Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin

  • rojane
  • 09:11 24 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Cengîz Dogan ku li Girtîgeha Şakranê girtî ye ji DFG'ê re nameyek şand û binpekirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Dogan, diyar kir ku 3 cezayên dîsiplînê lê birîne, înfaza wî şewitandine û berdana wî ji sala 2023'an taloqî 2028'an kirine. 
 
Li girtîgehan astengkirina berdana girtiyên ku cezaye wan qediyane û hatine ber qedandinê ya bi destê lijneyên çavdêriyên girtîgehan berdewam dike. Rojnamegerê girtî Cengîz Dogan jî bi vê aqûbetê re rû bi ma. Cengîz Dogan, dema ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê rojnameya heftane ya bi navê "Mavî ve Kent" çap kiriye, di sala 2009'an de ji dozên "KCK Mardîn" û "KCK Şirnexê" hatiye girtin û 21 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Dogan, niha li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Şakranê girtî ye û diviyabû ku di sala 2023'an de bihata berdan. Lê rêveberiya girtîgehê 3 cezayên dîsiplînê lê bêriyê û berdana wî taloqî 2028'an kiriye. 
 
Derbarê vê rewşa xwe de Rojnameger Dogan ji Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) re nameyek şand û binpekirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. 
 
CEZAYÊ WÎ 5 SAL ZÊDE KIRIN
 
Dogan, di destpêka nameya xwe de têkildarî xebatên xwe yên rojnamegeriyê û dozên lê hatine vekirin de agahî dide. Dogan, diyar dike ku ji ber xebatên xwe yên siyasî û rojnamegeriyê di sala 2009'an de hatiye girtin û ev tişt dibêje: "Di nîsana 2009’an de ji dozên "KCK Mardîn" û "KCK Şirnexê" hatim girtin û ji wê deme ve girtî me. Tevî hin dosyayên min ên ji sala 2003’yan heta 2009’an bi giştî 21 sal ceza li min birî ne û niha hukumxwar im. Îca ev jî  ne bes bû; di sala 2020’an de min 3 cezayê dîsîplînê û hucreyê girt. İnfaza min jî şewitandin û 5 sal cezayê min zede bû. Tehliyeya min a asayî 2023 ye! Lê tehliyeya min taloqî tebaxa 2028’an kirin. Parêzerê min (ji Baroya Amedê) bû, lê belê wî jî dosyaya min baş neşopand û ji ber ku di dema xwe de encama Dadgeha Destûra Bingehîn ji min re ranegihand, mafê min ê serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewopayê (DMME) ji dest çû."
 
JI ER RADYOYÊ 23 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ BIRÎNE
 
Di nameya xwe de Dogan, destnîşan dike ku zêdetirî 2 salan e rojnameyên mîna Xwebûn, Yenî Yaşam, Atilim û bi giştî weşanên kurdî û muxalîf nadine wan û wiha dibêje: "Bi tu awayî kovarên ku bi koliyan (PTT) werin nadin me. Kovarên ku em dixwazin (Taybetî yên muxalîf û kurdî) bi pereyê xwe bistînin jî; ji ber ku di lîsteya wan diyar kiriye de tune ye dibêjin,'Em nikarin vê kovarê bînin, qedexe ye'. Herî dawî beriya 3-4 mehan hemû radyoyên me kom kirin. Komkirin jî nebes bû; ji bo ku radyo li cem min hebû carekê ji bo 15 rojan û carekê jî ji bo 8 rojan cezayê hucreyê dan min. Niha tenê radyoyên FM hene. Dîsa kanalên TV’yê hemû yên medyaya alîgir in, agahiyên rast encax em bi rêya malbatên xwe digirin. Ew jî pir bi sînor e! Pirtûkên ku ji derve bi rêya PTT/kolî werin bi sînor didin. Ji her pirtûkê tenê yekê didin." 
 
'TIŞTÊN DEWLETÊ PÊ PEZNÊ XWE DIDE PÊK NAYÊN'
 
Dogan, dide zanîn ku bi hinceta pandemiyê hemû aktîvîteyên wan ên çandî-sportîf, kursên hunerî-pîşeyî hatine rawestandin û ev agahî dide: "Niha em li mezelên ku cihê 10-12 kesan e bi qasî 17-18 kesan dimînin. Gelek hevalên me li erdê radizin. Tenê tuwaletek û serşoyek heye. Dîsa hefteyê carekê tenê 10 kesan bi qasî 50 deqeyî derdixin gogê. Hevdîtinên girtî jî mehê tenê 2 caran pêk tê. Rexmî ku di qanûnê de dibêje, 'Hevdîtinek dikare heta saetek û nîvê were dirêjkirin' jî lê li vir em tenê 40 deqe hevdîtinên girtî pêk tînin! Dîsa kabîneyên telefonê bi dîmen û hemû mezelên edliyan bi cih kirine, lê belê li mezelên me bi cih nekirine û li gorî ku dibêjin wî mafî nadin me. Yanî gelek tiştên ku di çapemaniyê de dewlet pesnê xwe pê dide qet pêk nayên an jî ji bo me pêk naynin!"
 
NIKARE BAV Û XUŞKÊN XWE BIBÎNE
 
Di dawiya nameya xwe de Dogan, tîne ziman ku rêveberiya girtîgehê pûlên ku ji derve ji wan re tên şandin nade wan û bi van gotinan giliya dûrbûna ji malbata xwe dike: "Pirsgirêkeke me û malbatên me jî mişextkirina me ya girtîgeheke dûrî malbatên me ye. Mînak; ez ji Nisêbînê me. Dayik, bav, xuşk, bira û hemû malbata min li Nisêbîna Rengîn dimînin. Di sala 2012’an de min ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê mişextî Îzmîrê kirin û ev nêzî 10 sal in li Îzmîrê hukumxwer im. Ji ber vê mişextiya dûr (Navberera Nisêbîn û Îzmîrê 1800 km ye) malbata min nikare were hevdîtina min. Di vir de hem mexdûriyetek aborî û hem jî mexdûriyetek civakî, malbatî, derûnî û fîzîkî dide avakirin! Ev 10 sal in min gelek caran ji Wezareta Dadê daxwaza sewqkirina girtîgeheke nêzî malbata xwe kir, lê belê her carê bi hincetên pûç û valan daxwazên min û malbata min hatin redkirin. Bifikirin ev 10 sal in bav û xuşkên min nikarin werin hevdîtina min lewre çûn û hatin 3 hzar û 600 km.ye."
 

Sernavên din

29/12/2021
14:59 OHD û TÛAY-DER: Divê li Îmraliyê lêkolîn bê kirin
14:55 Di doza Denîz Poyraz de xirecir derket: Kujer dê hesab bidin gel
14:24 Ji ber ‘heqareta li dozger’ lêpirsîn li Erbîl vekirin
14:02 Malbatên 9 koçberên Rojhilatî li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
13:39 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin
13:16 Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq têlan dikişîne
12:43 Cenazeyê penaberê avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê derket holê
12:31 Doza Denîz Poyraz dest pê kir
12:05 Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e
11:58 Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn
09:18 ‘Bi girtîgehan dixwazin civakê dîzayn bikin'
09:18 Zemên tên kirin tahm di nanê tenûrê de jî nehiştine!
09:18 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo tedbîrê serî li AYM'ê da
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'AN
07:56 Nasnameya kesê êriş bir ser HDP'ê diyar bû
28/12/2021
21:22 Sancar: Berpirsê sereke yê êrişê Wezîrê Karên Navxweyî ye
19:19 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Karaman hat girtin
18:34 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 20'an de ye
16:59 Êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê hat şermezarkirin: Em natirsin
16:55 Dayikên Aştiyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Li Basayê jinek hat binçavkirin
16:22 Sancar diçe serdana avahiya HDP’a Bahçelîevlerê
16:18 HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir
16:01 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn
15:53 Leyla Guven ji bo Nobeda Edaletê peyam şand: Em ji bo girtiyan bikevin tevgerê
15:27 Girtiyê nexweş Ayik: Zext berdewam bikin wê cenaze ji girtîgehan derkevin
15:25 34 qurbanî li gelek navendan hatin bibîranîn: Rêya Edaletê di Roboskî de derbas dibe
14:56 Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin
14:15 Li Stenbolê li dijî avahiya HDP’ê êrişa çekdarî pêk hat: Du endamên partiyê birîndar bûn
14:09 Di Doza Kobanê de muştekî bi nakokî axivîn
14:07 Danişîna doza Denîz Poyraz sibê dest pê dike
13:27 Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
13:27 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were
12:24 Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin
12:04 Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke
11:53 Serdozgeriyê îtîrazî biryara beraeta nûçegihanê me Aslan kir
11:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye
11:01 Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne
10:41 Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…
09:11 ‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
09:02 Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin
09:02 Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye
09:02 Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me
09:02 Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN
27/12/2021
18:36 Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye
17:20 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan didome
17:16 Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide
16:53 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin