QERS - Li navçeya Qaxizmanê bi hêceta “Herêmên Ewlehiya Taybet” 4 herêm salekê hatin qedexekirin.
Qedexeyên li ser herêmên bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Di daxuyaniya Walitiya Qersê de hat diyarkirin ku Herêma Çemçê, Herêma Madûr, Qurtkulax û Pirpenekê bi hêceta “Herêmên Ewlehiya Taybet” salekê hatin qedexekirin. Wê biryara qedexeyê di navbera dîrokên 1’ê Çile û 31’ê Kanûna 2022’yan de be.