ENQERE - Di danişîna doza rojnamevan Hayrî Demîr de, daxwaza rakirina tedbîra kontrola edlî ya 4 salan hat redkirin.
Danişîna 10’emîn a doza rojnamevan Hayrî Demîr a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi daxwaza heta 32 salan cezayê hefsê tê darizandin li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.
Di danişîna ku Demîr tevlî nebû de parêzera wî Nûray Ozdogan amade bû. Ozdogan, daxwaz kir ku şerta kontrola edlî ya 4 salan zêdetire didome ya derbarê muwekîlê wê de bê rakirin. Di danişînê de biryara li benda rapora lêpirsînê ya ji miduriyeta polîsan hat xwestin bimînin hat dayîn û daxwaza rakirina şertê kontrola edlî hat redkirin.
Danişîneke din di 19’ê Nîsana 2022’yê de ye.