Serdar Îzol: Bi kuştinê gef li min xwarin

  • rojane
  • 13:31 30 Kanûn 2021
  • |
img
RIHA - Serdar Îzol ê di erişa çekdarî de hevjîna xwe, kurê xwe, kekê xwe û hevjîna kekê xwe winda kirin, diyar kir ku bi fermana parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol, bi kuştinê gef lê tê xwarin.  
 
Serdar Îzol ê di serdegirtina birayên parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol ê di 15’ê Hezîrana 2019’an de li gundê Çeltîk ê girêdayî navçeya Sêwrega Rihayê, hevjîna xwe Meral, kurê xwe Mûsa Serhat, birayê xwe Hakki Îzol û hevjîna kekê xwe Zozan Îzol winda kirin, bi lêv kir ku gefên kuştinê lê tên xwarin. 
 
‘GEF LI MIN KIRIN’
 
Serdar Îzol ê têkildarî gefên lê tên xwarin li pêş Edliyeya Rihayê axivî, anî ziman ku hefteyek beriya danişîna doza di 22’yê Kanûnê de li Aksarayê hat dîtin, bi fermana birayê parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol, Cîhan Îzol, li gundê Çeltîk ê lê dijî 3 şivanan li wî dane. Îzol, dazanîn ku piştî êrişê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê rapora lêdanê girtiye, giliyê berpirsyaran kiriye û wiha got: “Kesên ku li min dan gotin ku bi fermana Zulfîkar Îzol gefan li min dixwin. Ez tevî van gefan çûm Aksarayê û tevlî danişînê bûm. Beriya 4 rojan (26’ê Kanûnê) jî 3 kesên ji mala Cîhan Îzol derketin, du kuçikên min bi çekê kuştin.”
 
‘CENDERMEYAN TIŞTEK NEKIR’
 
Îzol, bi lêv kir ku kuştina kûçikan ji bo derxistina wan a ji gund “gef” e û wiha berdewam kir: “Dibêjin em hêz in em ê her tiştî bikin. Dema kuçikên min kuştin me cenderme agahdar kir. Hatin lêkolîn kirin û bûyer heta dozger çû. Kurê min kesên ku kuçik kuştin dîtin. Got ketin mala Cîhan Îzol lê cendermeyan tiştek nekirin. Dema cenderme li cem me bûn, kesên ku komkujî pêk anîn li wesayîta xwe siwar bûn û dûr ketin. Cenderme, anî ziman ku heta ji dozger destûrê negirin nikarin têkildarî kesên kuçik kuştine kirariyekê bidin destpêkirin. Kesên kuçik kuştin ji min re gotin ‘Heke tu ji gund dernekevî, em ê te jî weke van kuçikan bikujin û kes jî nikare tiştekê bi me bike.’”
 
‘EM TENÊ EDALETÊ DIXWAZIN’
 
Îzol, dazanîn ku li gund bi kurê xwe Yûsûf Rojhat Îzol re dijî, ewlehiya canê wan nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zeviyên me ji destê me girtin. Ji malbata min 4 kes hatin kuştin. Niha jî bi kuştinê gefa li min dixwin. Komkujî pêk anîn lê li derve digerin. Edalet û qanûnê nas nakin. Di darizandinên hatin kirin de tevî ku me xweparastin kir jî dozger ji bo 3 ferdên malbata min cezayê muebbetê xwest. Em tenê edaletê dixwazim. Ne tenê ji bo xwe, ji bo herkesê em edaletê dixwazin. Em ê heta dawiyê têbikoşin û li edaletê bigerin. Heke rewşa min a tenduristiyê baş bûya ez da her roj li pêş avahiya edliyeyê rûnim lê pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene. Em bang li hemû mirovên xwedî wijdan û hestiyar dikin; bila dengê me bibîhizin. Em tenê edaletê dixwazin. ‘Komkujiya Sêwregê’ berdewam dike, êdî vê bisekinînin.”
 
ÎDÎA DEREWANDIN
 
Birayê Cîhan Îzol Medenî Îzol ku derbarê îdîayên Serdar Îzol de em bi telefonê pê re axivîn, ev îdîa red kir û anî ziman ku Cîhan Îzol wê bi telefonê bigere û agahiyên berfireh bide. Lê Cîhan Îzol negeriya. 
 
 

Sernavên din

10/05/2022
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye