Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e

  • rojane
  • 13:37 30 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - KCD, TJA, DBP û HDP’ê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye û gotin ku Ocalan ruhê gelê kurd e. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Buroya Nûnertiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê têkildarî tecrîd û cezakirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Aktîvîsta TJA’yê Hîlal Ada Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê Dersim Dag tevlî civînê bûn. 
 
Di civînê de destpêkê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz axivî û têkildarî tecrîdê nirxandinên girîng kirin. Aydenîz, diyar kir ku cezayê dîsplînê yê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn û duh di çapemeniyê de hatiye dîtin berdewama tecrîda 23 salan e û wiha got: “Berê bi hinceta ‘Muxalefeta hnewayê heye’, ‘Keştî xerabe ye’ û hincetên din destûr nedidan ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Lê di demên dawî de bi taybetî bi cezayên dîsîplînê tecrîdê mutlaq dikin. Bi van cezayan dixwazin tecrîdê berdewam bikin. Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîdê li ser 3 girtiyên din jî ferz dikin. Bi vê tecrîdê, li ser hemû gelê Tirkiyeyê û hemû hêzên muxalif tecrîdê pêş dixe. Ev pir zelal e. Duh dîsa derket holê ku di 12’ê Cotmehê de 6 mehan cezayê hevdîtina parêzeran, 3 mehan cezayê hevdîtina malbatê li Birêz Ocalan birîne.”
 
 
‘GIRAVÊ KIRINE LABORATÛARA QRÎZAN’
 
Aydenîz, da zanîn ku ew dizanin qedexeya ziyareta malbatê di 18’ê tebaxê de dest pê kiriye û ev tişt got: “Ji wê demê heta niha bi dehan caran parêzeran serlêdan kirine, lê heta niha bu tu awayî bersîv nehatiye dayîn. Herî dawî ji bo serlêdana hevdîtina lezgîn, hat dîtin ku dîsa ceza li Birêz Ocalan hatiye birîn. Ev nîşan dide ku li Tirkiyeyê tecrîd bûye rêbazê rêveberiya welatekî. Pir zelal e, tecrîda îro li ser Birêz Ocalan tê meşandin, di rastiya xwe de li ser tevahiya Tirkiyeyê tê pêşxistin. Îro li Tirkiyeyê gelek krîz pêş dikevin. Qeyrana aborî, qeyrana rêveberiyê, qeyrana siyasetê, kuştina jinan, talankirina xwezayê û qeydarên din tev xwe dispêre tecrîdê. Hemû xetimandina pirsgirêkan ji ber rejîma yek zilamî ye. Rêveberiya Tirkiyeyê xwe bi tecrîdê mezin dike. Bi vê yekê Tirkiyeyê di zinar de wer dikin. Girava Îmraliyê kirine labaratuvara hemû qeyranên Tirkiyeyê. Ev îqtîdar baş dizane ku fikrên Ocalan, felsefe û perspektifên Ocalan demokratîkbûn û aramiya Tirkiyeyê baş pêş dixe. Ji ber ku me pêvajoya 2013-2015’an dît. Di vê pêvajoyê de me dît ku Tirkiye ket rewşa aramiyê. Me dît ku Birêz Ocalan perspektifên demokrasiyê dide. Kengî tecrîd rabûye diyalog û demokrasî pêş ketiye.” 
 
‘RÊVEBERIYA TIRKIYEYÊ XWE DISPÊRE TECRÎDÊ’
 
Di berdewamê de Aydenîz helwesta hikûmeta AKP’ê ya li dijî Îmraliyê rexne kir û wiha pêde çû: “. Bi tecrîdê dixwazin dengê Birêz Ocalan qut bikin. Dîsa di 2019’an de piştî çalakiyên greva birçîbûnê ya di pêşengiya Leyla Guven de pêk hat, hevdîtin hatin kirin. Dîsa di 6’ê Gulanê de Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul diyar kir ku li pêş hevdîtinê pirsgirêkên hiqûqî tune. Dê hevdîtin bê kirin. Lê me dît ku dîsa hevdîtin hatin qutkirin û dîsa tecrîdê berdewam kir. Rêveberiya Tirkiyeyê xwe dispêre tecrîdê. Ji ber tecrîdê ev pirsgirêk dijî. Israra tecrîdê astengiya herî mezin a li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Kesên demokratîkbûna Tirkiyeyê ji xwe re dike derd, divê tecrîdê ji bo xwe bike derd. Divê hemû hêzên muxalif û demokradîk zanibin ku sedema hemû qeyranan polîtîkayên tecrîdê ye û li gorî vê yekê têkoşîna xwe bilind bikin.”  
 
‘ROLA CPT’Ê YA DI TECRÎDÊ DE’
 
Aydenîz, bal kişand ser rola Hêza navneteweyî û CPT’ê ya di tecrîdê de û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Îro di tecrîdê de rola hêzên navdewletî û berpirsiyariya CPT jî heye. Divê CPT jî erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne. Bêdengiya li dijî tecrîdê, parastina tecrîdê ye. Di hemû peymanên navnetneweyî de tecrîd wekî sûcê mirovahiyê tê pênasekirin. Bêdengiya li dijî tecrîdê parastina tecrîdê ye. Em pir baş dizanin ku cezayê li Birêz Ocalan hatiye birîn, navê dijminantiya kurdan e. Ev tecrîd navê dijminantiya kurdan e. Cezayê duh di çapemeniyê de hat parvekirin, ne li gorî hiqûq, zagon û mafên mirovan e. Divê demek berî demekê dest ji vê polîtika tecîdê berdin. 8 meh in tu bu awayî ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Em û gelê kurd bi vê yekê pir bi fakr in. Bi milyonan kesên dibêjin Ocalan vîna min e vê tecrîdê qebkûl nakin. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin. Em TJA, KCD DBP û HDP ji niha û şûnde li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em pir zelal diyar dikin ku em tecrîdê qebûl nakin. 
 
‘OCALAN RUHÊ GELÊ KURD E’
 
Piştî Aydenîz Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî axivî û diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê ya desthilatdar piştî tecrîdê biryara şer dan û wiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê bi tecrîdê biryara şerê qirêj da. Tecrîd di nava tecrîdê de pêş dikeve.  Rakirina tecrîdê, ji bo aştî, demokrasî û pêşeroja Tirkiyeyê pir girîng e. Tu kes nikare gelê kurd û Ocalan ji hev qut bike. Divê Tirkiye hiqûq û zagonên xwe pêk bîne. Hêzên navdewletî, Dadgeha Mafên Mirovan li hemberî tecrîdê bêdeng in. Tecrîd di nava tecrîdê de pêş dikeve. Yên li hemberî tecrîdê bêdeng in Yên ku zagona mafên mirovan û tecrîde nivîsîne, îro li dijî tecrîdê bêdeng in. Bêdengiya tecrîdê şirîkatiya tecrîdê ye. Em dibêjin durist bin û dirûtiyê nekin. An dîroka kurdan baş nizanin, an jî nizanin ku Birêz Ocalan ruhê gelê kurd e. Beden bê ruh nikare bijî. Di dîrokê de ji bo tecrîd bi dawî bibe gelek caran girevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Hevseroka me Birêz Leyla Guven 200 rojan ket greva birçîbûnê. Em carek din dibêjin Birêz Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e. Tecrîd şaşî ye, xeletî ye. Em carek din dibêjin vê şaşî û vê xeletîyê nekin.”   
 

Sernavên din

03/12/2021
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin
11:37 Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’
11:35 Yenîsahneyê bernameya xwe ya kanûnê eşkere kir
11:13 Xizmên girtiyên li Îmraliyê wê li Enqerê dest bi hevdîtinan bikin