WAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş wiha got: “Edalet ji bo hemû mafên mirovan çareserî ye.”
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş. Endamên TJA’yê, Meclîsa Jinan a HDP’a Wanê û Komeleya Jinan a Starê beşdarî daxuyaniya li pêş Navenda Kar a Perîhan Aydin hat lidarxistin bûn.
Jinan pankarta “Em li dijî tecrîdê azadiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin, bijî berxwedana zîndanan” vekirin û dowizên ku wêneyên girtiyên nexweş û girtiyên jiyana xwe ji dest dan li ser bûn hilgirtin. Jinan dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin. Li ser navê jinan endama Meclîsa Jinan a Wanê Zekiye Kaya daxuyanî xwend û xwest ku girtiyên nexweş demildest werin berdan.
DAXWAZA DAYIKAN EDALET E
Kaya, bi lêv kir ku dayik bi salan e bi daxwaza ji holê rakirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li qadan e û wiha got: “Em edalet, yekitî û biratiyê dixwazin. Em dixwazin edalet were Tirkiyeyê. Edalet ji bo hemû mafên mirovan çareserî ye. Mirin û înfaz ne çareserî ne.”
Kaya, destnîşan kir ku naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin û wiha berdewam kir: “Bila girtiyên nexweş ên li girtîgehan, demildest bibin nexweşxaneyan û werin dermankirin. Em naxwazin ne esker, ne polîs ne jî gerîla bimirin. Em naxwazin kes bimire. Em aştî û edaletê dixwazin.”
BANG LI RAYEDARAN KIR
Dayika girtî Mert Ekîncî yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, Şevkî Ekîncî jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bi lêv kir xwarinê kêm didin girtiyan. Ekîncî, anî ziman ku girtî ji gelek mafan mehrûm dimînin û bi gotina “Çima vê ji me re rewa dibînin?” bang li rayedaran kir.
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.