Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî

  • rojane
  • 10:36 17 Kanûn 2021
  • |
img

AMED - Mazlûm Îçlî yê bêsûc û bêguneh ji kuştina 4 kesên ji çalakiyên Kobanê bi 124 sal û 8 mehan hatiye cezakirin. Îçlî 14 salî ket girtîgehê û li girtîgehê ket bihara xortaniya xwe. 

Li Tirkiyê maf û azadîbûn roj bi roj ji holê tê rakirin. Her ku diçe bêedaletî berbelav dibe. Êdî wisa bûye her kes li edaletê digere. Kes û aliyên ku serê xwe li ber polîtîkayên îqtidara AKP-MHP’ê natewînin û dengê xwe derdixin, wek “terrorîst” rên ragihandin. Peyvek herî biçûk jî ku li zora îqtidarê diçe dibe sedema dadgehkirinê. Îro li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê bi hezaran kes ji ber biryarên daraza ku adeta bûye siyasî li girtîgehan tên ragirtin û ceza li wan tê barandin. Êdî ew kesên ku dengên xwe dane AKP-MHP’ê jî dibêjin ku edalet li welat nemaye. 
 
Yek ji van kesên girtî û ku ceza lê hatiye birîn û ji edaletê bêpar maye Mazlûm Îçlî ye. Ew di 14 saliya xwe de dikeve girtîgehê û 124 sal û 8 meh cezayê hepsê lê tê birîn. 
 
BAVÊ WÎ VEDIGERE LÊ MAZLÛM DIBIN ZÎNDANÊ 
 
Di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de gelê kurd di serî de li Amedê û tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê û gelek deverên dinyayê rabûbûn ser piya û xwedî li Kobanê derketibûn. Mazlum Îçlî bi îdiaya ku eleqeya wî di kuştina Yasîn Boru, Hasan Gokguz, Ahmet Dakak û Riyat Guneş ên di çalakiyên Kobanê de hatin kuştin heye, hat binçavkirin û pişt re jî hat girtin. Wê roja ku buyer diqewimin Mazlûm li gundek pasûrê çûye daweta xizmên xwe û li wir derketiye ser dikê. Polîs bi ser mala wan de digirin û lê dipirsin. Pişt re bavê wî li Miduriyeta Polîsan a Amedê digere. Polîs jê re dibêjin divê ew kurê xwe bibe ku îfade bide. Bavê wî lawê xwe digire cem xwe û diçin cem polîsan. Mazlum piştî îfade dide polîsan li ser teşhîsa kesê bi navê S.Ç., tê girtin. 
 
TÊ BERDAN SALEK ŞÛN DE TÊ GIRTIN 
 
Pişt re S.Ç. dibêje ku wî bi zexta polîsan îfade daye. Mazlûm piştî paş de kişandina îfadeyên S.Ç., 11 me şûn de ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D tê berdan. Mazlûm piştî salekê dîsa tê girtin. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 24’ê nîsana 2017’an de biryara xwe eşkere dike û bi îdiaya ku têkiliya Mazlum di kuştina wan her çar kesan de heye 124 sal û 8 meh cezayê hepsê lê dibire. 
 
Parêzerê Mazlûm û dozger îtîrazî vê biryarê dikin. Dadgeha Îstînafê îtîrazan red dike. 16’emîn Daîreya Cezayê Dadeha Bilind di sibata 2020’an de biryar dide û ji sûcê “kuştina 3 kesan û hewldana kuştina kesekî, propagandaya rêxistinê û xerakirina yekîtiya welat” cezayê Mazlûm erê dike û biryara “Sûcê kuştina Yasîn Boru” jî xera dike. 
 
DÎMENÊN DAWETÊ HER TIŞTÎ TESPÎT DIKE 
 
Di vê pêvajoya dûr û dirêj de parêzerê Mazlûm, Mahsunî Karaman delîl û şahidan kom dike û derdixe holê ku miwekîlê wî roja bûyerê li Pasûrê li dawetê bûye û dixwaze darizandin ji nû ve lidarxistin. Raporek tê amadekirin û di raporê de cih didin vîdoeyek dawetê û qenat tê kirin ku kesek li wê dawetê Mazlûm e. Lê dadgehê baweriya xwe bi vê raporê neanî û xwest têkildarî Mazlûm her tişt ji telefonê bigire heta çûna wî ya wir were lêkolînkirin. Di encama lêkolînan de derket holê ku li gund dawetek hatiye kirin. Ajokarê texsiyê jî şahidiyê kir ku wî Mazlûm û xwişk û birayên wî biriye dawetê. 
 
DOZGER ÇERX KIR 
 
Li ser van delîl û lêkolînan di 28’ê gulana 2021’an de ji bo Mazlûm danişîn hat lidarixstin û dozger daxwaza beraetê kir. Piştî 27 rojan di 25’ê hezîranê de danişîn hat lidarxistin û vê carê hemû delîl tune hatin hesibandin û hat xwestin were cezakirin. Dadgehê bi piraniya dengan biryara “rawestandina înfazê” ya Mazlûm da û hat xwestin darizandina têkildarî kuştina 3 kesan were nûkirin. 
 
KÊFXWEŞIYA MALBATÊ NEÇÛ SERΠ
 
Li ser vê biryara dadgehê malbata Mazlûm kêfxweş bû û jê re bilêtê balafirê jî kirîbû. Lê belê kêfxweşiya wan neçû serî. Dozgerê ku berê derbarê wî de beraetê xwestibû îtîraz kir û Mazlûm ji girtîgehê derneket. Di danişîna dawî ya ku di 29’ê îlona 2021’an de hat lidarixstin ji sûcê “Kuştina Yasîn Boru” ceza lê hat birîn. 
 
Min rahişt çenteyê wênekêşa xwe û min çû li deriyê malbata Mazlûm xist û li wan guhdar kir.  
 
BI MALBATÎ MUZÎKJEN IN 
 
Malbat dibêje ew ji navçeya Erxeniyê ne. Ferdên malbatê debara xwe bi karûbarên muzîkê dikin û zivistanê jî karê şûştina xaliyan dikin. Bavê Mazlûm, Nûsret Îçlî lê li dawetan bi navê “Sîdar Amedî” tê nasîn. Bavê wî dibêje lawê wî Mazlûm li dawetan pê re li def û bateriye dida. Ferdên malbatê wek “Koma Sîdar” tên nasîn û her tim ew diçin dawetên eywanan û gundan. 
 
WÊNEYÊ WÎ LI DÎWAR E 
 
Li dîwarê mala wan wêneyek Mazlûm beriya ku were girtinê hatiye kişandin, hatiye daliqandin. Ferdên malbatê di telefonên xwe de wêneyên Mazlûm nîşanî min didin û ez hinek li serê fikirîm. Mazlûmek ku bi temenê zarokatiyê dikeve hepsê lê niha ew bûye ciwanek û ketiye bihara xortaniya xwe. 
 
SÊ SAL IN LAWÊ XWE NABÎNE 
 
Dayika Mazlûm, Aynûr Îçlî (52) diyar dike ku ji ber sedemên aborî sê sal in lawê xwe nedîtiye û dilê wê bi kul e. Malbat dixwaz dike ku lawê wan sewqî Amedê an jî cihek nêz bikin lê daxwazên wan hemû bêencam dimînin. 
 
Dayika wî dibêje ku lawê wê bi bavê xwe û birayên xwe re di roja bûyeran de li Pasûrê li dawetê bûye û di dîmenan de jî baş tê xuyakirin. 
 
GELO EV EDALET E? 
 
Aynur Îçlî wiha got: “Bavê wî Mazlûm girt û ji bo îfadeyê bide çû midûriyeta polîsan û ew girtin. Me jî nizanibû ji bo çi ye. Paşê, dema me parêzer girt, em hîn bûn ku ew têildarî doza Yasîn Boru hatiye girtin. Piştî salekê Mazlum hat berdan û beraata wî hat xwestin. Salek kêmtir li derve dîsa girtin û 7 sal in bêguneh û bêsûc di girtîgehê de ye. Kurê min tenê 14 salî bû, ew diçû lîseyê. Zarokatiya wî di girtîgehê de derbas bû. Ma ev edalet e?” 
 
Tenê ne Mazlûm yên mîna wî bêsûc bi hezaran kes di hepsan de ne. Em ji bo her kesî edalet dixwazin. Divê li vê dinyayê edalet hebe. Min pir bêriya Mazlûmê xwe kiriye. Tenê hefteyê carek bi telefonê pê re diaxivim û wisa henek hesreta xwe kêm dikim.” 
 
‘TU SÛCÊ WÎ TUNE YE’ 
 
Zulfî Şiyar Îçli kekê Mazlûm e û anî ziman ku ji bere w bi malbatî muzîkjen in roja bûyerê li gundek pasûrê li dawetê bûne. Îçlî diyar kir ku di dîmenên dawetê de tê dîtin ku Mazlûm jî li wir e û wiha got: “Dîsa bavê hevalê min şofêrê taksiyê diyar dike ku wî Mazlûm û birayên min ên din ji vir birine gund. Paşê ji gund girt û anî mala me ya li Amedê. Zava û bûk û malbatên wan îfade dan ku Mazlum li daweta wan bûye. Sînyala telefonê jî li heman cîhî nîşan dide. Li gorî tespîta cihê ji aliyê pispor ve tê fêmkirin ku dawet li wir hatiye kirin. Yanî her çiqas tê zanîn Mazlûm bêguneh e jî di girtîgehê de tê girtin. Tu sûcê Mazlûm tune ye. Em ji bo wî û yên wekî wî edaletê dixwazin.”
 
MAZLÛM DELALÎKÊ WAN BÛYE Û DIXWAZIN WERE BERDAN 
 
Hîcran Îçlî jî da zanîn ku birayê wê bêsûc û bêguneh e û dozger û dadger jî viya dizanin û got: "Berî çend salan, em ê bi encamek wiha re bimana nedihat bîra me. Di rastiyê de tirsa min ewil ji axaftina Tayîp Erdogan ku beriya hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an ji bo HUDA-PAR’ê dabû, dest pê kir.” 
 
Xwişka wî dibêje Mazlûm biçûkê wan û delaliyê ber dilê wan bûye û kesek gelek kêfxweş û hezkirî bûye. Xwişka wî Hîcranê dibêje jiyana wan tarî kirin û 7 salên wî çûn lê naxwazin bêtir salên wî di hepsê de biçe, dilê wan dişewite, ji bo Mazlûm edaletê dixwazin û dixwaze tavilê were berdan. 
 
MA / Omer Çelîk 
 

Sernavên din

18/12/2021
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin
10:50 Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan
10:41 Nobeda li Sêmalka di roja 73'yan de didome
10:39 Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn
10:32 ‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’
09:28 Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer
09:12 Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin
09:12 ‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’
09:11 Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye
09:10 Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin
09:09 ‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’
17:12 Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin
17:07 Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin
17:06 Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê
16:52 Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin
16:32 Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin