwazin ronîkirina rastî û heqîqetê ye.  Erk û rola dewletê ewe ku li hemberî vê heqîqet û rastiyê ker û kor nebînin. Em dixwazin rayedarên dewletê dengê dayikan, malbatan û parazvanên mafên mirovan bibhîzîn û rastiyê ronî bikin. Ji bo dewlet vî dengê malbat û xizmên windayan bibhîze her hefte em bang dikin û vê têkoşînê li her derê berdewam dikin. Em dixwazin dewlet vê heqîqetê bibîne û ronî bikin.  Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê vê hefteyê çîroka windayekî bi were parve bikin.” 
 
'HETA NIHA TIŞTEK NEHATIYE RONÎKIRIN'
 
Berkpinar, diyar kir ku Alî Tekdag di 13’ê mijdara 1994’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat windakirin û wiha berdewam kir: “Li gorî hevjîna Alî Tekdag Hatîce Tekdag bûyer wiha pêk tê: ‘Em di 13’ê mijdara 1994’an de bi hevre ji malê derketin. Heta Şekerbank a Deriyê Çiyê em bi hevre bi dolmîşê çûn. Piştre Alî got ‘5 deqîqeyan karê min heye. Tu raweste ezê bêm.’ 15 deqîqe şûnde hat  û di ber min re derbas bû. Min got ‘Alî’ û xwest raweste. Lê wî bi destê xwe ji min re got ‘Tu here’ 3-4  kesên bi çek ên sivîl li pey wî bûn. Dema Alî ket kuçeyê reviya. Lê yên bi çek ketin pey wî û gule berdan wî. Alî xwe avêt erdê. Kesên bi çek çakêtên wî ji wî kirin û li serê wî gerandin. Ew xistin hundirê bînayekê. Piştî 10-15 deqeyan dolmîşek sipî hat. Ew li dolmîşê suyor kirin û ber bi aliyê Hêzên Çevîk ve çûn. Dema ev bûyer pêk hat, li ber Şeker Bankê polîs û esker hebûn. Li gel wan kesan gule berdan jî van polîs û eskerêm li ber bankê tu tişt nekirin. Roja din min serî li Serdozgeriya DGM’ê da. Gotin ‘Here hêj bûyer nû ye hefteyek şûnde were.’ Lê ez hefteyekê nesekinîm. Ez 3 roj şûnde dîsa çûm. Piştî bûyerê ez her roj çûm. Piştî 2 mehan polîsê li ber derî xwe bi min re aciz kir. Piştre polîs ez derxistim dozgeriyê. Dozgeriyê xwest ez şahid nîşan bidim. Got ne li cem me ye. Di heman demê de Seyfetîn Demîr ê li Girtîgeha Amedê ji rojnameya Ozgur Gundemê re nivîsî û got ‘Ez û Alî Tekdag bi hevre hatin binçavkirin. Alî digot ‘Wê min bikujin, biçe ji malbata min re bêje,’ Li ser vê yekê em dîsa çûn cem dozger. Dozger got ‘Dosya Seyfettîn Demîr heye. Lê dosya aydî Alî Tektag tune ye’. Wê demê dozgeriyê navnîşana malbata me girt û got ‘Carek din neyê vir’ Ji wê demê heta niha tiştek nehatiye ronîkirin.” 
 
Berkpinar, bibîr xist ku ji wê demê heta niha malbatê serî li hemû rayedaran dan, lê tu agahî bi dest nexistin û wiha bi dawî kir: “Malbatê ji ber ku di hiqûqa Tirkiyeyê de encam negirt serî li DMME’ê da. DMME’ê Tirkiye mahkûm kir. Em carek din dixwazin rastî bê ronîkirin û bersûc bên ditin û cezakirin. Em ji bo  Alî Tekdag edaletê dixwazin. Ji bo heqîqet ronî bibe em deqeyek çalakiya rûnuiştinê li dar dixin.” 
 
Xizmên windayan piştî deqeyek rûniştinê dawî li çalakiye anîn. 
 
 

Sernavên din

19/11/2021
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir