Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn

  • jin
  • 09:26 18 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Halîme Înan, keça dayika Taybet Înan ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma destnîşan kir ku helbet wê roj bê û hesabê vê bê pirsîn. 

6 sal di ser qedexeya derketina derve ya di 15'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû ragihandin derbas bû. Di vî 6 salî de gelê Şirnexê hewl da birînên xwe bicebirîne û tiştên wê demê qewimîn hê jî wekî niha li ber çavê wan e. 
 
Li Silopiyayê ku qedexeya derketina derve 38 rojan domand, di dema qedexeyê de 68 kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Yek ji van kesan jî dayika Taybet Înan bû. Înan di roja 5'an a qedexeyê de tevî tiyê xwe Yûsûf Înan hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû sekinandin. Her wiha piştî wê keça wê Heznê Înan a 22 salî jî li Cizîrê di "jêzemîna avahiyekê" de tevî gelek kesan hatibû qetilkirin.
 
Halîme Înan, keça dayika Taybet Înan, behsa wê demê û dayika xwe kir û parêzerê malbatê Ramazan Bîrlîk jî behsa pêvajoya lêpirsînê kir.
 
 
'JI BÎR NAKIM'
 
Keça wê Halîme Înan diyar kir ku wê tu carî wê roja ku dayika wê jiyana xwe ji dest da ji bîr neke. Înan got: "Çend roj beriya wê bûyerê dêya min hat mala me. Ji min re got, 'Çima hûn heya vê saetê raketine? Şerekî gelek mezin heye, rabin ser xwe.' Ji min re got, 'Feqîr û jar hemû wê bimirin û yek namîne. Yê ku sax bimîne wê dewlemend bin. Her kes çû kesek nema. Heger ez bimirim şîna min negire. Li zarokên xwe binêrin.' Piştî van gotinan çû. Got, 'Ez ê biçim malê bavê te tenê ye.' Min kir û nekir qaneh nebû ku li malê bimîne. Rojek di ser re derbas bû, dîsa hat mala min. Ev cara wê ya dawî bû. Di êvara wê rojê de gotin li pişt avahiya mala bavê min teqîn çêbûye. Min bawer nedikir. Min xwest biçim mala bavê xwe. Lê ji ber şer û pêvçûnan ez nikaribûm biçim. Min di dilê xwe de digot, 'jarê dayika min ka niha di çi rewşê de ye.' Min nedizanî ku cenazeyê dêya min li kolanê ye û kes nîne wê rake. Min çi agahî ji mala bavê xwe nedigirt. Min ew qas digot, dayê, bavo kesî ez nedibihîstim."
 
Înan, anî ziman ku paşê bi awayekî xwe gihandiye mala dêya xwe û gava çûye çav bi cenazeyê dêya xwe yê li nav kolanê ketiye û got: "Ew qas xweşik razayî bû, mîna ku gotibe ez ê ji xwe re rakevim."
 
Înan, destnîşan kir ku dêya wê tim di dilê wan de ye û wê tu carî wê ji bîr nekin û got: "Heya em sax bin em ê dev ji doza wê bernedin. Sê caran ez bi ala spî çûm ku cenazeyê dêya xwe ji erdê rakim. Lê gule reşandin û nehiştin biçim. Cara sêyê min ala spî rakir. Vê carê gule li ala spî reşandin. Wê demê apê min jî birîndar bû. Me apê xwe bir  jêrzemîna malê. Birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Ma ez ê çawa wê rojê ji bîr bikim?" 
 
DI HEMAN HEFTÊ DE ŞÎNA DAYIK Û KEÇA WÊ...
 
Înan, diyar kir ku xwişka wê û dêya wê bi heman rêbazî hatine qetilkirin û got: "Cenazeyê dêya min 7 rojan li kolanê ma û me nikaribû wê rake. Heta ez sax  bim ez ê tu carî ji bîr nekim. Em kengî keyfxweş dibin dêya me tê bîra me û weke ku me qebehet kiriye, pişt re dîsa diêşin. Ez qet naxwazim di van kolanan re re biçim û bêm." Înan, bibîr xist ku xiwşka wê Heznê jî li Cizîrê di jêrzemîna avahiyekê de hatiye qetilkirin û got: "Piştî ku dêya min jiyana xwe ji dest da, nêzî mehekê Heznê jî di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin. Me di heman hefteyê de şîna wan herduyan girt. Di serî de me nedizanî ku jiyana xwe ji dest daye. Weke cenazeyê diya min em bi rojan, mehan benda cenazeyê wê jî man. Gora Hiznê 100 metre dûrî gora diya min bû. Lê me nedizanî ku gora Heznê ye. Li ser gora wê cenazeyê bêkesan nivîsandibûn. Piştî DNA'yê cenazeyê Heznê derket. Me nexwest em cenazeyê wê derxin. Ew jî di dilê min de ma. Min pir dixwest ku xwîşka xwe bibînim, lê min ew nedît. Ne sax, mirî hat kelêka dêya min."
 
'DAYIKA MIN 3 ROJAN PERÇEYÊN WAN DIGERÎ' 
 
Înan, da zanîn ku di sala 1993'yan de jî xwîşk û birayê wê hatine qetilkirin û tişta ku dêya wê kişandî tu kesî nekişandiye. Înan got: "Di sala 1993'yan de ez hê zarok bûm. Di wê salê de ew qas şer û pêvçûn tune bûn. Wê demê li nava bajêr 2 endamên PKK'ê hatin kuştin. Ev bûyer jî li biniya bajêr çêbû. Mala me jî li serê bajêr bû. Dinya mij bû. Zarok derketin derve. Her kesî pezê xwe berdabû derve. Dêya min li zarokên xwe yên derketibûn derve digeriya, nerihet bû. Me got zarok in dibe ku çûbin dikanê. Dêya min li her derê pirsî, lê zarokên xwe nedîtin. Dêya min kir û nekir zarokên xwe nedîtin. Di dawiyê de berê xwe dide milê taxê yê dîtir. Lê dinêre leşker û polîs hemû li wir kom bûne. Li wir du caran li ser hev teqîn çêbû. Me nedizanî ku mayin teqiyaye. Me digot dewletê berdaye çiyê. Dêya min hin zarokan li wir dibîne û bang li wan dike, şekir dide wan û dibêje bang li Esmer û Botan bikin bila bên malê. Lê zarok ji wê re dibêjin, 'Xalet hikûmet nahêle ku tu kes bi wî aliyî ve biçe.' Ew qas teyrik li wir kom bûbûn, hawar e. Derdikeve holê ku ew teyrik li ser goştê wan zarokan kom bûne. Lê dîsa jî dêya min nedizanî. Herî dawî dêya min diçe cihê bûyerê û ji leşkeran re dibêje, 'We çi zarok neditîne?' Leşker dibêjin, 'Zarokên we bi wî aliyî ve çûne, ji xwe re dilîzin.' Qîma dêya min nayê û dixwaze biçe cihê bûyerê. Lê leşker derdora dêya min digirin û nahêlin derbas bibe. Dêya min ji wan re dibêje, 'Hûn çi bikin jî ez ê zarokên xwe bibînim.' Wisa dibêje û di bin lingê wan de derbasî wî aliyî dibe. Leşkeran nikaribû bi dêya min û ji nêçariya xwe bang li leşkerekî kurd kirin û ew hat tercûmanî kir. Leşker ji dêya min re dibêje, '7 zarok wenda ne?' Dêya min jî erê dike. Leşker jê re dibêje here emnîyetê pirsa zarokên xwe bike. Dêya min diçe emnîyetê. Ew teyrik bala dêya min dikêşin. Hê nizane ku ew teyrik ji ber perçeyên goşt herîkine li wir. Xwezî wê demê li wir dîmenkêş hebûya ku ew kişandibûna. Cenazeyên wan zarokan jî 3-4 rojan li erdê man. Dayika min 3 rojan li perçeyên zarokên xwe digeriya. Heta ku me perçeyên wan kom kirin gelek wext derbas bû. Her 7 zarok me kirin heman goristanê. Me perçeyên wan berhev kirin û kirin poşet û di heman goristanê de veşartin. Me ne şûştin û ne jî veşûştin. Dêya min her tim digot xwedê heqê zarokên min li erdê nehêle. Jiyan li ber çavê me weke xewna şevan e. Ew e ku em xwe wenda nakin. Baweriya min heye wê rojekî hesab bê dayin û wê rojekî teqez edelet bê."
 
'HELWESTA DOZGERAN CESARETÊ DIDE SUCDARAN' 
 
Parezerê malbata Înanê Ramazan Bîrlîk jî anî ziman ku 6 sal li ser bûyerê derbas bûne, lê hê jî kiryarek nehatiye darizandin û got: "Li gel ev qas dem derbas bûye, hê jî dozgeriyê kiryar nedîtine. Derbarê qetilkirina Taybet Ana û Yûsûf Înan de heta niha ji aliyê dozgeriya Silopiyayê ve tu pêşketin çênebûye. Serdozgeriyê bi hinceta ku mirin bi destê hêzên ewlehiyê pêk nehatine, lêpirsînê didomîne. Hêj di dosyayê de tu biryar nehatine dayin. Xuya dike ku lêpirsîn berdewam bike. Bi qasî ku ji dosyeyên lêpirsînê xuya dike derbarê mirina Taybet Înan û mirina kesên di dema qedexeyên derketina derve de di bin guleyên hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest dane, lêpirsînên bi bandor nayên kirin. Nêzîkatiya dewletê û dozgeran ew e ku her kesê mirine wekî endamê rêxistinê nîşan bidin. Hat îdiakirin ku sivîlên wek Taybet Înan ên hatin qetilkirin û endamtiya wan a rêxistinê nehat îdiakirin bi guleyên endamên rêxistinê mirine. Ji vê lêkolînê ji bilî bêcezakirinê tu encam dernakeve. Ev helwesta dozgeran cesaretê dide sûcdaran û pêşiya mirinên nû vedike."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

18/12/2021
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin
10:50 Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan
10:41 Nobeda li Sêmalka di roja 73'yan de didome
10:39 Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn
10:32 ‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’
09:28 Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer
09:12 Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin
09:12 ‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’
09:11 Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye
09:10 Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin
09:09 ‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’
17:12 Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin
17:07 Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin
17:06 Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê
16:52 Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin
16:32 Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin