Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand

img
AMED - Serokê MHP'ê yê Peyasê ku piştî qeyda dengê wî derket holê îstifakirin lê hat ferzkirin, bêyî ku kes pê bihese ji serokatiya navçeyê ew anîn kirin cîgirê serokê bajêr. Serokê MHP'ê Cîhan Kayaalp jî serokê Rezanê yê ku li ber vê yekê rabû ji peywirê girt. Polîsê ku ji ber vê nerihet bû jî li Kayaalp xist û milê wî şikand. 
 
Li Amedê derketibû holê ku hin kes bi beranberiya pereyan kesan dixin sazî û dezgehên fermî. Navendeke vê şebekeyê jî MHP ye. Piştî ku ji van kesan qeyda dengê çend heban derket holê, di nav MHP'ê de firtone li ser firtoneyê çêdibe. 
 
Ajansa Mezopotamyayê di 7'ê Kanûna 2021'ê de qeyda van dengan parve kiribû (http://mezopotamyaajansi35.com/search/content/view/154748?page=1&key=de4f5cb9bb0bedfcdc53dfe370f7bd96). Di vê qeydê de axaftina di navbera Serokê MHP'ê yê Peyasê Mehmet Ataç û kesekî de hebû û derketibû holê ku li bajêr hin kes bi beranberiya 45 hezar TL'yî bi awayekî kadro li saziyên fermî tên bicihkirin. 
 
Piştî vê nûçeya me, Serokê MHP'ê yê Bajêr Cîhan Kayaalp jî îstifakirin li Serokê Peyasê Ataç ferz kiriye. Ataç jî li ber vê rabûye û gotiye, "Me çi kiribe me bi hev re kiriye." Piştî vê hat Ataç bi beranberiya 600 hezar TL'yî ji bo îstifakirinê hatiye qanehkirin. 
 
Lê ji ber ku rêvebiriya navçeyê bi temamî nehatiye guherandin, Navenda Giştî ya MHP'ê jî di 13'ê Kanûnê de rêvebiriya navçeyê bi temamî fesix kir û kongre li dar xist. Di kongreyê de Baver Bûlût bû Serokê MHP'ê yê Peyasê. Di kongreya 24'ê Kanûnê de Serokê MHP'ê yê Bajêr Kayaalp û Serokê Peyasê yê berê Ataç ragihandibûn ku peywir dewrî Baver Bûlût kirine. 
 
Piştî îstifakirina Ataç û guherandina rêvebiriya navçeyê agahine girîng bi dest ketin. Li gor van agahiyan piştî qeyda deng derketiye holê Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Semîh Gumuş hevdîtin bi Serokê MHP'ê yê Bajêr Kayaalp re kiriye. 
 
Yalçin, ji dêvla ku hesab bipirse ji Kayaalp re gotiye, "Di bin navê bexşê de pereyan berhev bikin. Kes nikare tiştekî jî bêje. Kîjan dozger û dadger tiştekî bike, em ê wî bi FETO'yê tawanbar bikin. Kes nikare dest bide me. Jixwe polîs we diparêze." 
 
WÎ KIRIN CÎGIRÊ SEROKÊ BAJÊR
 
MHP'ê  ji dêvla 600 hezar TL'Yî du wesayîtên fiyetê wan bi vî pereyî dan Ataç. Lê sedema qanehkirina Ataç ne ev wesayît in. Ataç bêyî kes pê bihese ji aliyê Serokê Bajêr Kayaalp ve tayinî cîgiriya serokê bajêr hat kirin. Jixwe ev yek di profîla hesabê twîterê yê Ataç de diyar e. 
 
SEROKÊ LI BER VÊ RABÛ JI PEYWIRÊ HAT GIRTIN
 
Piştî Ataç bû cîgirê serokê bajêr, ev yek di civîna rêvebiriya de bûye cihê nîqaşên mezin. Hin rêvebiriyên ku di civînê de leqayî Ataç hatine îtiraz kirine. Yek ji van kesan jî Serokê MHP'ê yê Rezanê Ercan Şahîn e. Lê ji ber ku îtiraz kiriye Serokê MHP'ê yê Bajêr Kayaalp ew ji peywirê girtiye. Lê heya niha têkildarî vê yekê raya giştî nehatiye serwextkirin. 
 
AMÎRÊ POLÎS LI KAYAALP XIST
 
Li gor vê, gava Kayaalp, Serokê Baskên Ciwanan ê Bajêr Onûr Karadenîz û rojnamevan Cîhat Toprak ê di malperek herêmî de dinivîse li restorantekê xwarinê dixwin, amîrekî polîsan li Kayaalp dixe. Ev bûyera ku tê gotin di 19'ê Kanûnê de çêbûye, bi vî awayî ye: Amîrê polîsan gava li restorantê leqayî Kayaalp û yên cem wî tê ku xwarinê dixwin û araqê vedixwin, ji wan re dibêje, "Hûn ne ulkucî filan bêvan in. Hûn ji bo xapandina gel li vira ne. Tu ulkucî mulkucî ji we dernayê." Di dema vê nîqaşê de polîsê parêzvanê Kayaalp jî dikeve navberê. Amîrê polîsan bi vî polîsî re jî dixeyide û dibêje, "Dewletê ev peywr ji bo ku tu xwe li ber gendeliyên vana li nedîtinê deynî nedaye te." 
 
MILÊ WÎ ŞIKIYA
 
Piştî demekê pev dikevin. Amîrê polîsan li Kayaalp û yên cem wî dixe. Di vî şerî de milê Kayaalp dişikê. Piştî bûyerê rojnamevan Cîhat Toprak jî giliyê amîr dike, lê Kayaalp û Karadenîz giliyê wî nakin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî têkildarî vê lêpirsîn da destpêkirin û hat hînbûn ku peywira amîrê polîsan hatiye kêmkirin. 
 
WÊNE JÎ BÛYERÊ PIŞTRAST DIKIN
 
Yên vê bûyerê piştrast dikin jî wêne ne. Piştî vê bûyerê bi 5 rojan Kayaalp li Teşkîlata Peyasê tevli merasîma dewrkirine bû. Di wêneyên merasîmê de tê dîtin ku milê Kayaalp di alçiyê de ye. 

Sernavên din

04/01/2022
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin
12:07 DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar
11:28 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê
11:20 Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:50 Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
10:06 Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike
09:02 Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin
09:02 'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
09:00 Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
01/01/2022
19:30 Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin
17:01 Li Aydinê mirina biguman a jinekê
16:33 AYM'ê daxwaza berdana girtiyê nexweş red kir
16:12 Malbatên girtiyan bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin
15:22 ÎHD: Bila girtiyê nexweşê giran Korkmaz demildest were berdan
14:46 Xizmen windayan ji bo Komkujiya Dîgorê daxwaza edaletê kirin
14:40 Boltan tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayê berdan
14:11 Dayikên Şemiyê: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronî kirin em ê têbikoşin
14:11 Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin
13:53 9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin
13:23 Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin