Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin

img
STENBOL - Ferhat Encu yê ji bo Hevserokatiya HDP’a Stenbolê hat bijartin anî ziman ku ew ê li ser stratejiya Rêya Sêyemîn dê muxalefeta civakî li derdora têkoşîna hevpar bicivînin û got: “Ew ê di siberojê de ew têk biçin û em ê jî bi awayek mezin bi ser bikevin.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê roja yekşemê di 12’ê kanûnê de bi dirûşma “Niha dem dema HDP’ê ye” Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre bi beşdariya hezaran kes pêk hatibû û coşek mezin li pey xwe hiştibû. Di kongreyê de Ferhat Encu û Îlknûr Bîrol ji bo Hevserokatiya HDP’a Stenbolê hatin bijartin. 
 
Ferhat Encu ji ajansa me re axivî û got: “Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin.” 
 
 
‘GEL XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKET’ 
 
Encû di destpêka hevpeyvînê de bal kişand ser astengiyên ku ji kongreya wan re hatine derxistin û got: “Astengiyên hatin derxistin û dixwestin derxin negihîştin mexseda xwe. Çimkî gelê me bi biryar û îrade ye. Gel xwedî li îradeya xwe derket. Gelê me bersiva pêwîst jî da, wan kesên ku negihîştin mexseda xwe. Tevî hemû zextan û astengiyan jî dîmenek bi heybet derket holê. Dixwazin HDP’ê bitepisînin, lê gelê me destûr nade viya. Tevî bi hezaran binçavkirin û girtin jî dîsa gelê me bo coş û ruhek mezin xwedî li îradeya xwe derdikeve. Bi xwedîderketina gelê re dozên wan dek û dolab wek doza Kobanê, doza girtina partiya me jî pûç bûne.” 
 
‘BEDELÊN MEZIN TÊN DAYÎN’ 
 
Encu destnîşan kir ku îqtidara şerxwaz dixwaze partiya bi milyonan kes ku bedelên herî mezin daye û hêj bedelên mezin dide bigire, lê wê ew mexseda wan jî negihîje serî. Encu got dixwazin HDP’ê bi agahî, dozname û gotinên viq û vala krîmînalîze bikin. 
 
‘GELÊ ME BERSIVA ERDOGAN Û SOYLÛ DA’ 
 
Encû destnîşan kir ku beşdariya kongerya wan di heman demê de bersiva gotina “tu mecalên wan nemaye” ya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û gotina “Kurd nefretê ji we dikin” a Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daye û got: “Beşdariya kongreya me ya zindî û berxwedêr nîşanî wê ferasete da ku ka mecal maye an nemaye û kurd nefretê ji kî dikin. Gelê me peyamek xurt da. Helbet ev heybetî ji bo me matmayîn bû, ji ber ku em beşdariya gelê xwe dizanin. Bo me ne suprîz bû. Me dizanibû wê wisa bibe. Xwe li coş û beşdariya gelê me negirtin û dest bi reşkirina me kirin. Çimkî em bi îqtidarek ku dixwaze kurdan û dostên wan tune bike re rûbirû ne. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin kongreya me ji bo Erdogan û ekîba wî têkçûyîn bû.” 
 
‘EM Ê BIKIN KU HÊJ AKP WINDA BIKE’ 
 
Encu anî ziman ku ji bo serdema nû ya pêşiya wan nexşerêya wan amade ye û wiha got: “Stenbol nîvî Tirkiyê ye. Tevahiya rengên Kurdistan û Tirkiyê li vî bajarî ne. Temsîla gelek gelan dike. Bajarê karker, kedkar, karmend û pîşesaziyê ye. Her wiha Stenbol bajarek ku muxalefeta civakî li kuçeyan e. Em ê ji bo pirsgirêkên kurdan, karker û gelan çareser bikin xetek polîtîk bişopînin. HDP di hilbijartinan de êdî rola xwe ya diyarker nîşan dide. Her dawî jî HDP’ê di hilbijartina xwecihî de rola xwe nîşan da. Stenbol mînaka vê yekê ye û HDP’ê kir ku AKP li Stenbolê winda bike. Em ê vê xebata xwe ya ku AKP têk biçe berdewam bikin. Em ê HDP’ê li vî bajarî û li vî welatî mezintir bikin. Em ê xebatek li gorî dilê gelê xwe bikin.” 
 
STRATEJIYA RÊYA SÊYEMÎN 
 
Encu bal kişand ser “Danezana Banga Demokrasiyê, Aştî û Edaletê” ku HDP’ê ragihandibû û axaftina xwe berdewam kir: “Me danezek ku pirsgirêkan tespît dike û çareseriyê ji pirsgirêkan re dibîne û perspektif pêşkêş dike weşand. Helbet em ji bo siyaseta ‘Xeta Sêyemîn’ xebatek bênavber dikin û birêve dibin. Avakirina Xeta Sêyemîn wê bi xwe re Tifaqek Sêyemîn bîne. Em wek HDP’ê pêşeng in  û li paş namînin. Em ê hewl bidin ku prensîbên di hundirê danezanê de pêk bînin û tifaqa hêzên demokrasiyê ava bikin.” 
 
‘EM Ê YEKÎTIYÊ AVA BIKIN’ 
 
Encu destnîşan kir ku ji bo ku muxalefeta civakî di çarçoveya prensîbên HDP’ê eşkere kiriye de were ba hev gelek hêviya wan heye û got: “Hemû aliyên civakî ji aliyê îqtidarê ve hatine cihêkirin. Gel hatiye feqîrkirin û mehkûmî birçîbûnê hatiye kirin. Lewma jî em dikarin di şexsê Stenbolê de yekîtiyekê ava bikin. Dema em vê li vir bikin, wê ev yek berbelavî hemû bajarên Tirkiyê bibe. Coş û heybetiya kongreya me bandorê li ser gelek bajarên Tirkiyê kiriye. Ji bo hemû muxalefeta civakî bûye moral. Ji ber vê yekê em Stenbolê bi nirx û girîng dibînin.” 
 
‘EM Ê SERKEFTINÊN MEZIN BÎNIN’ 
 
Encu diyar kir ku HDP bi sekna xwe ya nîşan dide ji bo sala nû peyam û hêviyê dide û gotinên xwe bi dawî kir: “Wê sala pêşiya me bibe sala serkeftinên mezin. Di heman demê de wê rîskên mezin jî hebin. Çimkî faşîzma heyî êrişên pir cidî bi ser HDP’ê ve tîne. Lê divê em li dijî van êrişan bi hêvî bin, têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Çimkî em heqîqetê temsîl dikin. Lewma em ê heqîqetê nîşan bidin û da ku ev rê me bibe serkeftinê. Em ê di sala pêşiya xwe de bikin ku vê feraseta faşîzmê têk biçe û biçe ser sergo. Bila gelê me div ê mijarê de bi hêvî be.” 
 
MA / Mehmet Aslan - Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

15/12/2021
16:20 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin
16:06 MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan
15:17 Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê
15:17 TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir
14:30 Jinên HDK'î kampanya 'gotina jinan esas e' dan destpêkirin
14:17 ÎHD: Mafên mamosteyên hatine îxrackirin li wan vegerînin
14:03 Dozger biryara nepenîtiyê danî ser dosyeya Garîbe Gezer
13:58 Dozger xwest xebatkarê çapemeniya HDP’ê were cezakirin
13:34 Ji girtiyan re gotin ‘parêzerên we hatine’ lê wan birin darizandinê!
13:26 YE'yê muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re cemidand
13:07 Malbata Şenyaşar: Heta henaseya dawî em ê hesab bixwazin
13:07 Bi hinceta "nelihevkirinê" berdana Çelîk asteng dikin
12:48 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:15 Girtiyê nexweş Halîl Guneş jiyana xwe ji dest da
12:04 KNK'ê encamnameya xwe aşkera kir: Em ê sala 2022’yan bikin salan destkeftiyên mezin
12:03 Beriya biryara FED’ê dolar û euro rekor şikandin
11:54 'Xweserî mafê êzidiyan e'
11:32 ‘Dema min Garîbe Gezer bihîst êşa min a beriya 4 salan nû bû’
11:29 Malbatên penaberên kurd li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
10:52 Nobeta li Sêmalka di roja 72'yan de didome
10:47 Li Mêrdînê 5 kes ji ber nelirêtiyê hatin girtin
10:27 Girtiyê nexweşê qanserê ku hevkariyê nekir "bihalê baş" nehat hesibandin
10:02 Li Bagokê derdorên goristanê hate bombekirin
09:06 Parêzer Acûn: Tecrîd pirsgirêka TBB’ê ye jî
09:04 Amed amadekariyên mîtînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ dike
09:01 Aktîvîstê xwezayê Gurbey: Neçîrvantiya qanûnî divê bê bidawîkirin
09:01 'Bi guhertinên biçûk Tirkiye dixwaze demê qezenc bike'
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2021'AN
08:40 Girtiyê nexweş Şûyûr jiyana xwe ji dest da
14/12/2021
20:36 Ji ber Kovîd-19’ê 181 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
20:30 Danişîna doza Komkujiya Konyayê hat taloqkirin
18:07 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
17:45 Cenazeyê Akkûş hat veşartin
16:59 ‘Heta em cenazeyên xwe werbigirin, em ê têbikoşin’
16:51 Çetîn Dedeogullari: Dozger yek bi yek berda, wan jî malbata min qetil kir
16:37 Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî bi CPT'iyê re hevdîtin kir
16:16 Di Nobeda Edaletê de banga ‘çareseriyê’ li Wezareta Dadê kirin
16:14 Wê li Amedê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ben şermezarkirin
15:56 ÎHD: Li Îmraliyê pêşniyarên CPT û rêgezên Mandela tune tên hesibandin
15:40 Kujerê Komkujiya Konyayê beriya komkujiyê li 4 bajaran li hotêlên luks maye
15:39 Doza çalakiya greva birçîbûnê taloq bû
15:19 Ji rojnamegerê xelatgirtî Dogrû re cezayê muebbetê hat xwestin
14:55 Li pêş Edliyeya Amedê pevçûn derket
14:47 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê dev ji jiyana xweser bernedin
14:36 Girtiyê sewqî Edenê hatiye kirin 22 roj in di qarantînayê de ye
14:22 DEDAŞ meheke ceyran nade gundê Sevadiyê
13:14 Zarokê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
13:07 Parêzerên çûna wan a Îmraliyê tê astengkirin serlêdana hevdîtinê kirin
12:36 Salvegera qedexeya Cizîrê: Wê kurd serî netewînin
12:21 Ferît Şenyaşar: Dozgerê ku dibêje ‘kiryar nediyar’ sûc dike
12:21 Belgefilma hunermend Silo Qiz hat çêkirin
11:55 115 roj in paneberên kurd di destê OSO’yê de dîl tên girtin
11:48 Danişîna Doza Konyayê dest pê kir
11:24 Nobeta li Sêmalka di roja 71'an de didome
11:23 Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin
11:22 Faîlê kuştina Nazîk Sancar hat girtin
10:34 Li Sêrtê li qeraxê rê 2 cenaze hatin dîtin
10:03 ‘Şahidê veşarî’ yê di doza Garîbe Gezer de 5 sal in winda ye!
10:03 Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin
10:00 1003 kesan kampanya îmzeyê dan destpêkirin
09:59 Li Esenyûrtê agir bi avahiyekê ket: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:53 Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê
09:12 Bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin
09:12 Ji ber her tişt biha ye nikare biçe bazarê
09:11 'Neberdana Tûglûk li dijî mirovahiyê ye'
09:10 Ji ber gotina "şer" înfaza girtiyê siyasî şewitandin
09:10 Ji binçavkirina wî têr nabin!
09:10 Prof. Dr. Bîçer: ATK li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'AN
13/12/2021
18:49 Oluç: Li Banka Navendî operasyona diziyê tê kirin
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin
11:42 Nobeda li Sêmalka di roja 70’yî de didome
11:33 Hezar rewşenbîran bang kir: PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin
11:32 ‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’
11:31 Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin
11:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
10:48 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome
10:43 Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
10:42 Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike
10:10 Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye