Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin

img
SÊRT  - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ê ku beşdarî civîna "Dema Azadiyê" ya li Misircê bû, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû qadên jiyanê belav bûye û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got: "Divê em ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna xwe mezintir bikin.”    
   
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir beşdarî civîna gel a ku li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Misirca Sêrtê di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" de hat lidarxistin, bûn. Di civînê de gelek kes amade bûn û pankartên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, tecrîdê bi dawî bikin, ji bo jiyanê edalet " û "Em ê tecrîdê bişkînin, yekîtiya neteweyî pêk bînin" hatin daliqandin.
 
‘BILA TECRÎDÊ RAKIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir da zanîn ku AKP'a li hemberî têkoşîna gelê kurd li ber têkçûnê ye û bi girtina HDP'ê hewl dide serketineke derew ragihîne û wiha got: "Îqtidar bi pirsgirêkeke mezin re rûbirû ye. Îqtidar hewl dide xwe rizgar bike. Heger kesek bixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, beriya her tiştî divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Heger nekin, divê bê zanîn ku kurd tên xapandin. Gelê kurd vê desthilatdariya faşîst nas dike, kes nikare gel bixapîne. Tu gotin û axaftin nikarin pêşî li rakirina tecrîdê bigirin. Gel dixwaze tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Em jî ji bo rakirina tecrîdê divê li gund, tax, bajarok, navçe û bajaran ango li her qadên jiyanê têkoşîna xwe mezintir bikin. Sebra gelê kurd û dostên wan li hemberî tecrîdê nemaye.”
 
‘GELÊN CÎHANÊ DI BIN TECRÎDÊ DE NE’ 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye asta îşkenceyê û wiha got: “Gelê kurd niha di nava tecrîdê de ye. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û li hemû qadên jiyanê belav bûye. Tecrîd hat girankirin û koletî hat ferzkirin. Ji bilî koletiyê tu alternatîfek ji van kesan re nehat pêşkêşkirin. Kurd vê yekê qebûl nakin. Em dizanin ku yek ji armanca tecrîda li ser Ocalan dûrxistina gelê kurd ji felsefeya Ocalan e. Lê belê ji bo vê yekê pir dereng bû. Ji ber ku gelê kurd toreke têkoşînê ya mezin ku bi felsefeya Ocalan mezin bûye ava kiriye. Ne tenê kurd, hemû gelên cîhanê di bin tecrîdê de ne. Em vegerin salên muzakereyên bi Ocalan re. Wê demê hem di warê aborî û hem jî di warê mafên mirovan de Tirkiye gihiştibû xaleke grîng. Salên di navbera 2013 û 2015’an de salên ku xwîn nehat rijandinê bûn. Lê belê îqtidar û hevkarê wê MHP salên ku ji bo berjewendiya xwe xwîn nehatibû rijandin bi dawî kirin. Û ji hingê ve xwîn diherike. Tenê rêya rawestandina rijandina xwînê Ocalan e. Li aliyê din Ocalan bi tecrîdeke ku bûye pergala îşkenceyê re rûbirû ye. Heger jiyana azad tê xwestin divê tecrîd bê rakirin. Divê tecrîd ne li ser milê gelê kurd be, divê hemû beşên civakê li dijî tecrîdê rabin û her kes dengê xwe bilind bike. Yên ku ji xwe re dibêjin muxalif divê vê tecrîdê bibînin û ji bo rakirina wê têbikoşin. Ti xeberek ji Ocalan nîne. Ev rewşek pir cidî ye. Cîhan ji bo azadiya Ocalan têdikoşe."
 
 

Sernavên din

23/11/2021
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin