Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku gel wê desthilatdariyê ji AKP-MHP'ê bistîne û ev tişt got: "Ev yek jî bi mezinkirina têkoşînê dibe."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî. Bûldan di destpêka axaftina xwe de, ji ber salvegera 84'an a Qirkirina Dersimê, Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî.
 
Bûldan, bal kişand ser doza Kobanê ya li dijî partiya wan hatiye vekirin û wiha got: "Ev doz doza desthilatdariyê ya ji bo hilanîna tola hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 31'ê Adarê ye. Dezgeh danîn. Îdîanameya ji 3 hezar û 530 rûpelî û 324 dosyayî ku delîlek jî tê de nîne qebûl kirin. Eger hûn dosyayên li ser dozên têkildarî komkujiyên bi destê DAÎŞ'ê ve hatine kirin bidin hev wê bi qasî yek ji 10 parên îdîanameya Kobanê jî nebe. Lê mixabin dema mesele HDP be bi hezaran rûpel tijî kirin. Lê belê nekarîn delîlan peyda bikin. Binerin Mehmet Eymur mikur hat. Got ku bi navê dewletê 18 kes kuştine. Vaye ji we re delîl. Lê belê lêpirsînek ji rûpelekê jî nîne."
 
 
'MÎNA DAÎŞ'Ê HÛN Ê JÎ WINDA BIKIN'
 
Bûldan, bi dewamî ev tişt got, "Hûn sûcdar in, hûn qirêj in, hûn ê nikaribin sûcên xwe, karên xwe yên qirêj bi doza Kobanê binixumînin. Hûn ê nikaribin binixumînin. Bi 6-8'ê Cotmehê hûn ê nikaribin 17-25'ê Kanûnê binixumînin. Yekane çavkaniya ku yên kûmpas danîne xwe dispêrin, derewên şahidê veşartî yên sexte ne. Lê belê tişta ku hevalên me xwe dispêrin, rastî ye. Ev doz di heman demê de doza heqîqetê ye. Û dawiya dawî wê heqîqet bi ser bikeve. Yên ku xwe li pişt şahidên veşartî vedişêrin, tirsonek, sextekar, komploger na, lê belê wê yên ku serî natewînin, bi serbilindî li ser piyan e, îradeya wan we bi ser bikeve. Komplogerên ku dixwazin doza kûmpasê ya Kobanê zû bi encam bikin û vê yekê ji doza girtina HDP'ê re bikin çavkaniyek, bila baş zanibin; hûn ê nikaribin bi ser bikevin.
 
Ev komplo wê li nava lingê we biegere. Xefika ku we danîne hûn ê bi xwe bikevin nav. Her ku rastî eşkere bû, wê rêxistiniya we ya li nava tarîtiya doza Kobanê eşkere bibe. Çawa ku tarîtiya DAÎŞ'ê li Rojhilata Navîn winda kir, hûn ê jî winda bikin. Hûn jî mehkûm in ku di dawiya van dozan de winda bikin. Hûn ê nikaribin paşeroja Tirkiyeyê li salonên dadgehên yên nehiqûqî û li dozên kûmpasê diyar bikin. Hêza we wê têra vê neke. Paşeroja hevpar a gelên Tirkiyeyê wê li qadan bi têkoşîna aştî, demokrasî û edaletê diyar bibe. Em dixwazin ku gelên Tirkiyeyê bi vê zanibe.
 
'DESTHILATDARÎ HILDIWEŞE'
 
Bloka desthilatdariyê ya ku li ber hilweşînê ye, bi siyasetê nikare derkeve pêşberî gel. Ji ber ku siyaseteke wan a ku karibin bimeşînin nemaye. Bi çi derdikevin pêşiya gel? Bi biryarên dadgeriyê yên nehiqûqî, bi biryarnameyên nehiqûqî, bi zext û zordariyê hewl didin tirsê berdin nava civakê."
 
Di berdewamê de Bûldan, destnîşan kir ku mîna ew her carê tînin ziman, desthilatdariya heyî darbekar e, dijminê aştî û demokrasiyê ye û ev tişt anîn ziman: "Em weke HDP dixebitin, karên me dewam dikin. 11-12'ê Mijdarê li Enqereyê me meclîsa xwe ya partiyê civand. Haya me jê heye ku ji bo paşerojê û gelên Tirkiyeyê em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di vê pêvajoya dîrokî de, weke Meclîsa Partiyê haya me ji berpirsyariyên me hene. Bi navê HDP'ê me biryardariya xwe ya ji bo parastina gel careke din bi xurtî nîşan dan. Li dijî dozên girtinê û kûmpasê ya Kobanê, li dijî êrişên desthilatdariyê, ji Enqereyê heta Amedê, ji Edîrneyê heta Wanê endamên meclîsa me ya partiyê û desteya rêveberiya navendî, hevrêyên me û gelê me bi coşeke mezin em pêşwazîkirin, lewma em spasiyên xwe pêşkêş dikin. Her kolan, her mala ku em bûn mêvanê wê hêviya me mezintir dike.
 
'BI TÊKOŞÎNÊ TÊKÇÛNA DESTHILATÊ MEZIN DIBE'
 
Di vê demê de ku krîzên aborî, siyasî û civakî li pey hev rû dane, li dijî yên ku dibêjin 'têk diçe bila têk biçe, min a ku ji min re pêwîste wergirt' em ê welatekî ku 84 milyon mirov lê qezenç dikin bi hev re ava bikin. Em her ku bi cihêrengiya xwe bi hev re bin, wê ev sîstema dejenerebûyî her roj bêhtir nêzî bidawîbûnê bibe. HDP hêviya gelan, baweriyan, jinan, ciwanan û bindestan e. Her ku xwedî li HDP'ê tê derketin, tifaqa AKP-MHP'ê dihele. Her ku em têkoşînê mezin dikin, hilweşîn û têkçûna desthilatdariyê jî mezintir dibe.
 
Em zanin ku heta Kurd azad nebin gelên Tirkiyeyê azad nabe, heta jin azad nebe, mirovahî azad nabe. Bi vê bîr û baweriyê em ê rêya welatîbûna wekhev, demokrasî û aştiyê her tim vekin. Bi hevkariya têkoşînê em ê di vê rêyê de têkoşînê mezintir bikin."

Sernavên din

16/11/2021
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?
09:11 Karkerên Înşaetê: Ji bilindbûna bihayên radibin desthilat berpirsyar e
09:11 Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin
09:11 Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe
09:11 Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî
09:10 Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'AN
14/11/2021
22:29 DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin