Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin

  • rojane
  • 09:06 31 Kanûn 2021
  • |
img
RIHA - Malbata Şenyaşar ku bûye sembola edaletê, 298 roj in Nobeda Edaletê didomîne. Ferît Şenyaşar, diyar kir ku 3 sal û 3 meh in ji bo edaletê têdikoşin û got: "Ger edalet pêk neyê dê sala 2022'yan jî li ber avahiya edliyeyê derbas bikin." 
 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz 3 ferdên malbata Şenyaşarê kuştibûn. Piştî komkujiyê dozgeriyê tenê têkildarî tiştên li kargeha mala Şenyaşarê qewimîbûn îdianame amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ku komkujiya mezin li wir qewimîbû ji nedîtî ve hatibû. 3 sal û 6 meh di ser komkujiyê re derbas bûne, lê hê jî lêpirsîna têkildarî bûyera li nexweşxaneyê bi dawî nebûye û her wiha biryara "veşarî" ya li ser lêpirsînê jî didome. Di danişîna 2'yê Nîsanê de 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşarê ku bavê wî û 2 birayên wî hatin qetilkirin û ew jî bi birîndarî xelas bûbû hatibû birîn û li Enver Yildizê ku bi dîmenan jî hatibû îspatkirin ku di êrişa çekdarî de cih girtiye 18 sal ceza hatibû birîn.  
 
Piştî ku lêpirsîna têkildarî bûyera li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi pêş neket, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn. Malbat ku bi daxwaza kurê wan Fadil Şenyaşar bê berdan û dosyeya derbarê komkujiya nexweşxaneyê de vebe dest bi Nobeda Edaletê kiribû, di sala 2021'ê de çalakiya xwe bênavber domand. Di dema nobedê de Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyalar bi hinceta "heqareta li karmendên dewletê kirine" 11 caran îfade dan û her wiha bê hincet 6 caran jî hatin binçavkirin.
 
Ferît Şenyaşar, Nobeda Edaletê ya 298 roj in didome û bendewariyên xwe yên ji sala 2022'yan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin. 
 
14'Ê HEZÎRANA 2018'AN
 
Şenyaşar, diyar kir ku piştî êrişa 14'ê Hezîrana 2018'an jiyana wan guheriye û got: "Sedema ku 300 roj in em li ber Edliyeya Rihayê ne û wê dîmena me ya malbata aram xera kir, êrişên Parlementerê AKPî Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî bûn. Li kargehê em 5 bira bi giranî birîndar bûn, lê kesî jiyana xwe ji dest neda. Bavê min ê ku emmeraq kirin hat nexweşxaneyê li ber çavê dêya min hat kuştin. Birayên min Adil û Celal jî li ser sedyeyê, li ber çavên xebatkarên tenduristiyê û polîsan bi çekan hatin kuştin." 
 
‘XWESTIN SER KOMKUJIYÊ BÊ NIXUMANDIN'
 
Şenyaşar, anî ziman ku ji ber ku di darizandina hatiye kirin de edalet pêk nehatiye lêgerîna xwe ya ji bo edaletê di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê domandine. Şenyaşar got: "Doz bi awayekî yekpare ye, lê kirin du perçe. Ev nayê qebûlkirin. Ji ber ku parlementer di nava vê komkujiyê de ye, dixwazin ser dozê bigirin. Xwestin me wekî 'terorîst' îlan bikin. Nêzî 300 roj in em di Nobeda Edaletê de ne. Lê têkoşîna me 3 sal û 6 meh in didome. Gava em li pêlikên edliyeyê rûniştin, me nizanibû dê ev qasî dirêj bajo. Ji lew re em mafdar bûn." 
 
‘EM 6 CARAN HATIN BINÇAVKIRIN'
 
Şenyaşar, bibîr xist ku NObeda Edaletê li baxçeyê avahiya edliyeyê dane destpêkirin û piştî raya giştî hay ji nobedê çêbûye astengî dest pê kirine. Şenyaşar, anî ziman ku piştî ku ji derî Rihayê kes û sazî hatin serdana Nobeda Edaletê dozger û midûriyeta polîsan zext û zordarî zêde kirine û got: "Ewilî mudaxile kirin. 6 caran em bê hincet binçav kirin. Em ji bexçê edliyeyê derxistin. Pankarta me hat dizîn. Me ev nobed bi têkoşîna li hemberî midûriyeta polîsan jî domand. Em tenê çalakiyeke rûniştinê li dar dixin. Lê em her roj bi tahde û zilmê re rû bi rû man. Em bi awayekî bibiryar sekinîn û me got, em ê ji vira neçin." 
 
DAYIK ŞENYAŞARÊ DAN BER DADGEHÊ
 
Şenyaşar, destnîşan kir ku em edalet pêk nehatiye hem jî di ber re gelek lêpirsîn û doz li dêya wî Emîne Şenyaşarê hatine vekirin û got: "Bi hinceta 'heqaretê' dêya min dan ber doz û lêpirsînan. 11 caran bi heman tawanbariyê îfade da. Lê 3 sal û 6 meh in îfadeya kujeran negirtine. 9 dozgerên dosyeya dozê guherîn. Berê me 2 caran teşxîs kiribû, dozgerê din jî ji bo teşxîsê gazî me kir. Em vê qebûl nakin. Komkujî li nexweşxaneyê çêbû. Kiryar hatin teşxîskirin, lê niha dîsa ji bo teşxîskirinê gazî me dikin. Ev neyteke xirab e." 
 
WALÎTIYÊ DESTÛRA KON NEDA
 
Şenyaşar, bilêv kir ku her roj ji bo NObeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê 42 kîlometre rê tên û got: "Rêya Pirsûs-Rihayê rêyeke ku her roj qeza lê çêdibin. Wekî 'rêya mirinê' tê binavkirin. Em bûn şahidê gelek qezayan. Em her roj di wê rêyê de diçin û tên. Gava me dest bi çalakiyê kir bihar bû. Havînê, di wê kelegermê de em li ser peyarêya asfaltê rûniştin. Lêvên dêya min terikîn. Niha jî li Rihayê li gor salên berê sermayeke pir dijwar heye. Em ji bo xwe ji vê sermayê biparêzin me konvegirtinê li walî kir. Lê ev daxwaza me ji ber ku em ne 'welatiyên wekhev in' nehat qebûlkirin." 
 
‘SERDAN ÇAVKANIYA ME YA JIYANÊ NE'
 
Şenyaşar, bal kişand ser girîngiya serdanên tên kirin û destnîşan kir ku bi saya van serdanênpiştevaniyê nobeda xwe didomînin. Şenyaşar, bilêv kir ku gava dest bi nobedê kirine nizanibûne dê serdanên pişteaniyê ev qasî zêde bin û got: "Hema bibêje her roj ji bajarine cuda mirov tên serdana me dikin. Nobed ame nêzî 300 roj in didome, lê hema bibêje rojekê jî em bi tenê nemane. Serokên giştî yên partiyên siyasî hatin vira. Ger me ev têkoşîn nedomanda belkî niha em ne sax bûna. Serdan ji bo me bûn xîreta jiyanê. Em bi saya van serdanên piştevaniyê li vira ne." 
 
‘BILA DOZGER PEYWIRA XWE BÎNE CÎ'
 
Şenyaşar, anî ziman ku dê li ber edliyeyê sala nû pêşwazî bikin û got: "Wê sala nû bi bêedaletiyê dest pê bike. Me sala 2021'ê li ber edliyeyê derbas kir. Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin. Em li vira di vê sermê de rûdinên, lê serdozger li odeya xwe ya germ rûdinê, li wesayîta xwe siwar dibe û her roj di ber me re derbas dibe. Bila dozger peywira xwe bîne cî, ger neke jî bila îstifa bike. Li meclîsê Komîsyona Vekolandina Mafên Mirovan heye, çima peywira xwe naynin cî? Em ji bo her kesî doza edaletê dikin. Em dixwazin di 2022'yan de daxwaza me ya ji bo edaoletê pêk bê. 3 sal û 6 meh in em ji bo edaletê têdikoşin. Hê me şîna xwe daneniye. Bila edalet pêk bê. Mafê me yê şîndanînê heye. Bila kes vî mafê me binpê neke. Em dixwazin di 2022'yan de şînêa xw edeynin. Em naxwazin li ber avahiya edliyeyê rûnên. Ev nobet ji bo hiqûqa Tirkiyeyê lekeyek e, bila ev leke di 2022'yan de bê paqijkirin." 
 
MA / Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

05/01/2022
17:31 Malbata Dokû bang kir: Gulistanê bibînin
17:15 Xizmên Girtiyan: Ji bo edaletê divê têkoşîna hevpar bê dayîn
17:15 Agahiyê nadin malbata girtiyê hatiye sewqkirin
16:59 Malbateke din jî tevlî Nobeta Edaletê bû
16:41 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:33 Li Girê Çilsiwar daristana bîranîna Bahçelî tê avakirin
16:15 Rojnameger Çelîk piştî ku hat berdan careke din hat binçavkirin
16:10 Jin ji bo Gulistan di kolanan de ne: 2 hezar sal jî derbas bin em dest jê bernadin
15:56 Herêma ku Soylû digot 'terorîst tune ne' jî qedexe kirin
15:09 Şaxa OHD'ê ya Mersînê: Em ê destûr nedin ku polisên îşkencekar bên parastin
14:55 Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
14:15 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye
13:50 Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan
13:40 Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin
13:39 'Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin'
13:15 Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin
13:14 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçav kirin
13:14 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin
12:31 38 girtiyên bi lez divê werin berdan hene
12:02 Serokê Meclisê pêşnûmeqanûna têkildarî destdirêjî 'qebe' dît
11:30 Mûçeyê Erdogan ji 88 hezar TL'yî derket 100 hezar TL'yî
11:13 Xwepêşanderên Kazakistanê bi ser ketin: Hikûmetê îstifa kir
10:37 Li Bedlîsê 308 herêm hatin qedexekirin
10:36 Çeteleya tundiyê ya 2021’an a Jinnewsê: 311 jin hatin qetilkirin
09:51 Frahm: Lîsteya rêxistinên terorê li gorî berjewendiyên rojava tê amadekirin
09:23 Sekreterê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm ne muxatabê me ye
09:08 Kesê 253 kîlo tiryak pê re hat girtin endamê îstixbaratê derket
09:08 ‘Girtî di tecrîda ser tecrîdê de ne'
09:08 Midûrê polîsan: Serokê HDP'î xwest bûyeran bide sekinandin
09:08 Karê wan giran, heqdesta wan kêm e
09:01 Bi fermana devkî ya walî derbarê 131 kargehan de biryara girtinê
09:01 Lêpirsîna têkildarî kuştina Aktaş 8 sal in wek xwe yî berê ye!
09:01 Dayik û bavê girtiyê nexweş Yurek: Divê herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piya
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2022'YAN
04/01/2022
22:10 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat binçavkirin
18:49 Xizmên girtiyan serdana Partiya Gelecekê kirin
17:39 Xizmên girtiyan li ÎHD'ê ne: Qêrîna me bi bihîzin
17:07 Malbata Gulistan 4 roj in li pêş Edliyeyê ye
17:06 Hevşaredarê girtî Narîn qeyrana dil derbaz kir
16:58 Ji bo dosya Garîbe Gezer a destavêtinê biryara “neşopandinê” hat dayîn
16:02 Nobeta Edaletê di roja 50’yan de ye
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin