Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye

  • rojane
  • 14:03 24 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîd, tercîheke bêhiqûqî û polîtîk e. Bi vê ser pirsgirêka herî bingehîn a welat tê girtin. Hemû pisgirêk ji tecrîdê çêdibin." 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li avahiya HDP'ê ya Amedê derbarê rojeva jinan a sala 2021'an de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
'ME XWE JIN TÊKOŞÎNÊ VENEGIRT' 
 
Başran, diyar kir ku sala 2021'ê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê demeke dirêj e, ji bo gelê kurd, ji bo jinan, ji bo kedkaran, ji bo xizanan û ji bo ciwanan ji aliyekî ve ku civak bi krîza pandemîk re têdikoşe, ji aliyekî ve krîza aboriyê kûr dibe, pêkanînên antî demokratîk li hemû qadên jiyanê belav dibe têdikoşe. Ayşeyê, wiha axivî:"Em rojên dawî yên sala 2021'ê dijîn. Komkujiyên jinan zêde û pir dibin, ev yek bi rêbazên hovane yên DAIŞ'ê pêk tê û pratîka bêhiqûqî ya li girtîgehan ji salên 80'î hîn bêhtir hat kirin. Di sala 2021'ê de me saleke kûrtir derbas kir. Sala 2021'ê jî weke saleke ku tecrîd bê encam maye û kûr bûye derbasî dîrokê bû. Bêguman dema bêhiqûqî, êrîş, pêkanînên antîdemokratîk, tesfiyekirina siyaseta demokratîk, komkujiyên li hemberî jinê hatin kirin, weke HDP'ê ji bo hilweşandina vê rejîma yekzilamî ya li kolanê, li qadan, li febrîqeyê, me xwe ji têkoşînê venegirt."
 
'BI TECRÎDÊ BÊHIQÛQIYÊ KÛRTIR KIRIN' 
 
Di berdewamê de Başaran, destnîşan kir ku di sala 2021'an de tecrîd teqez bûye û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Ji sala 1999'an ve tecrîdeke mutleq li ser Birêz Ocalan heye. Bi taybetî ji ber atmosfera siyasî ya ku di serdema dawî de em ketinê, bi mehan e tu têkilî bi Birêz Ocalan re nehatiye danîn. Li gel bangewazîyên bi israr ên malbat, parêzer û siyasetmedarên wî û xwestina nêrînan. Di vê pêvajoyê de bêdengî û kûrkirina bêhiqûqiyê berdewam kir. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tercîheke siyasî ye. Em dizanin ku pirsgirêka herî bingehîn a vî welatî hewl dide vê nedîtbar bike. Pirsgirêka herî bingehîn a vî welatî bi israr bê çareserî tê hiştin. Hemû pirsgirêkên ku li derdora wê pêş dikevin di rastiyê de ji ber tecrîdê pêk tên. Ev demeke hikûmet çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk sekinandiye, bi israr pirsgirêka herî bingehîn a welêt xetimandiye."
 
Başaran, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin:
 
"Sedema kaosa di nav Tirkiyeyê de ji ber polîtîkaya yekzilamî ya hikûmetê ye. Neçareserbûna pirsgirêka kurd dibe sedema kûrbûna krîza aboriyê ya li vî welatî, teşhîrkirina neteweperestî, mîlîtarîzm, polîtîkayên şer, zêdebûna şer û şîdeta li hemberî jinê, vegera li civakê weke xizaniyê, vegera li xwezayê weke hilweşîna ekolojîk e. Di vê bêçaretiyê de desthilatdarî hewl dide rabe ser piyan, bi manîpulasyonên cuda civakê bixapîne, têgihiştinên xwe berovajî bike. Sedema bingehîn a vê krîza aborî ya mezin ku me di serdema dawî de jiyane, di rastiyê de polîtîkaya yekzilamî ya hikûmetê ye, polîtîkayên şer e. Dema ku civak bi birçîbûnê re rû bi rû ye, jin bi hejariyê re rû bi rû ye. Her roj jin bi bêkarî û xizaniyê re li ber xwe didin, li gundên Êlihê av bi mehan e qut dibe, desthilatdarî li hêza derve digere. Em dixwazin careke din ji wan re rave bikin ku yekane hêza derve ya li vî welatî, desthilatdarî bi xwe ye.
 
LI GIRTÎGEHAN ZIHNIYETA ESAD OKTAY DIMEŞÎNIN 
 
Tam jî ji ber van polîtîkayên tecrîdê em di meha dawî ya salê de bi rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş re rû bi rû man ku bi rastî jî birîneke mezin li ser wijdanê civakî çêbûye. Tenê di nava 10 rojan de ji girtîgehan bi giştî 7 cenaze hatin wergirtin. Du jê Garîbe Gezer û Vedat Erkmen bûn ku bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Serpêhatiyên Garîbe, îşkenceya li wê hat kirin, êrîşa zayendî li tevahiya raya giştî bû. Ji hiqûqnasan re name şand, hewl da bi rêya malbata xwe dengê xwe bide bihîstin. Di hucreya yekkesî de ma. Bi îşkenceyê re rû bi rû maye û piştre bi gumanbarî jiyana xwe ji dest daye. 
 
Em baş dizanin ku sûcdarê sereke polîtîkayên dijminane yên hikûmetê yên li dijî xwe û kurdan e. Ev ne cara yekê ye ku em nêzîkatiyekê di dîroka Tirkiyeyê de dibînin. Em salên 80 'î bînin bîra xwe. Kenan Evren digot , ' Bila daliqînin lê nedin hewandin ' . Yê ku li Amedê îşkence li hezaran girtiyên siyasî kir Esat Oktay bû. Îro Esat Oktay di girtîgehan de ye û Kenan Evren jî berpirsê desthilatdariyê ye.
 
GEL JI AYSEL TÛGLÛK RE AZADIYÊ DIQIRÎN
 
Her wiha bêhiqûqî û îşkenceya li girtîgehan ku yek ji mînakek berbiçav jî Aysel Tugluk e. Piştî ku dayika wê bi rengekî hovane ji gorê hate derxistin, pirsgirêkên tenduristiyê yên Aysel Tûglûk roj bi roj zêde bûn. Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê ragihand ku Aysel Tûglûk "nikare di girtîgehê de bimîne". Mîna girtiyên din ên nexweş ên jiyana xwe ji dest dane. Ya rast, hemû li nexweşxaneyên fakulteyê weke "nikarin li girtîgehê bimînin" hatin ragihandin. Lê belê ATK bi hincetên siyasî tev digere û dibe wesîleya ragirtina girtiyan a li girtîgehê, bi tenê 5 deqeyan bi Aysel Tûglûk re rû bi rû ma û ragihand ku ew dikare 'li girtîgehê bimîne'. Aysel di hucreya yek kesî de hat ragirtin. Îro Aysel bi van pêkanînan zêdetir bîrdariyê winda dike, civak her roj hinekî din wijdanê xwe winda dike. Ji ber vê yekê jî raya giştî ya demokratîk, di serî de jin ji Aysel Tûglûk re azadiyê diqîrin.
 
SALA 2021'AN BÛ SALA KOMKUJIYA JINAN 
 
Di sala 2021'ê de hikûmetê bi biryara yek kesî ya şevekê xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Hemû mekanîzmayên bêfonksiyon kir. Her tim destekê dide mêran. Di rastiyê de em îro dikarin van pêkanîn û pratîkên di bûyerên şîdeta li hemberî jinê de bibînin. Erdogan beriya niha di nava raya giştî de gotibû , " Jin û mêr nikarin bibin yek". Got "di xwezaya wan de wekhevî tune ye". Em careke din bang dikin û dibêjin qetilkirina jinê encama polîtîkayên we ne."
 
 
 

Sernavên din

29/12/2021
14:59 OHD û TÛAY-DER: Divê li Îmraliyê lêkolîn bê kirin
14:55 Di doza Denîz Poyraz de xirecir derket: Kujer dê hesab bidin gel
14:24 Ji ber ‘heqareta li dozger’ lêpirsîn li Erbîl vekirin
14:02 Malbatên 9 koçberên Rojhilatî li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
13:39 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin
13:16 Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq têlan dikişîne
12:43 Cenazeyê penaberê avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê derket holê
12:31 Doza Denîz Poyraz dest pê kir
12:05 Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e
11:58 Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn
09:18 ‘Bi girtîgehan dixwazin civakê dîzayn bikin'
09:18 Zemên tên kirin tahm di nanê tenûrê de jî nehiştine!
09:18 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo tedbîrê serî li AYM'ê da
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'AN
07:56 Nasnameya kesê êriş bir ser HDP'ê diyar bû
28/12/2021
21:22 Sancar: Berpirsê sereke yê êrişê Wezîrê Karên Navxweyî ye
19:19 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Karaman hat girtin
18:34 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 20'an de ye
16:59 Êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê hat şermezarkirin: Em natirsin
16:55 Dayikên Aştiyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Li Basayê jinek hat binçavkirin
16:22 Sancar diçe serdana avahiya HDP’a Bahçelîevlerê
16:18 HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir
16:01 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn
15:53 Leyla Guven ji bo Nobeda Edaletê peyam şand: Em ji bo girtiyan bikevin tevgerê
15:27 Girtiyê nexweş Ayik: Zext berdewam bikin wê cenaze ji girtîgehan derkevin
15:25 34 qurbanî li gelek navendan hatin bibîranîn: Rêya Edaletê di Roboskî de derbas dibe
14:56 Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin
14:15 Li Stenbolê li dijî avahiya HDP’ê êrişa çekdarî pêk hat: Du endamên partiyê birîndar bûn
14:09 Di Doza Kobanê de muştekî bi nakokî axivîn
14:07 Danişîna doza Denîz Poyraz sibê dest pê dike
13:27 Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
13:27 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were
12:24 Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin
12:04 Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke
11:53 Serdozgeriyê îtîrazî biryara beraeta nûçegihanê me Aslan kir
11:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye
11:01 Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne
10:41 Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…
09:11 ‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
09:02 Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin
09:02 Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye
09:02 Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me
09:02 Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN
27/12/2021
18:36 Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye
17:20 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan didome
17:16 Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide
16:53 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin