Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin

  • rojane
  • 09:33 3 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalici, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û dê hewldanên wan ên têkildarî tiştên li Îmraliyê diqewimin bidomin. 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmralî ya Tpa F'yê de ku 8 meh in xeberê ji wan nagirin, di 25'ê Mihdarê de serî li rêxistinên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl dan. Di serlêdanan de hat xwestin ku pêşiya hevdîtinên li Îmraliyê bê vekirin û rêxistinên civaka sivîl rola xwe ya di warê mafên mirovan de bînin cî. 
 
Yek ji van saziyên ku parêzeran serî lê da jî Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ye. Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, diyar kir ku rewşa Îmraliyê nayê qebûlkirin. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN DI ROJEVA TÎHV'Ê DE NE
 
Bakkalci, anî ziman ku çi ji destê wan bê dê bikin û TÎHV ji bo astengkirina îşkenceyê û tedawîkirina kesên hatine îşkencekirin heye. Bakkalci, destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê di gelek raporan de jî xwe daye der û got: "Rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê jî di nav de di gelek raporan de xwe daye der. Li Îmraliyê binpêkirinên mafan ên gelek mezin pêk tên. Ev rojeveke taybet a TÎHV'ê ye. Bi salan e em vê yekê bilêv dikin." 
 
PÎVANÊN MANDELA
 
Bakkalci, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê girtîgeh cihê pirsgirêkên gelek mezin in. Bakkalci, anî ziman ku li gor daneyên 2005'an ên Wezareta Dadê 55 hezar girtî hene, lê niha ev hejmar bûye 294 hezar. Bakkalci got: "Girtîgeh hem pir qerebalix in, hem jî pirsgirêkine pir cuda rû didin. Gava kesek bê girtin, ji xeynî sînordarkirina azadiya kes, divê hemû mafên wî bên parastin. Ev pîvan di Pîvanên Mandela de pir zelal hatine bilêvkirin. Her wiha pîvanên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê jî hene. Li gor van pîvanan kesek bê girtin, divê ew kes di girtîgeheke nêzî malbata xwe de be. Ev yek çima girîng e? Ji lew re mafê her girtiyî heye ku pêwendiyê bi derve re deyne. Lê mixabin pratîka Tirkiyeyê bereksê vê dixebite." 
 
TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Bakkalci, diyar kir ku tevî Îmraliyê li girtîgehên din jî tecrîd heye û girtîgeh veguherîne xeleka binpêkirina mafan. Bakkalci, destnîşan kir ku ji bo parastina yekpareyiya fizîkî, ruhî û civakî ya mirov divê pêwendiya wan bi derve re neyê qutkirin û got: "Gava hûn pêwendiya girtî bi derve re qut bikin, hûn di heman demê de zirarê didin yekparebûna wî ya fizîkî, ruhî û civakî jî. Lewma tecrîd nayê qebûlkirin." 
 
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ
 
Bakkalci, bal kişand ser "cezayên dîsîplînê" yên li Îmraliyê jî û got: "Li gor xala 43'yan a Pîvanên Mandela cezayê dîsîplînê divê nebe asteng ji bo hevdîtina bi malbatê re. Yanî hevdîtin esas e. Ev hevdîtin di tu şert û mercan û tawanbariyan de nayên astengkirin. Astengkirina wan binpêkirina mafan e."
 
'NAYÊ QEBÛLKIRIN'
 
Bakkalci, destnîşan kir ku li Îmraliyê astengkirina hevdîtinan nayê qebûlkirin û got: "Ev hem binpêkirina mafan e hem jî ji bo malbatan tiştekî êşbar e. Ev tê wateya cezakirina malbatan jî. Lewma tiştên diqewimin binpêkirina mafan e û nayên qebûlkirin." 
 
‘DÊ XEBATÊN ME BIDOMIN'
 
Bakkalci, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku xebatên TÎHV'ê yên ji bo Îmraliyê didomin û got: "Ji bo vê di warê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê de hin hewldanên me çêbûn. Helbet dê ev hewldanên me bidomin. A rast ev mijareke pir zelal e. Pêdivî bi hevokên dirêj tune ye. Di çarçoveya mafên mirovan de, hevdîtinên mabatan esas e. Divê bi tu hincetê neyên astengkirin. Ev pêwendî divê pêk bê. Ev mafek e." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

07/12/2021
13:38 Ji Rêveberiya Xweser serdanên dîplomatîk
13:37 Li Herêma Kurdistanê xwendekar terka kuçeyan nakin
13:32 Ebdî li dijî êrişên DAIŞ’ê banga yekitiya neteweyî kir
13:31 KESK’ê banga beşdariya mitîngên krîza aborî kir
13:16 Li Basrayê teqîn pêk hat: 7 kes mirin 9 kes jî birîndar bûn
12:59 Malbata Şenyaşar: AKP hene edalet tune ye
12:58 Nobeda li Sêmalka di roja 64’emîn de ye
12:36 Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:33 Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn
10:45 KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin
10:28 Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan
09:12 Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e
09:12 Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim
09:12 Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e
09:12 Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
06/12/2021
17:05 Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin
16:45 Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir
16:15 Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin
15:59 Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin
15:34 Li Geverê tecrîdê protesto kirin
15:28 Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir
15:28 Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye
14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e
09:05 Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
09:04 ‘Em nikarin debara xwe bikin'
09:03 Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî
09:01 'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
04/12/2021
18:58 Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe
17:11 Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye
17:07 Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin
16:50 Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin
16:49 Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin
15:51 Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin
15:50 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan
15:29 Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
15:27 Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da
14:53 HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
14:44 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin
14:39 Dayikên Şemiyê: 3 hezar sal jî derbas bibe em ê li pey doza xwe bin
14:38 Nobeta Edaletê di roja 19’emîn de ye
14:18 Aqûbeta Akyildiz ê beriya 29 salan hat revandin hat pirsîn
13:39 Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê
13:10 Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir
13:07 Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
13:00 Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve
12:59 ‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’
12:28 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye
12:08 Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!
12:08 Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne
10:29 Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
10:26 Nobeda li Sêmalka di roja 61’emîn de ye
09:50 Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe
09:49 Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!
09:17 Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî
09:15 Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin
09:15 Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin
09:14 Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL
09:14 Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin