Birîndar girtin û sîxuriyê lê ferz kirin

  • rojane
  • 12:37 25 Mijdar 2021
  • |
img
 
ÊLIH - Sîxurtî û lêgerîna tazî li Gulgeş Tatli ya bêyî ku birînên wê rehet bibin hatibû girtin tê ferzkirin. Di heman demê de hejmartina li ser piyan jî rojê 3 caran li Tatli ya bi tena serê xwe dimîne tê ferzkirin.
 
Di 26 'ê tîrmehê de li herêma Meydandere ya Colemêrgê şer derketibû û Gulgeş Tatli ya YJA-STAR'î di vî şêrî de birîndar ketibû destê leşkeran. Bêyî ku birînên wê rehet bibin Tatli piştî binçavkirina xwe ya 10 rojan hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Colemêrgê. Tatli ku di şer de ji milê xwe yê çepê, ji qorik û çavê xwe birîndar bûbû û bi vê rewşa xwe 3 caran sewqî girtîgehên cuda hat kirin. Li girtîgehên ku lê hatin veguhastin rastî êrîş û gefên gardiyan, leşker û wezîfedarên îstîxbaratê hat û gelek caran sîxurtî lê hat ferzkirin. Li gel ku di hucreya yek kesî de tê hiştin jî pirtûk, pênûs û name nadinê û tê gotin rojê 3 caran hejmartina li ser piyan lê tê ferzkirin.
 
REWŞA WÊ NE BAŞ E 
 
Li ser pirsgirêkên ku keça wê li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dimîne dayika Tatli Fatma Tatlı axivî û diyar kir ku wan vê hefteyê ji bo keça xwe ya ku telefonê wan nekiriye telefonî rêveberiya girtîgehê kirine û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê got, 'Keça we naxwaze derkeve telefonê'. Ji ber ku me agahî jê negirt parêzer roja 22'ê mijdarê çûn serdana wê. Ji ber ku endamên îstîxbaratê timik diçin cem, keça min bi parêzeran bawer nebûye û bi wan re neaxiviye. Derneketina telefonê de jî derewek e. Li gorî ragihandina parêzeran rewşa wê ne baş e Ditirse ku derman diavêjin xwarina wê. Dixwaze timik razê. Ev çi hovîtiyek e. Bila tiştên tînin serê keça min bi dawî bibin. Di 23'ê mijdarê ez jî çûm girtîgehê û xwest bi keça xwe re hevdîtina girtî bikim lê rêveberiya girtîgehê bersiva 'keça te naxwaze te bibîne' da min. 3 hefte ne bi keça xwe re neaxivî me."
 
NAYÊ TEDAWÎKIRIN
 
Tatli, destnîşan kir ku rexmî hemû serlêdanên wê jî tedawiya keça we nayê kirin û têkildarî rewşa keça xwe ev agahî dan: "Dema ku hat girtin di mil û qorika wê de birîn hebûn. Di hucreyê de rexmî vê rewşa xwe jî hemû pêwistiyên xwe ew dibirsivîne û xwe tedawî dike. Ji Girtîgeha Colemêrgê şandin Girtîgeha Wanê. Rexmî ku ji qorika xwe birîndar bû jî bi saetan di wesayîta rîngê de destê wê kelemçekirî hatibû sekinandin û li ser birîna xwe hatibû rûniştandin. Keça min niha nikare milê xwe yê çepê bi kar bîne. Di çavê wî da kêmasîya dîtinê heye. Heke neyê dermankirin dibe ku xerabtir bibe. Ew birînên li qorika wê didomin."
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Di berdewamê de Tatli, da zanîn ku piştî girtîgehên Colemêrg û Wanê keça wê anîne Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ku bi qasî kîlometreyekî dûrê mala wê ye û wiha qala neheqiyên ku li keça wê hatine kirin kir: "Li Girtîgeha Êlihê lêgerîna tazî li keça min ferz dikin. Gardiyanên mêr timik bi ser hucreya keça min ku bi tena serê xwe lê ye de digirin. Tevî ku bi tena serê xwe ye jî jimartina li ser piyan lê tê ferzkirin. Dest didin amûrên wê yên taybvet. Pirtûkên wê birine û heta saeta wî jî dest danîne ser hemû tiştên wê. Dema ku wê birine bijîjk bêyî ku tedawî bikin wê anîne girtîgehê. Dema ku wê anîne girtîgehê hemû tiştên wê hatine dizîn. Bêyî ku biryarek hebe birina amûrên wê dizî ye. Ev dizî ye. Em dixwazin eşyayên wê lê vegerînin."
 
BINPÊKIRINA HIQÛQÊ 
 
Tatli, diyar kir ku li Girtîgeha Êlihê gardiyan û endamên îstixbaratê gef li keça wê dixwin û wiha pêde çû: "Keça min ji me re vegot ku kesên ku ew wan nas nake lê xwe weke endamên îstixbaratê yên ji Colemêrgê hatine dane nasîn sîxurtiyê le ferz dikin û gef lê dixwin. Ev kes timik serdana keça min dikin. Ne pêkane ku agahiya rêveberiya girtîgehê ji vê tune be. Ev rewşeke li dijî hiqûqê ye. Rexmî ku qedexe ye jî endamên îstixbaratê diçin keça min dikin lêpirsînê û hewl didin jê agahî werbigirin.
 
BI XWIŞKA WÊ GEF LÊ XWARIN
 
Di dawiya axaftina xwe de Tatli, bi lêv kir ku tevî hemû êrîşan jî keça wê paşde gav neavêtiye û ev tişt gotin: "Ji roja ku hatiye girtin ve tı tişt nemaye ku anîne serê wê. Lê tu carî paşvd gav neavêtiye. Endamên îstîxbaratê yên sîxuriyê li ser ferz dikin, bi xwişka wê ya 14 salî gef lê xwarin. Jê re gotine, 'Em ê bi xwişka te re mijûl bibin. Kurekî min ê delal heye'. Keça min ji me re got, 'Xwişka min bi tena serê wê neşînin dibistanê. Ew dikarin her tiştî bikin'."
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

26/11/2021
09:34 Kemal Pîr 40 sal berê bi vî awayî pirsa 'Kurdistan ku derê ye?' bersivandibû
09:33 Li ser sînorê Sûriyeyê eskerekî jiyana xwe ji dest da
09:33 Polisan damezrînerê DEVA'yê Gurcan binçav kirin
09:11 Derket holê ku bapîrê Muslumeyê bavê wê ye
09:00 4 girtiyên di ser 70 salî re bi mirinê re rû bi rû ne
09:00 Ji sedî 27'ê nifûsê li dijî xizaniyê li ber xwe dide
09:00 Girtiyê ku behsa êrişên gardiyanan kir: Dibe ku me bikujin
09:00 ‘Em li dijî bişavtinê xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 Rojnamevan Mame: Hikûmeta Kurdistanê di bêedaletiyê de israr dike
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2021'AN
25/11/2021
22:30 4 rojnamevanên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:43 Li Amedê jin daketin qadan
19:08 Li Cizîrê mirineke biguman
17:10 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
17:04 Ji bo polîsê Hemdan qetil kir cezayê hefsê yê muebbetê hat xwestin
16:51 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê
16:47 Esnafê got ‘Ev der Kurdistan e’ hat berdan
16:39 Jin li qada ne: Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin
16:22 Li gundê Poyraz bang kirin: Li dijî polîtîkayên şer em li her derê ne
16:11 Dozger cezayê kujerê Şahîn Oner zêde dît!
16:03 Li Amedê di salekê de 965 jin bi tundiyê re rûbirû mane
15:54 Ji bo Ocalan serî li rêxistinên sivîl hat dayîn
15:44 Sewqiyata lojîstîk a leşkerî hat kirin
15:24 Giliya peywirdarên cemaweriyê hat kirin
14:38 Ji HDK'ê banga tevgera gel a yekgirtî
14:37 Ozgun ê HDP’yî ku 2 caran bi heman îdiayê hatibû girtin hat berdan
14:19 Parêzerên jin banga beşdariya Doza Kobanê kirin
13:57 Ji wêneyên Ocalan beraet kir
13:55 Nobeta Edaletê di roja 10’emîn de ye
13:50 HDP wê di qadê de bi gel re têbikoşe
13:37 Ji Sosyo Polîtîkê rapora tundiyê ya 3 mehan: 74 jin hatin kuştin
13:36 Xelkê Wanê: Ev der Kurdistan e, kes nikare înkar bike
13:25 Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî 2 pirtûkên nû
12:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:37 Birîndar girtin û sîxuriyê lê ferz kirin
11:53 Li Amed û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
11:32 Malbata Şenyaşar: Wê jin qismetê bêyom ê welat biguherînin
11:31 Ji Girtîgeha Sîlîvriyê name: Bênasnametiyê li me ferz dikin
11:14 Zilamê di metroyêde erişî jinekê kir hat binçavkirin
11:03 Nobeda li Sêmalka di roja 52’yemîn de ye
10:55 Îfadeya esnafê got 'Ev der Kurdistan e' hat girtin
10:47 Di Doza Kobanê de gelo Îsmet Yilmaz bi heyeta dadgehê re hevdîtin pêk aniye?
10:32 Piştî 11 salan azad bû: Min ewilî darê hembêz kir
10:26 Rojnameger Rêkanî: Wê encamên gelek giran derkevin holê
09:44 Ji 2 nûçegîhanên Rojnewsê agahî nayê girtin
09:43 Ji Wezîr Gul daxuyaniya malbata Şenyaşar: Lêkolîn berdewam dike
09:37 Daneyên Wezareta Karên Hundir: 251 jin hatine kuştin
09:10 Zarokên girtî yên nexweş di nava çar dîwaran de mezin dibin
09:09 Qada çopê Cizîrê jehrî dike!
09:08 Ercument Akdenîz: Pêdiviya Tirkiyeyê bi tifaqeke gel heye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'AN
24/11/2021
17:15 Jinan serdana Emîne Şenyaşar kir: Daxwaza wê daxwaza me ye
17:05 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:45 Li navçeya Ebexê mirina biguman a zarokekê
16:38 Gazî jinan hat kirin ku beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin
16:35 Doza Dayikên Şemiyê: Parêzeran eywana danişînê terk kirin
16:33 Destpêkê nehat bîra wî piştre înkar kir
16:08 Farisogûllari: Girtina siyasetmedarên kurd çi bi vî welatî da qezençkirin?
15:28 ÎHD: Di 10 mehan de 30 jin hatin kuştin
15:26 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li Meclîsê dan
15:04 Dikandarê Wanî ku ji Mûstafa Sarigul re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
14:27 Tecrîda li ser Ocalan di rojeva Meclîsê de ye
14:23 Ji Girtîgeha Bolûyê 15 girtî hatin sewqkirin
14:23 Sancar: Divê muxalefet pêşniyazek hevpar a hilbijartinê pêşkêşî Meclîsê bike
13:47 Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin