WAN - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin, di roja 25’emîn de ye.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Wanê dane destpêkirin, di roja 25’emîn de berdewam dike.
Dayika girtiyê nexweş Nejdet Abî, Meryem Abî û dayika girtiyê nexweş Necmeddîn Abî, Naciye Abî di nobetê de cih girtin.