Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike

  • rojane
  • 09:13 16 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteyê Zanîngeha Duhokê Dr. Hashim Zebarî têkildarî rewşa aborî, siyasî û civakî ya li Herêma Kurdistana Federe diyar kir ku tiliya Tirkiyeyê di parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de heye û ev tişt got: "Şîrketên nêzî AKP'ê jî sûd ji vê digirin. Tirkiyeyê gelek caran bi milyonan dolar pêşkeşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine ku karibe bi rehetî karê xwe bike." 

Hin welat hene ku divê dewlemendiya wan bibe çavkaniya dewlemendî û aramiyê, lê car heye bi şêwaza polîtîkayên xwe jî dibin sedema xizanî û hejariyê. Yek ji van herêmên ku bi dewlemendiya xwe ya neftê tê zanîn jî Herêma Federal a Kurdistanê û Iraq e. Lê herêma ku di warê rêveberinê de asê bûye, ji ber van polîtîkayên wê yên şaş welatî di nav xizaniyê û alzoiya aborî de mane. Wezareta Neftê ya Iraqê ku dahata meha Cotmehê ya neftê eşkere kiribû, ragihandibû ku nefta li Başûrê Iraqê hatiye derxistin li dor 93 milyon û 386 hezar û 975 bermîl e. Her wiha 3 milyon û 11 hezar û 917 bermîl jî ji bîrên neftê yên Kerkûkê hatine derxistin û bi rêya boriyên neftê ji Tirkiyeyê re hatiye şandin. Nefta ku tê hinardekirin gihîştîye sê milyon û 120 hezar bermîl. Her bermîlek neftê bi 79 dolar û 37 sentî tê firotin. Her wiha tê diyarkirin ku dahata neftê jî daxilî xezîneya giştî nehatiye kirin û ji ber vê dayîna muçeyan bi derengî dikeve. Ji ber vê ew xwepêşandanên ku par di meha Nîsanê de dest pê kiribûn hîn jî didomin.
 
Mamosteyê Zanîngeha Duhokê Dr. Hashim Zebarî têkîldarî dahatên neftê, aloziya aborî ya herêmê, şêwaza revebirina Herêma Kurdistanê  ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
TIRKIYE DIBE SEDEMA NAKOKIYAN
 
Zebarî, diyar kir ku parvekirina neftê ya di navbera hikûmeta Hewlêr û Bexdayê de, pirsgirîkên heyî kûr dike û got: "Pirsgirîka neftê ya di navbera hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê de gelek mezin e. Ji ber ku pirsgirîka neftê her tim bûye sedem ku peywendiyên di navbera her du hikûmetan de têk biçin. Di demekê de bi berdewamî hikûmeta Iraqê şer bi herêma Kurdistanê re kiriye ku rêveberiya herêmê neftê radestî wê bike. Şîrketên biyanî ketin navbera her du aliyan. Ji  ber ku li Iraqê û herêma Kurdistanê zagoneke di vî warî de ku parvekirina neft bê nîqaşkirin, ev pirsgirêk jî didomin. Ji ber wê jî ev pirsgirêka heyî di navbera her du aliyan de wisa li holê dimîne. Ji sala 2014'an heta niha Herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe nefta xwe dişîne Bexdayê. Lê Bexda para Herêma Kurdistanê dibire û bi tu awayî naşîne Hewlerê. Ji wê çaxê heta niha di navbera her du aliyan de ev alozî berdewam dike. Hikûmeta Iraqê bi berdewamî daxwaz dike ku bi şîrketên biyanî re hevkariyeke neftê çêbike. Lê weke ku diyar e jî li herêma Kurdistanê heta niha zagonek tune ye û nehatiye xwestin ku zagonek di parlementoyê de bê pijirandin ku mafê Herêma Kurdistanê jî bê diyarkirin. Ev dahatên neftê heta niha li ser budçeya Iraqê tên dabeşkirin. Piştî referandûma sala 2017'an Barzanî careke din li gel Bexdayê cih girt ku karibe van pirsgirêkan çareser bike. Lê li gorî dîtina min hevkêşa neftê ya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de hêzên ji derve yên wekî dewleta Tirkiyeyê roleke mezin dilîzin. Lê heta niha tu encam negirtine. Ji ber tunebûna zagonê ya li herêmê Tirkiye û rejîma Erdogan dixwaze ku di navbera her du aliyan de nakokiyan çêbike." 
 
'TIRKIYE DEYNDARÎ HIKÛMETA KURDISTANÊ YE' 
 
Dr. Zebarî anî ziman ku nayê zanîn ku neft bi çi rêbazî û çawa tê firotin. Zebarî, bilêv kir ku di budçe û aboriya welêt de nezelaliyek heye û wiha dom kir: "Lihevkirina ku di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser binemayê budçeya 2021'an ew e ku hikûmeta herêmê rojane 250 hezar bermîl û dahatên sînorî radestî Bexdayê bike. Ji ber vê yekê jî weke pişka herêmê 113 budçe aşkere kirin. Lê heta niha jî ev lihevkirina budçeyê jî çênebûye. Ji ber berjewendiyên siyasî, firotina neftê ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta herêmê naxwazin ji raya giştî re diyar bikin. Bêgûman meseleya petrolê ya li herêmê gelek bi pirsgirçk e. Haya parlementoya Başûrê Kurdistanê ji van girêbestên Tirkiye û şîrketên beyanî yên ewropî û emerîkî re tune ye. Heta hikûmet bi xwe jî nikare ku bi van pêkanîna hemûyan bizanibe. Ji ber vê yekê di vê hêlê de Tirkiye roleke gelek xirab dilîze. Nîqaşên ku li ser borîyên li hêla Kurdistanê tên kirin  hemû planên Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê jî şîrketên nêzikî AKP'ê ji vî tiştî sûd digirin. Tirkiyeyê gelek caran bi mîlyonan dolar pêşkeşî Herêma Hikûmeta Kurdistanê kirine ku bikaribe karê xwe bike. Niha di vê hêlê de şîrketên Tirkiyeyê deyndarî Herêma Kurdistanê ne. Yek ji van şîrketan jî şîrketa BOTAŞ û  Genal Energyê ne. Li tevî van gelek şîrketên din ên dewleta Tirkiyeyê deyndarî Hikûmeta Kurdistanê ne. Ji ber van deynan jî Hikûmeta Herêmê nikare li hemberî Tirkiyeyê bisekine û ew çi bixwaze jî wê dike. "
 
ÇIMA DAHATA HIKÛMETÊ ZÊDE NABE? 
 
Zebarî, destnîşan kir ku li herêmê pirsgirêka sereke nerêvebirina welat e û got: "Pirsgirêkên Herêma Kurdistan ne ji nebûna mûçeyan û pereyan e. Ev pirsgirêk ji ber dizî, dabeşkirina samanan û nerêvebirina herêmê rû dan. Hikûmeta Kurdistanê piştî ku di sala 2015'an de aboriya serbixwe hilbijart û heta  niha nikare bêyî alîkariya Iraqê welêt bi r êve bibe û îdare bike. Nikare dabînkirina mûçeyên karmendan û mamosteyan peyda bike. Hê heta niha jî ev pirsgirêk didome. Ji sala 2014'an û  heta niha hikûmeta Iraqê di ser 32 mîlyon dolarî re deyndarî karmend û şîrketên biyanî ye. Çima di welatekî de ev deyn hemû li ser hikumetekê kom dibin? Ango 30 û 32 mîlyar meblaxeke gelek mezin e. Demekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rojane 430-450'î hezar bermîl ji derve re dişand. Ev sal û çend meh in rewşa bazarkirina neftê gelek baş e. Bihayê neftê jî zêde bûye. Lê çima dahata hikûmetê zêde nabe? Divê hikumet bersiva vê yekê bide. Ji ber ku gendelî û diziya wan zêde dibin. Bêgûman welatiyên herêma Kurdistanê vê bacê didin. Bêguman heger deynên herêmê li gorî nifûsê be wê serê her welatiyek herêmê 5 hezar dolar bêtir deyndar be."
 
QEYRANA DI WARÊ AZADIYÊ DE
 
Zebarî, bal kişand ser hilbijartinên ku di 10'ê Cotmehê de li herêmê çêbûn û wiha berdewam kir: "Bêgûman hilbijartinên ku li Iraqê û Herêma Kurdistanê hatine lidarxistin, li ser gel bandor kir. Bi rêjeyeke gelek mezin hilbijartin hat boykotkirin. Ev jî nîşan dide ku ne tenê li Herêma Kurdistanê bi giştî li Iraqê qeyraneke aborî heye û kesên ku vê yekê çareser bikin tune ye. Di van 7 salên dawî de welat bi şêwazeke baş bi rê ve nebirin ku kurd doza mafê xwe bikin. Ji ber van pirsgirêkên heyî xelk nikare daxwaza mafê xwe bike. Ev jî bû sedem ku bi taybetî li Duhok û Hewlêrê rêjeya boykotkirinê zêde bibe. Her wiha li Silêmaniyeyê jî ji ber nakokiyên ku di navbera YNK'ê de hene û gefên rejîma Erdogan ên li ser bajêr bû sedema vê yeke. Deverên ku PDK û YNK lê desthilatdar in nikaribûn bibin hikumeta gel. Bi hesanî nikaribûn ji gel re xizmet bikin. Ji bilî nebûna xizmetê, qeyrana ceyranê, qeyrana avê, qeyrana rêvebirinê, li welat qeyrana siyasî, qeyrana azadiyê û qeyrana mafê mirovan heye. Ev qeyranên civakî zêde bûne. Boykotkirina hilbijartinê ji hikûmetan re bersivek bû. Aşkere bû ku gel vê şewazêa rêveberiyê naxwaze. Gel dixwaze ku rêz ji bo mafê mirovan hebe. Ji ber vê yekê jî rêjeya boykotê pir zêde bû. Lê vê boykotê ji partiyên desthilatdar re xizmet kir. Ew kesên ku hilbijartin boykot kirin jî pîranî jî kesên ku li hemberî desthilatdariyê disekinin bûn. Van kesan heger li şûna boykotkirinê biçûna li ser sindoqan wê li herêmê guhertinên gelek mezin çêbûbûna. Lê gel boykotkirin tercîh kir û vê jî nîşan da ku gel ji hikûmeta heyî nerazî ye. Hikumeta AKP'ê li Başûrê Kurdistanê roleke gelek xerab dilîze. Hewl dide ku tifaqiya kurdan tune bike. Hebûna xwe ne tenê li Başurê Kurdistanê, di heman demê de li Kerkûk, Şingal û Mûsilê jî dixwaze mayînde bike. Ev plana ku tê amadekirin, planeke faşîzan e. Ji ber vê yekê bi  berdewamiya van operasyonan dixwaze kurdan perçe perçe bike. Bêguman piştgirî ayina vê operasyonê jî yek ji sedemên boykotkirina hilbijartinê bu." 
 
'NIKARIN SERBIXWE TEVBIGERIN' 
 
Zebarî, bal kişand ser helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya ji bo operasyonên herêmê jî û got: "Çima Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê helwest nîşanî operasyonên Tirkiyeyê nadin?  Û her wiha  çima bertek nîşanî topbaranên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî PJAK û azadîxwazan nade? Çimkî Iraq dewleteke lawaz e û nikare bi awayekî serbixwe tevbigere. Nikare bibin dewleteke demokratîk û ji ber wê jî nabin xwedî helwest. Nikarin li dijî Erdogan bibin xwedî helwest.Operasyonên Tirkiyeyê ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, Rojhilat û heta ku digihijî Îdlîbe didomin.  Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku ji van pirsgirêkan rizgar bibe divê bi awayekî demokratîk tevbigere. Li gorî nêrîna min  ji bo ku  ne xwedî siyaseteke serbixwe ye ev pirsgirêk çêdibin. Divê pergaleke demokratîk û rêveberiyeke gel hebe. Heger ku li herêmê ev pêk hatin wê demê dikarin bibêjin ku dewleteke hemwelatî heye. Lê ev îrade bi van her du hikûmetan re jî tune ye. Ji ber vê yekê jî wê li herêmê ev qeyran bidomin. Ew tiştê ku niha li vir çêdibin, mînaka wê di cîhanê de tune ye. Di nava cihaneke pêşkeftî de ev rêbaza rêvebirinê nayê qebûlkirin. Di welatên azadîxwaz û demokratîk de cihê vê yê qebûlkirinê tune ye. " 
 
'WÊ REWŞ XIRABTIR BIBE' 
 
Dr. Zebarî diyar kir ku ji bo ku pirsgirêkên herêmê bi dawî bibin pêwîsti bi rêvebirineke demokratîk heye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Heger aqlê rêvebirina vî welatî neyê guhertin wê rewş xerabtir bibe û wê bibe sedem ku hêzên nû li herêmê peyda bibin. Di rewşeke wiha de gel jî nikare li vir hebûna xwe bidomîne. Koçberbûna ciwanan a li Herêma Kurdistanê pir zêde ye. Ev jî diyar dike ku gel êdî nikare vê rewşa heyî biguherîne. Hikûmeta heyî ji xwe guhdariya daxwazên gel nake û rêz û hurmeta wê ya li ji bo daxwazên gel tune ye. Heger ji bo guhertinê gavên cidî neyên avêtin wê li herêmê rewş gelek xirabtir bibe."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

19/11/2021
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir