Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn

  • rojane
  • 09:27 29 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamuran Berwarî diyar kir ku daxwazên xwendekarên Herêma Kurdistanê rewa ne û got: “Tundî, girtin, kuştin û revandin ne çareserî ye.” 
 
Xwepêşandanên xwendekaran ên li dijî nedayîna bûrsan û nebaşbûna şert û mercên kampus û wargehên li Herêma Kurdistanê ev 9 roj in didome. Xwendekarên Zanîngeha Soran a Hewlêrê ku zanîngeha herî mezin a herêmê ye jî dest bi çalakiyê kirin. Di encama êrişên hêzên ewlekarî yên girêdayî hikûmeta herêmê yên li dijî çalakiyên protestoyî de bi sedan xwendekar birîndar bûn û gelek jî hatin binçavkirin. 
 
XWENDEKARAN BER BI ÎNTÎHARÊ VE DIBIN 
 
Hindekarê Fakulteya Zanîngeha Dihokê Dr. Kamran Berwarî, çalakiyên protestoyî yên ku li herêmê berbelav dibin nirxand. Berwarî da zanîn ku bi taybetî ji sala 2014’an ve xwendekar nikarin bursên xwe werbigirin û qutkirina bûrsan xwendekaran ber bi xwekuştinê ve biriye.
 
PIŞTEVANIYA JI BO XWENDEKARAN 
 
Berwarî da zanîn ku daxwazên xwendekaran mafdar û rewa ne û hem gel hem jî mamoste piştgiriya xwendekaran dikin. Berwarî destnîşan kir ku divê mafên xwendekaran bi rêbazên demokratîk bên dayîn û got: “Hewldanên kuştin, revandin û girtinê hene. Bi van gavan hewl didin daxwazên mafdar pûç bikin. Em dibînin. Çalakger dema derketin holê ji pênûsên wan pê ve tiştekî wan nema. Kevir jî navêjin. Heger li cihekî êrişek çêbibe, ne xwendekar bûn. Li dijî xwendekaran pêkanînên dijmirovî hene. Ne tenê mamoste, karmend û xwendekar, hemû gelê Başûr azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwazin. Heger 100 hezar xwepêşander dakevin kolanan, ew 100 hezar xwepêşander 100 hezar mal terikandine. Heger di her malekê de 10 kes bijîn, ev daxwaza herî kêm milyonek kurd e.” 
 
‘DIVÊ DAXWAZ WERIN BERSIVANDIN’ 
 
Berwarî bal kişand ser wê yekê ku divê nûnerên herêmên Helebce, Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Germiyan ji bo çareserî û siyaseta çewisandinê li hev bicivin û di zûtirîn dem de ji bo daxwazên wan ên mafdar gav bên avêtin û got: “Heke zextên li ser gel zêdetir bikin dê koçberî zêdetir bibe. Wekî din, gelek xwendekar neçar in ku dev ji dibistanê berdin. Zext û zordariya li ser 200 hezar xwendekarî wê bibe sedema hêrsa wan. Li gel ku gelek xwendekar diçin Başûr dixebitin, niha neçar dimînin li malê bimînin. Ev qedexeyên hikûmeta Başûr ne tiştek asayî ye. Ev ne di berjewendiya gel de ye. Şîdet, girtin, kuştin û revandin ne çareserî ye."
 
‘DIVÊ POLÎTÎKAYA ZEXTAN BIQEDE’ 
 
Berwarî hişyarî da ku nepêkanîna daxwazên xwendekaran wê bibe sedema encamên neyînî û got: “Li Başurê Kurdistanê krîzên mezin ên aborî hene. Li dijî kurdan komployên herêmî û navneteweyî hene. Divê em xwe li hember wan xurt bikin. Divê em bi yekitiya kurdan bersivê bidin û li dijî kesên kurd û Kurdistanê naxwazin. Ji bo vê jî divê bi aştî û bi aqilane tevbigere. Pêwîste daxwazên xwendekaran bên bicihanîn û dawî li van polîtîkayên zextê bên anîn.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

29/11/2021
13:27 Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
13:26 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê yasa nayên bicihanîn
11:57 Xwebûnê bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir
11:53 Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket
11:37 Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin
10:48 Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir
09:29 Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir
09:29 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye?
09:28 Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e
09:27 Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye
09:27 Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn
09:26 Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'AN
28/11/2021
23:59 Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin
22:14 Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê
21:53 Don Kîxot li Rihayê derket ser dike
21:42 KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist
21:35 Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne
09:15 Malbata girtiyê nexweş: Dermanên wî nedan, rewşa wî xirab bû û mir
09:14 Altan: Aboriya welêt ji bo şerê li dijî kurdan hat xerckirin
09:13 Polîsan bi beranberiya girtina failê destdirêjiyê sîxurtî lê ferz kirin
09:06 Hevberdevka HDK'ê: Divê Komîteya Wezîran zorê bide Tirkiyeyê
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê
27/11/2021
21:26 Sancar: Divê têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin
17:57 Bi hinceta ‘doşek tune’ girtiyan derman nakin
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin
16:42 ‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’
16:37 ANYAKAY-DER bertek nîşanî zext û binçavkirinan da
16:16 Hat îdiakirin ku li Qilebanê jinekê hewl daye întîhar bike
16:06 Vegera penaberan a ji Belarûsê didome
16:05 Ji bo girtiyê nexweş Çakal banga berdanê kirin
15:40 Nobeda li Sêmalka di roja 54’emîn de ye
15:35 Girtiya birîndar di 4 mehan de 4 caran hat sewqkirin
15:30 HDP wê sibê mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’ li dar bixe
14:55 Dayikên Şemiyê: Bal kişandin ser darizandinên xwe
14:53 'Desthilat tol dihilîne'
14:23 Miduriyeta polîsan vegeriya salên 90’î: Pirtûk û kefiyên rengîn bûn “belgeyên rêxistinî”
14:12 Turkdogan: Daxwazên wan daxwazê herkesî ne
14:06 Cendirmeyan êrişî gundiyan kir
13:46 Xizmên windayan aqûbeta Epozdemîr pirsîn
13:12 120 ronakbirin fransayî banga PKK'ê li Biden kirin
12:50 Karayilan navên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bikaranîn aşkere kirin
12:43 Piştî 12 salan doza ROJ TV'yê li rojnameger Sala vekirin
12:40 Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girtin
12:02 Ger û geşta Qanadê Kurdo ya 'Kurdên Batûmê'
11:29 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 264’emîn de ye
11:29 Zinar Ronî: Heke ji xeletiyan venegere wê Hewler jî weke Enqereyê hilweşe
10:26 Jina ku li Îzmîrê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:52 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
09:03 Komeleya Wêjekarên Kurd dê 2 pirtûkan çap bike
09:02 Hem êrişî wî kirin hem jî cezayê hevdîtinê lê birîn
09:02 Karkerên Bakirkoyê 34 roj in di grevê de ne
09:02 Aydenîz: Rêya afirandina jiyaneke azad bi berxwedanê pêkan e
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2021'Ê
26/11/2021
20:32 Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn
19:43 Li Şirnexê ji 35 kesên hatibûn binçavkirin 16 kes hatin girtin
17:05 Doza Geziyê hat dîtin: Osman Kavala nehat berdan
17:02 DEDAŞ 11 roj in ceyranê nade gund
16:57 Beştaş: Berxwedana jinan mezin bûye
16:46 Girtiyê nexweş Mûhammed jiyana xwe ji dest da
16:46 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:18 Nobeta Edaletê di roja 11’emîn de ye: Em bibin hezar û bêdeng nebin
15:50 Lukaşenko: Divê YE çareseriyê bibîne
15:48 Ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin bang kirin
14:53 Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak tehliye bû
14:38 Dadgeha Bilind, dozgerên ku delîlên komkujiyê veşartine parast
14:37 Ji bo mîtîngê bang kirin: Em li dijî desthilatê dengê xwe bilind bikin
13:59 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 11’emîn de ye
13:56 Parêzerê Ocalan serî li saziyen navneteweyî dan: Rewşa dijhiqûqê teşhîr bikin
13:36 Tahîr Elçî bi pêşangeha "dengê azadiyê" bi bîr anîn
13:14 Welat dubare bi rûpela dijîtal dest bi weşanê dike
13:07 Yuksekdag banga piştgiriya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş kir
12:26 ‘Osman Kavala berdin’
12:07 Malbata Şenyaşar: Bila li Rihayê qanûn pêk bên
11:30 Li Kocaelî û Stenbolê gelek HDP’yî hatin binçavkirin
11:29 Diyanetê ji tundiyê re çareserî dît: Li mizgeftan weaz û li qehwexaneyan sohbet
11:05 Dozgeriyê îtîrazî biryara baraetê ya rojnameger Rûvanas û Esen kir
10:27 Li Edenê serdegirtina malan: Derî şikandin