Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e

  • rojane
  • 09:11 22 Kanûn 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, destnîşan kir ku ATK şirîkê mirina girtiyan e. 

Li girtîgehên Tirkiyeyê ji ber tecrîd û îzolasyona ku her diçe gurantir dibe, binpêkirinên mafan û mirin zêde dibe. Ji 12'ê Mijdarê heya niha li girtîgehan 6 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. Ji girtiyên jiyana xwe ji dest dan BangînMûhammed, Abdulrezak Sûyûr û Halîl Guneş di nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bûn. Garîbe Gezer, Vedat Erkmen û Îlyas Demîr jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
‘HATIYE ASTEKE HEW TÊ DEYAXKIRIN'
 
Serokê BAroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û mirina girtiyan nirxand, anî ziman ku di demên dawî de girtîgeh hatine asteke ku hew tên deyaxkirin. Elîk, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan pir zêde bûne û li girtîgehan mafên qanûnî yên girtiyan tên binpêkirin. Elîk got: "Gelek operasyon hatin kirin. Mirov jiyana xwe ji dest dan." Elîk ji bo vê jî  "Operasyona Vegera Jiyanê" ya wekî Komkujiya Girtîgehê ya 19'ê Kanûnê tê zanîn bibîr xist. 
 
‘WEZARET NABÎNE, DARAZ XWE BÊDENG DIKE'
 
Elîk, rapora ku baroya wan demek berê daxuyandibû bibîr xist û got: "Mixabin Wezareta Dadê vê meseleyê nabîne. Daraz jî xwe li bêdengiyê datîne."
 
Elîk, destnîşan kir ku neberdana girtiyên nexweş nayê qebûlkirin û di qanûnan de jî ji bo van girtiyan hikma taloqkirina înfazan heye. Elîk, bilêv kir ku lê belê ji bo siyasetmedarên muxalif û kesên ji ber fikirên xwe girtî ne qanûn nayên pêkanîn û ji bo vê bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûkê. 
 
‘ATK ŞIRÎKÊ MIRINÊ YE'
 
Elîk, destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) berkesê raporên saziyên tibê yên serbixw eraporan çêdike û bi van raporan pêşî li ber berdana girtiyan digire. Elîk got: "ATK, ji dêvla ku peywira xwe bîne cî, dibe sebeba mirina van mirovan. Raporên ATK'ê sebebên jiyana mirovan. Hincetên ATK'ê qîm nakin. Jixwe me ji raporên saziyên tibê yên serbixwe jî dizanin ku hincetên wê qîm nakin. Beriya her tiştî divê bijîkên pispor ên ATK'ê ji bo sonda Hîpokratê dilsoz bin. Mexdûr kî dibe bila bibe, sûcê wan çi dibe bila bibe, bi kîjan îdiayê girtî bin bila girtîb in, divê ATK li gor qanûnê tevbigere. Lê ji ber ku biryar bi saîqên siyasî hatine girtin, mixabin ev sazî peywirên xwe paşguh dikin. Heta dibin şirîkê mirinê." 
 
BANG LI RÊVEBIRIYA NÛ YA TBB'Ê KIR
 
Elîk, bilêv kir ku Yekîtiya BAroyên Tirk (TTB) heya niha ew hesasiyeta ji bo girtîgehan nedaye der û got: "Em hêvîdar in rêvebiriya nû ya TTB'ê di vî warî de hesas tevbigere." 
 
Elîk, destnîşan kir ku berpirsê sereke yê jiyana girtiyan Wezareta Dadê ye û ji bo girtiyên nexweş li derî girtîgahn bên demrankirin divê wezaret tevbigere. 
 
‘HEYFSTENDIN E'
 
Elîk, destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş "rewşeke lezgîn" e û divê rêxistinên mafên mirovan, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî rojek berî rojekê mudaxileyî vê yekê bikin. Elîk bal kişand ser mirina Garîbe Gezerê jî û gpt: "Ger girtî an jî hikumxwarek nikaribe di şert û mercên girtîgehê de bi awayekî ewle jiyana xwe bidomînin, nexwe ev ji cezakirinê wêdetir heyfstendin e. Dewlet nikare tiştekî wiha bike. Kirina tiştekî bi vî rengî sûc e." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

25/12/2021
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e