Polîsan bi beranberiya girtina failê destdirêjiyê sîxurtî lê ferz kirin

  • jin
  • 09:13 28 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - D.Y. gava Mehmet Tûnç wê taciz dike, diçe qereqolê giliyê Tûnç dike, lê derbarê Tûnç de tiştek nayê kirin. Paşê Tûnç tecawizî wê dike û gava D.Y. cardin diçe qereqolê giliyê wî dike, vê carê polîs bi beranberiya girtina Tûnç sîxurtiyê teklîfî D.Y.'yê dikin. 
 
Dewlet, li herêmê polîtîkayên xwe yên şerê taybet bi destên esker, polîs û karmendên xwe yên bi taybetî hatine perwerdekirin pêk tîne û bi destê van kesan fuhûş û tiryakê berbelav dike. Vê yekê li metrepolan jî bi destê mafya û çeteyan dike. Li Taxa 1 Mayis a navçeya Ataşehîr a Stenbolê ku kurd û elewî lê dijîn, di salên dawî de bi destê çeteyan tiryak tê belavkirin û firotin. Jinên taxê jî bi destdirêjiya çeteyan re rû bi rû dimînin û daxilî nav fuhûşê tên kirin. 
 
Tiştên hatine serê D.Y. a 26 salî, polîtîkaya ku li taxê tên meşandin bi her awayî eşkere dikin. D.Y., di 3'yê Mijdarê de ji aliyê Mehmet Tûnç ê 37 salî ve hat revandin û Tûnç tecwizî wê kir. D.Y. bi awayekî xwe ji nav lepên Tûnç xelas dike û gava ji bo gilîkirinê diçe qereqolê polîs sîxurtiyê lê ferz dikin. 
 
D.Y., destnîşan kir ku Mehmet Tûnç ê ku sicîla wî ji taciz, tecawiz, şêlankerî û tiryakê xalî nabe demeke dirêj ew taciz kiriye. D.Y., bilêv kir ku bi tahdeya dijîtal re rû bi rû maye û demeke dirêj bi awayekî fizîkî hatiye şopandin û ji ber tahdeya lê hatiye kirin di warê derûnî de tedawî bûye. 
 
D.Y., wiha behsa tiştên êvara 3'yê Mijdarê hatine serê wê kir: "Tim dihat ber mala min û dengê muzîkê heya dawî bilind dikir. Digot, 'Gere tu niha dakevî hêrê.' Roja bûyerê ez ne li malê bûm. Mehmet Tûnç, li dora mala me bi gelek wesayîtan kemîna xwe daniye û paşê berê xwe daye mala me û dest bi heqaretan kiriye. Paşê telefonî xwişka min a li taxeke din dimîne kiriye û gef xwarine ku dê zarokên min û malbata min bikuje. Gava xwişka min telefonî min kir, bi fikara ku dê Tûnç malbata min bikuje ez çûm malê." 
 
TECAWIZÎ WÊ KIR 
 
D.Y. diyar kir ku gava hatiye taxê Tûnç ew revandiye û bi darê zorê ew li wesayîtê siwar kiriye û gava wê li wesayîtê siwar kiriye Tûnç bi kesên ku gotine polîs in re axifiye. D.Y., bilêv kir ku piştî axaftina bi telefonê Tûnç jê re gotiye "Tu li kêdigerî bigere, dê polîs neyên. Kes nikare tiştekî bi min bike." D.Y. got: "Min bir malekê. Li wir tecawizî min kir. Bi darê zorê dîmenên min girtin. Min xwest li ber rabim, lê li in xist û ez derb kirim. Ev îşkence heya serê sibehê dewam kir. Serê sibehê got, 'ez ê biçim borekan bikirim.' Min jê re got, 'Bêhna min diçike, dixwazim bi e re bêm.' Pêşî qaneh nebû, lê paşê qaneh bû. Paşê gava min li rawestgehê çend mirov dîtin, min kir hewar. Gava liv û tevgerek çêbû, reviya çû." 
 
LI QEREQOLÊ SÎXURTÎ LÊ FERZ KIRIN
 
D.Y. anî ziman ku piştî xwe bi xelasê xistiye çûye Qereqola Şehîd Hayrettîn Yildirim a Midûriyeta Polîsan a Ataşehîrê û giliyê Tûnç kiriye, lê belê li qereqolê bi tahdeya polîsan re rû bi rû maye. D.Y. got: "Du saetan li Qereqola Polîsan a Ataşehîrê sekinîm. Guh li gilya min kirin û paşê gotin 'Em li vê herêmê mêze nakin' û min şandina Qereqola Dûdûllûyê. Li wir di dema îfadeyê de ez birim odeyeke din. Li odeyê sê kesên ku gotin 'em îstixbarat in' hebûn. Gotin, 'Em dixwazin aliyê te bikin. Baweriya xwe bi şoreşgeran neyne, heke tu bixwazî em ê bikin ku Mehmet Tûnç li ber te çok vede. Tenê aliyê me bike.' Ji ber ku malbata min malbateke şoreşger e, xwestin vê ji xwe re bikin fersend. Ev kesên ku dibêjin dewletê û edaletê tesmîl dikin, ji bo kesên tecawizî min kir bibînin, xwestin ez sîxurtiyê bikim. Ji dêvla cezakirina sûcdar, xwestin tecawizê wekî êrişekê li hemberî şoreşgeran bi kar bînin." 
 
GEFÊN HEVJÎNÊ BERÊ
 
D.Y., diyar kir ku sîxurtî qebûl nekiriye û piştî giliyê Tûnç kiriye çûye nexweşxaneyê û rapor girtiye.
 
Her wiha D.Y. anî ziman ku hevjînê wê yê berê jî gefan lê dixwe û got: "Piştî vê bûyerê gef li min dixwe û dixwaze zarokên min ji min bistîne. Dibêje, ger tu zarokan nedî, wê li terefê Mehmet Tûnç îfadeyê bide." 
 
Saniye Y. (50) dêya D.Y.'yê anî ziman ku piştî Tûnç dev ji şopandinê bernedaye plakeya wesayîtê ragihandine polîsan û polîs hatine ber malê, lê tenê pişta Tûnç miz dane û çûne. 
 
POLÎS NEHAT
 
Saniye Y. ku roja bûyerê Tûnç bi mirinê gef lê xwarine got: "Wesayît hat ber malê û got, 'D.Y. ger tu neyê ez ê avahiyê guleberan bikim, ez ê malbata te biqelihînim, zarokên te bikujim.' Min jî pace girt û zarok birin serşokê û min telefonî polîsan kir û plakeya wesayîta Tûnç ji wan re got. Me çend caran telefon kir, lê polîs wê rojê nehat." 
 
TENÊ ÎFADEYA WÎ GIRTIN
 
Saniye Y., destnîşan kir ku polîs û Tûnçê dibeje serekê çeteyan e bi hev re hereket dikin. Saniye Y., anî ziman ku ji ber tecawizê giliyê Tûnç hatiye kirin, lê Tûnç wekî mêvan be bi rihetî çûye qereqolê û got: "Wisa wekî tiştek nebûbe hat qereqolê. Di destê 3 polîsên pê re bûn lehmecûn hebûn. Heya serê sibehê îşkence li keça min kiriye û tecawizî wê kiriye. Telefona wê hatiye desteserkirin û ew bêparastin hiştiye. 15 saetan tî û birçî hatiye hiştin. Lê sirfn dê tecawizkar Mehmet tûnç saetekê li qereqolê bimîne, xwarin jê re anîne qereqolê." 
 
Saniye Y., da zanîn ku Mehmet Tûnç piştî îfadeyê ji qereqolê derketiye û çûye.
 
Saniye Y. diyar kir ku Tûnç tecawizî hin jinên din jî kiriye û got: "Bi şantajê gelek jin xistine vê dafikê. Ev polîtîkayeke bi zanebûnî tê kirin. Em vê ferasetê nas dikin, dibêjin em çi bikin jî dê tiştekî bi me nekin. Em ji ber bîr û baweriya xwe û nasnameya xwe ya muxalif hedef hatine girtin. Ev kes bi rihetî tevdigerin, nexwe hêzê ji dewletê digirin." 
 
Saniye Y. destnîşan kir ku ji bo fail bê cezakirin çi ji destê wan bê dê bikin û ji bo piştevaniyê bang li hemû jinan kir. 

Sernavên din

29/11/2021
13:27 Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
13:26 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê yasa nayên bicihanîn
11:57 Xwebûnê bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir
11:53 Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket
11:37 Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin
10:48 Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir
09:29 Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir
09:29 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye?
09:28 Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e
09:27 Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye
09:27 Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn
09:26 Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'AN
28/11/2021
23:59 Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin
22:14 Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê
21:53 Don Kîxot li Rihayê derket ser dike
21:42 KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist
21:35 Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne
09:15 Malbata girtiyê nexweş: Dermanên wî nedan, rewşa wî xirab bû û mir
09:14 Altan: Aboriya welêt ji bo şerê li dijî kurdan hat xerckirin
09:13 Polîsan bi beranberiya girtina failê destdirêjiyê sîxurtî lê ferz kirin
09:06 Hevberdevka HDK'ê: Divê Komîteya Wezîran zorê bide Tirkiyeyê
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê
27/11/2021
21:26 Sancar: Divê têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin
17:57 Bi hinceta ‘doşek tune’ girtiyan derman nakin
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin
16:42 ‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’
16:37 ANYAKAY-DER bertek nîşanî zext û binçavkirinan da
16:16 Hat îdiakirin ku li Qilebanê jinekê hewl daye întîhar bike
16:06 Vegera penaberan a ji Belarûsê didome
16:05 Ji bo girtiyê nexweş Çakal banga berdanê kirin
15:40 Nobeda li Sêmalka di roja 54’emîn de ye
15:35 Girtiya birîndar di 4 mehan de 4 caran hat sewqkirin
15:30 HDP wê sibê mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’ li dar bixe
14:55 Dayikên Şemiyê: Bal kişandin ser darizandinên xwe
14:53 'Desthilat tol dihilîne'
14:23 Miduriyeta polîsan vegeriya salên 90’î: Pirtûk û kefiyên rengîn bûn “belgeyên rêxistinî”
14:12 Turkdogan: Daxwazên wan daxwazê herkesî ne
14:06 Cendirmeyan êrişî gundiyan kir
13:46 Xizmên windayan aqûbeta Epozdemîr pirsîn
13:12 120 ronakbirin fransayî banga PKK'ê li Biden kirin
12:50 Karayilan navên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bikaranîn aşkere kirin
12:43 Piştî 12 salan doza ROJ TV'yê li rojnameger Sala vekirin
12:40 Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girtin
12:02 Ger û geşta Qanadê Kurdo ya 'Kurdên Batûmê'
11:29 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 264’emîn de ye
11:29 Zinar Ronî: Heke ji xeletiyan venegere wê Hewler jî weke Enqereyê hilweşe
10:26 Jina ku li Îzmîrê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:52 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
09:03 Komeleya Wêjekarên Kurd dê 2 pirtûkan çap bike
09:02 Hem êrişî wî kirin hem jî cezayê hevdîtinê lê birîn
09:02 Karkerên Bakirkoyê 34 roj in di grevê de ne
09:02 Aydenîz: Rêya afirandina jiyaneke azad bi berxwedanê pêkan e
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2021'Ê
26/11/2021
20:32 Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn
19:43 Li Şirnexê ji 35 kesên hatibûn binçavkirin 16 kes hatin girtin
17:05 Doza Geziyê hat dîtin: Osman Kavala nehat berdan
17:02 DEDAŞ 11 roj in ceyranê nade gund
16:57 Beştaş: Berxwedana jinan mezin bûye
16:46 Girtiyê nexweş Mûhammed jiyana xwe ji dest da
16:46 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:18 Nobeta Edaletê di roja 11’emîn de ye: Em bibin hezar û bêdeng nebin
15:50 Lukaşenko: Divê YE çareseriyê bibîne
15:48 Ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin bang kirin
14:53 Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak tehliye bû
14:38 Dadgeha Bilind, dozgerên ku delîlên komkujiyê veşartine parast
14:37 Ji bo mîtîngê bang kirin: Em li dijî desthilatê dengê xwe bilind bikin
13:59 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 11’emîn de ye
13:56 Parêzerê Ocalan serî li saziyen navneteweyî dan: Rewşa dijhiqûqê teşhîr bikin
13:36 Tahîr Elçî bi pêşangeha "dengê azadiyê" bi bîr anîn
13:14 Welat dubare bi rûpela dijîtal dest bi weşanê dike
13:07 Yuksekdag banga piştgiriya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş kir
12:26 ‘Osman Kavala berdin’
12:07 Malbata Şenyaşar: Bila li Rihayê qanûn pêk bên
11:30 Li Kocaelî û Stenbolê gelek HDP’yî hatin binçavkirin
11:29 Diyanetê ji tundiyê re çareserî dît: Li mizgeftan weaz û li qehwexaneyan sohbet
11:05 Dozgeriyê îtîrazî biryara baraetê ya rojnameger Rûvanas û Esen kir
10:27 Li Edenê serdegirtina malan: Derî şikandin