RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne wiha got: “Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin.”
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 303’yan de berdewam dike. Malbat, piştî bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin bi telefonê axivî, hat cihê nobetê.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Keşeyê Dêra Xirîstiyanan a Rihayê ji qêrîna me re bêdeng nema û îro li cem me bû. Bi baweriya ola xwe ji me re dûa kir. Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin.”