Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina

  • rojane
  • 14:30 24 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata xwest ku daxwaza mudaxiliya Miduriyeta Giştî ya Polîsan, MÎT û Wezareta Navxweyî ya dozê were redkirin û got: “Van saziyan dikaribû êrişan asteng bikin û bisekinin.”
 
Danişîna 8’emîn a Doza Kobanê di roja çaremîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin. 
 
Siyasetmedarên girtî tên darizandin û li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin siyasetmedarên din ên girtî jî ji girtîgehê lê bûn bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. 
 
Siyasetmedara kurd û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata di danişînê de axivî û diyar kir ku ew ji roja destpêka dozê ve dibêjin bila hêzên paramîlîter ên di Doza Kobanê der derbixin holê û got: “Qanûna rêgezê vekirî ye. Min li vir daxwaz kir. We mafê axaftinê da parêzerên gilîker lê we mafê axaftinê neda me.” 
 
‘EW ÇAWA DIBIN MUŞTEKÎ?’
 
Akat Ata diyar kir ku ew nizanin ku çima parêzerên muştekî jî li vir in û wiha got: “Dibêjin ‘xisar’. Min tu zirar nekir. Dosya lêkolîn nekirine. Ez jî birîndar bûm. Ez bi mudaxaleya gazê bandor bûm. Ev nehatine tomarkirin. Em li kolanan bûn. Dema DAIŞ di 3’ê Tebaxê de ket Şengalê, em li kolanan bûn. Lê hêzên di çalakiya 6-8’ê Cotmehê de cuda bûn. Piştî 6 salan we em ji ber tweeteke hevpar girtin. Her wiha we îfadeyên îtîrafê yên ku di îfadeya yekem a polîsan de jî nehatine pirsîn anîn. Ger hûn ji ber van sedeman me digrin, bila em xwe îfade bikin.”
 
Ata qêrîna heyeta dadgehê ya li ser parêzeran rexne kir û wiha got: “Ne hûn ne jî em hewce ne biqêrin. Ne mimkûn e ku yek ji me dev ji mafê xwe yê axaftinê berde. Ji ber ku di vê dosyayê de axivîm têm darizandin. Dibe ku ez ji ber axaftinê ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser bibe tê darizandin. Heger ji ber axaftinê min dadbar kirin, bila ez biaxivim, dev ji min bernedin. Li Amedê êrîşî min kirin. Her çend hêzên asayîşê li wir bûn jî ew êrîş tomar nekirin. Ma em ji wan nepirsin? Dema êrîş li min bê kirin dê çawa gilî bikin? Ka em ji wan bipirsin ka çima destwerdan xwestin."
 
‘ÇIMA EMRE DEMÎR DI DOSYEYÊ DE NÎNE?’
 
Akat anî ziman ku Emre Demîr ê ku li Êlihê di bûyerên Kobanê de jiyana xwe ji dest da di dosyaya Êlihê de navê wî hebû lê ne li vir e û got: "Kê vê yekê derxist? Ev îdianame çawa hat amadekirin? Derket holê ku kesê Emre Demîr qetil kiriye leşker e û pişt re jî bêyî ti çalakiyan teslîmî yekîneya wî hatiye kirin. Kê Emre Demîr derxit kûçeyê, kê leşker berdan kolanan? Kê ev hêz daye wan? Ez wê demê li Sêrtê bûm, pişt re min xwest ev hemû li Meclîsê bên lêkolînkirin. Midûriyeta Giştî ya Polîsan, MÎT û Cendirme ji van bûyeran berpirsyar in û dikaribûn asteng bikirina.” 
 
‘EM BEŞDARIYA BERPIRSIYARN QEBÛL NAKIN’ 
 
Akat bi bîr xist ku axaftinên wê yên dem û cihên cuda jî di îdianameyê de cih girtine û wiha got: “Ez daxwaza beşdarbûna polîs, cendirme, MÎT û Wezîrê Karên Hundir qebûl nakim. Nêrîna we çi dibe bila bibe, pêşdaraziyên xwe bişkînin. Ji bo ku 6-8’ê Cotmehê careke din neqewime, bi pêşdarazî li me neyên hev. Me cenaze veşart. Me cenaze rakirin. Me ji bo parastina mafê jiyanê yê gel şer kir. Li vî welatî hêzên paramîlîter aktîf bûn. Pêvajoya ku pirsgirêka Kurd herî zêde nêzî çareseriyê bû, me dît. Em ê bi qasî ku bixwazin biaxivin. Heya ku hûn daxwaza axaftina me qebûl bikin. Divê ev danişîn nebe danişîna qîr û gefan. Em naxwazin dengê we bilind bibe. Dema ku mafê axaftinê tê xwestin bila bê dayîn.”
 
‘EM JI BO BEDEL DAYÎNÊ AMADE NE’ 
 
Akat wiha berdewam kir: “6-8ê Cotmehê kî li kuçeyê bû? Ew gulebaran kirin. Kê ev hêz daye? Kê hêzên paramîlîter fînanse kir, kê ew derxistin kolanan. Bêgûman em ê liv ê yekê bipirsin. A rast em ji wan bi gilî û gazin in. Em giliyê wan dikin. Ka em biaxivin. Ger çareseriyek çêbibe, em amade ne li vî welatî berdêlan bidin. Hemû hevalên ku di vê mijarê de axivîn ev gotin.”
 
Piştî axaftina Akat dadger saetek û nîv navber da danişînê. 
 
 
 

Sernavên din

25/12/2021
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e