AMED - Li pêşiya Edliyeya Amedê, di navbera du malbatan de pevçûneke çekdarî derket û di pevçûnê de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li pêşiya Edliyeya Amedê, di navbera du malbatên neyarên hev de pevçûneke çekdarî derket û di pevçûnê de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Piştî pevçûnê gelek polis û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê cenazeyê kesê jiyana xwe ji dest da rakirin morga nexweşxaneyeke Amedê.