Jin li qada ne: Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin

  • jin
  • 16:39 25 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li dijî tundiyê li qadan gotinên xwe kirin yek, bi gotina “Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin” bersiv dan polîtîkayên hikumetê.
 
Jinên ku bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li gelek bajaran daketin qadan gotin 'Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin' û daxwaza pêkanîna Peymana Stenbolê kirin. 
 
STENBOL 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Aksaraya Stenbolê, li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê daxuyaniyek da. Jinên ku pankarta “Em dest ji maf û jiyana xwe, têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê bernadin” vekirin gelek caran dirûşmên “Jin bi hev re bi hêz in” û “Bijî têkoşîna me ya jinan” berz kirin. Sekretera jinan a Şaxa SES’ê ya Aksarayê Hadîme Dûrsûn axivî û wiha got: “Em jin li her qada civakî hene û em ê hebin jî. Dinya li dora keda me digere. Em ê di her şert û mercî de xwedî li jiyana xwe û keda xwe derkevin.” Dûrsûn, daxwazên xwe jî rêz kirin. 
 
ENQERE
 
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî 25’ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
ÎHD’ê diyar kir ku Tirkiye cihekî ku tundî ji aliyê siyasetê ve tê destekkirin e û wiha got: “Lê belê em jinên ku li kolanan, li malan, li cihê kar bi xeteriya jiyanê re rû bi rû dijîn, ji bo her mafekî têdikoşin û em vê yekê didomînin. Em ne ji Peymana Stenbolê vedikişin, ne jî serî li ber wan kesên ku mafên me xesp dikin ditewînin.”
 
EDENE
 
Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî têkildarî rojê li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevka Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Parêzer Zelal Demîray li ser navê jinan daxuyanî xwend. Demîray qala daneyên di rapora tundiya li ser jinê ya Wezareta Karên Navxweyî de kir û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku heta peymana Stenbolê ya ku yek ji destkeftiyên me yên herî mezin e ji nû ve were îmzekirin û heta dawî li kuştin, tundî, tacîz, tecawiz, her cure polîtîkayên cihêkar ên li dijî jinê bînin û têbikoşin.”
 
DI SALEKÊ DE 8 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Demîray, daneyên li ser tundiya li hemberî jinê ya di navbera 1’ê Çileya 2021’ê û 25’ê Mijdara 2021’an de li Edeneyê hat kirin wiha parve kir: “8 jin hatin qetilkirin. Di encama tundiya mêr de hezar û 438 jin birîndar bûn. Heqaret li 2 hezar û 750 jinan hate kirin. 38 jin rastî êrîşa zayendî hatin. Pênc jin rastî tecawizê hatin.” 
 
Şaxa Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya Partiya Gel a Komarê (CHP) li ber Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ayten Dolançay axaftineke kurt kir û der barê xebatên xwe de agahî da. 
 
HATAY
 
Platforma Jinan a Îskenderûnê jî li Bazara Tiştên Kevin a Berê ya navçeya Îskenderûna Hatayê daxuyanî da. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn û bi pankartên bi nivîsa “Em li dijî tundiyê, şer, desthilatdariya mêr, qeyrana aboriyê di serhildanê de ne” û “Em hezkirina ku dikuje naxwazin” tundiya zilaman şermezar kirin.  Jinan li gel muzîkê govend gerandin û her tim dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî hevgirtina jinan” berz kirin. Di daxuyaniyê de Berdevka Demê ya Platforma Jinan a Îskenderunê Fîlîz Yeşîldag axivî û wiha got: “Di 10 mehên destpêkê yên sala 2021’ê de li Tirkiyeyê 326 jin, di meha Cotmehê de 22 jinên tên zanîn hatin kuştin, 53 jin jî ji ber rastî tundiyê hatin gilî kirin, 9 jin rastî îstîsmara zayendî hatin û destdirêjî li 280 jinan hat kirin. Desthilatdariya siyasî ku divê di têkoşîna li dijî tundiyê de roleke aktîf bigire, tevî ku cînayetên jinan rê li ber şikestinekê vedike jî, tu tedbîran nagire. Em jin careke din îlan dikin ku em ê bi ruhê têkoşînê yê 25’ê Mijdarê teslîmî tundî, kedxwariya kedê, serdestiya mêr nebin.”
 
ŞIRNEX
 
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê  de, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Kolana Hunerê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê meş li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek jin beşdarî meşê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî nijadperestî û zayendperestiyê dem dema azadiyê ye” hat vekirin. Her wiha dovîzên “Jin jiyan azadî” , “Dagirkerî neyarê jinê ye” , “Heta jin azad nebe civak azad nabe” hatin rakirin. 
 
Meş bi dirûşmeya “Biji berxwedana jinan” dest pê kir. Piştre li ser navê jinan parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr, diyar kir ku AKP û MHP dixwazin hişmendiya serdest a mêr bidin ava kirin û got: “Ji bo vê her roj jin tên qetilkirin. Kesên kujer ji aliyê AKP'ê ve tên parastin. Şerê serdestan li dijî jinên kurd e. Di şexsê jinên kurd de dixwazin têkoşîna gelê kurd tune bikin. Lê çawa ku jiyan bi jinan dest pê kiriye, wê bi têkoşîna ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin bi mîsoger bibe.” 
 
Piştî axaftinê jin heta ber avahiya HDP’ê ya navçeya Sîlopyayê meşiyan. Meş, bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 
RIHA
 
Platforma Jinan a Rihayê jî li Qada Topçû ya navçeya Halîliye ya Rihayê daxuyanî da. Jin bi dirûşmeya “Jin jiyan Azadî” û tililiyan ketin hûndir. Zeynep Dîlek Polat û li ser navê platformê axivî wiha got: “Tundiya li ser jinê polîtîk e û rêya herî girîng a pêşîgirtina li vê tundiyê têkoşîna jinê û hevgirtina jinan e.”
 
Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî wiha axivî: “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo Peymana Stenbolê heta dawiyê bilind bikin. Berpirsiyarê Îpek Erê nehat cezakirin. Kesên bi unîforma nayên cezakirin. Em ê hesaba Îpek Er, Gulîstan Doku û jinên hatine qetilkirin bipirsin.” Endama Meclîsa CHP’ê Erbîl Aydinlik jî wiha got: “Îro tundiya li ser jinê ne tenê kuştin e. Polîtîkaya hikûmetê ew e ku jinê di malê de bihêle, em vê qebûl nakin. Em dibêjin wê Peymana Stenbolê bide jiyîn.”
 
JI BAROYÊ DAXUYANÎ
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê jî têkildarî 25’ê Mijdarê li pêş avahiya baroyê daxuyanî da. Seroka Navenda Mafên Jinan Dîlara Înal Gulhan di daxuyaniyê de axivî û got: “Divê têkoşîna li dijî tundiya li jinê li her qadê bê meşandin. Heta komkujiyên li ser jinan û tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome.” 
 
SEMSÛR
 
Platforma Jinan a Semsûrê tevî barana zêde ya li bajêr jî li Parka Demokrasiyê daxuyanî çapemeniyê da. Eylem Yildirim a li ser navê jinan di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Em îro bi awayekî hîn bi hêztir û hîn bi rêxistinkirî li jiyan û mafên xwe xwedî derdikevin. Em dest ji şerê xwe yê wekhevî û azadiyê bernadin . Em serhildana xwe mezin dikin.”
 
 
 
 

Sernavên din

26/11/2021
09:34 Kemal Pîr 40 sal berê bi vî awayî pirsa 'Kurdistan ku derê ye?' bersivandibû
09:33 Li ser sînorê Sûriyeyê eskerekî jiyana xwe ji dest da
09:33 Polisan damezrînerê DEVA'yê Gurcan binçav kirin
09:11 Derket holê ku bapîrê Muslumeyê bavê wê ye
09:00 4 girtiyên di ser 70 salî re bi mirinê re rû bi rû ne
09:00 Ji sedî 27'ê nifûsê li dijî xizaniyê li ber xwe dide
09:00 Girtiyê ku behsa êrişên gardiyanan kir: Dibe ku me bikujin
09:00 ‘Em li dijî bişavtinê xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 Rojnamevan Mame: Hikûmeta Kurdistanê di bêedaletiyê de israr dike
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2021'AN
25/11/2021
22:30 4 rojnamevanên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:43 Li Amedê jin daketin qadan
19:08 Li Cizîrê mirineke biguman
17:10 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
17:04 Ji bo polîsê Hemdan qetil kir cezayê hefsê yê muebbetê hat xwestin
16:51 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê
16:47 Esnafê got ‘Ev der Kurdistan e’ hat berdan
16:39 Jin li qada ne: Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin
16:22 Li gundê Poyraz bang kirin: Li dijî polîtîkayên şer em li her derê ne
16:11 Dozger cezayê kujerê Şahîn Oner zêde dît!
16:03 Li Amedê di salekê de 965 jin bi tundiyê re rûbirû mane
15:54 Ji bo Ocalan serî li rêxistinên sivîl hat dayîn
15:44 Sewqiyata lojîstîk a leşkerî hat kirin
15:24 Giliya peywirdarên cemaweriyê hat kirin
14:38 Ji HDK'ê banga tevgera gel a yekgirtî
14:37 Ozgun ê HDP’yî ku 2 caran bi heman îdiayê hatibû girtin hat berdan
14:19 Parêzerên jin banga beşdariya Doza Kobanê kirin
13:57 Ji wêneyên Ocalan beraet kir
13:55 Nobeta Edaletê di roja 10’emîn de ye
13:50 HDP wê di qadê de bi gel re têbikoşe
13:37 Ji Sosyo Polîtîkê rapora tundiyê ya 3 mehan: 74 jin hatin kuştin
13:36 Xelkê Wanê: Ev der Kurdistan e, kes nikare înkar bike
13:25 Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî 2 pirtûkên nû
12:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:37 Birîndar girtin û sîxuriyê lê ferz kirin
11:53 Li Amed û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
11:32 Malbata Şenyaşar: Wê jin qismetê bêyom ê welat biguherînin
11:31 Ji Girtîgeha Sîlîvriyê name: Bênasnametiyê li me ferz dikin
11:14 Zilamê di metroyêde erişî jinekê kir hat binçavkirin
11:03 Nobeda li Sêmalka di roja 52’yemîn de ye
10:55 Îfadeya esnafê got 'Ev der Kurdistan e' hat girtin
10:47 Di Doza Kobanê de gelo Îsmet Yilmaz bi heyeta dadgehê re hevdîtin pêk aniye?
10:32 Piştî 11 salan azad bû: Min ewilî darê hembêz kir
10:26 Rojnameger Rêkanî: Wê encamên gelek giran derkevin holê
09:44 Ji 2 nûçegîhanên Rojnewsê agahî nayê girtin
09:43 Ji Wezîr Gul daxuyaniya malbata Şenyaşar: Lêkolîn berdewam dike
09:37 Daneyên Wezareta Karên Hundir: 251 jin hatine kuştin
09:10 Zarokên girtî yên nexweş di nava çar dîwaran de mezin dibin
09:09 Qada çopê Cizîrê jehrî dike!
09:08 Ercument Akdenîz: Pêdiviya Tirkiyeyê bi tifaqeke gel heye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'AN
24/11/2021
17:15 Jinan serdana Emîne Şenyaşar kir: Daxwaza wê daxwaza me ye
17:05 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:45 Li navçeya Ebexê mirina biguman a zarokekê
16:38 Gazî jinan hat kirin ku beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin
16:35 Doza Dayikên Şemiyê: Parêzeran eywana danişînê terk kirin
16:33 Destpêkê nehat bîra wî piştre înkar kir
16:08 Farisogûllari: Girtina siyasetmedarên kurd çi bi vî welatî da qezençkirin?
15:28 ÎHD: Di 10 mehan de 30 jin hatin kuştin
15:26 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li Meclîsê dan
15:04 Dikandarê Wanî ku ji Mûstafa Sarigul re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
14:27 Tecrîda li ser Ocalan di rojeva Meclîsê de ye
14:23 Ji Girtîgeha Bolûyê 15 girtî hatin sewqkirin
14:23 Sancar: Divê muxalefet pêşniyazek hevpar a hilbijartinê pêşkêşî Meclîsê bike
13:47 Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin