* ÎHD, OHD û TUHAY-DER'ê diyar kirin ku nayê qebûlkirin ji ber çalakiya 5 sal berê cezayê dîsîplînê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê birîn û xwestin demildest Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
* Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê Hakî Demîr derbarê tecrîdê de got: “Vê tecrîda bêhiqûqî tenê bi gotina kurdan çareser nabe. Divê ji bilî hemû komên mûxalîf ên li Tirkiyeyê, muhafazakar û heta aliyên neteweperest jî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”
* Xerîbe Gezer xwe bi gotina "Min nas bikin, ez pezkoviya Kurdistanê, çiyayan û zinara me” dide nasîn. Li mala wan ne şîn, zêmar û xemgînî, lê dengê stranên wê vedibêjin bilind dibe. Dayîka Garîbe yên ku tên sersaxiya wan û digirîn aş dike.
* Gundê Pampa Kurda ku li Ermenistanê ye, di dîroka kurdan de xwedî cihekî taybet e. Ji gund kesên entelektuel ên mîna Cewoyê Emer, Wezîre Eşo, Ferîkê Ûsiv, Emerîkê Serdar û Ezîzê Cewo derketine.
* Girtî Onder Korkmaz di nava 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin. Birayê wî Îlhan Korkmaz, anî ziman ku birayê wî bi îşkenceyê re rûbirû maye û fikarên xwe anî ziman.
* Jinan bertek nîşanî zêdekirina kelûpelên paqijiyê dan û gotin: “Êdî em nikarin bikirin. Pad ne luksek e, ew hewcedariyek bingehîn e.”
* Parêzer Baran Albayrak, diyar kir ku derbarê polîsên di binçavan de îşkence li xwendekaran kirine gilî kirine, lê lêpirsîn nehatiye destpêkirin û divê li şûna xwendekaran, polîs werin darizandin.
* Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç ê hiqûqzan diyar kir ku xalên “tarî” yên Komkujiya Konyayê nehatine ronîkirin û mudaxileyî dozê tê kirin.
* Parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku hikumet girtiyên nexweş weke amûrekê tolhildanê bi kar tîne û wiha got: “Mirina girtiyên nexweş cînayetên bi zanebûn in.”
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 183'yemîn de berdewam bike.
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên a li Baroya Amedê wê di roja 31'emîn de berdewam bike.
* Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da wê li Goristana Buruk a Edeneyê were veşartin. (09.00-12.00)
* Danişîna 4'emîn a doza nûçegihanê me Mehmet Aslan wê li Dadgeha Stenbolê were lidarxistin. (09.40)
* Danişîna doza parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmut Taşçi û Mehmet Selîm Okçuoglu dê li Dadgeha Stenbolê were lidarxistin. (10.00)
* Danişîna Ayettullah Ay ê ku DMME'yê derbarê wî de biryara ji nû ve darizandinê da û 17 sal in girtî ye wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.30)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wê li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Baroya Amedê, ÎHD, TÎHV û Odeya Bijîşkan a Amedê wê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de li navçeya Sûrê belavokên mafê mirovan belav bike. (12.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê wê ji bo beşdariya mitînga "em nikarin debara xwe bikin" ku wê li Amedê were lidarxistin, belavokan belav bike. (13.00)
* Wê li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest didin û rewşa girtiyên nexweş daxuyanî werin dayîn. (12.00-17.00)